Riyad Derar: Astengiya siyasî rê li ber aramiya Sûriyeyê digire

Siyasetmedarê sûriyeyî Riyad Derar diyar kir ku Sûriye tevî guhertinên ku di demên dawîn de jî di rewşeke siyasî ya bêçare de ye. Derar destnîşan kir ku nebûna lihevkirinê di navbera hêzan de û nakokiyên berjewendiyên navxweyî û derveyî hîn jî rê li ber çareseriyeke siyasî ya berfireh û domdar digire.

Riyad Derar: Astengiya siyasî rê li ber aramiya Sûriyeyê digire
24 hezîran, 2026   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê sûriyeyî Riyad Derar ji ajansa me re diyar kir ku Sûriye ji ber gelek faktorên siyasî yên navxweyî û derveyî ku hîn jî rê li ber gihîştina çareseriyeke berfireh digirin, di rewşeke bêçare ya siyasî de ye.

Riyad Derar diyar kir ku faktora yekem pirbûna navendên bandor û hêzê ye, her wia hebûna hêzên xwecihî, herêmî  û navneteweyî yên bi berjewendiyên cuda ye. ​​Ev yek rê li ber lihevkirina siyasî digire û dibe sedema têkçûna rêyên cûrbecûr ên çareseriyê, çi bi rêya biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) be an jî bi rêya danûstandinan. Derar diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên têkildarî veguheztina siyasî, destûr û hilbijartinan hîn jî bi awayekî berbiçav pêş neketine, her wiha destnîşan kir ku nebûna baweriyê di navbera aliyan de astengiyek mezin e ji bo her pêşketinek siyasî.

Derar destnîşan kir ku rewşa aborî û mirovî û xirabûna asta jiyanê rewşa siyasî hîn tevlihevtir kiriye û pêdiviyên bingehîn niha ji bo beşek mezin a xelk;n Sûriyeyê ji pirsgirêkên siyasî girîngtir in.

Tevî veguherîn navneteweyî û guhertinên di helwestên hin welatên herîmî û navnetewyî de li hember Sûriyeyê, li gorî Derar nîşaneyên heyî hîn jî ne bes in ku mirov behsa çareseriyek siyasî ya berfireh a nêzîk bike, lewma rewşa siyasî ya bêçare di astên cûda de didomîne.

Derar wiha berdewam kir: "Rêyên danûstandinê yên cûrbecûr hîn jî ji bo bidestxistina pêşketinek rastîn li ser pirsgirêkên bingehîn ên têkildarî destûr, rêveberiyê an hilbijartinan de bi ser neketine, ku ev yek jî bûye sedema berdewamiya rewşa siyasî ya bêçare."

Derar got zextên jiyana rojane û şert û mercên aborî yên xirab bûne faktorên sereke ên ku bandorê li rewşa giştî dikin, ji ber ku pêşîniyên rojane yên xelkê bûye peydarkirina pêdiviyên bingehîn ên jiyanê.

Riyad Derar her wiha destnîşan kir ku nebûna lihevkirinek navneteweyî ya temam li ser siberoja Sûriyeyê sedemeke din e ku krîz aloztir dide. Tevî têgihîştinên li ser hin mijaran jî, lê nakokî di navbera hêzên navneteweyî yên bi bandor de li ser şêweyê çareseriyek dawî û mekanîzmayên pêkanîna wê berdewam dikin.

Derar diyar kir ku nebûna aramiya siyasî bandorek neyînî li ser aboriyê dike, ev dibe sedema derengmayîna pêvajoyên ji nû ve avakirin û veberhênanê ji ber nebûna hawîrdorek aram .

Her wiha destnîşan kir xirabûna şert û mercên jiyanê, berferehbûa xizaniyê û lawaziya civakî, bûe sedemên paşketina rewşa civakê, her wiha bûye sedema kêmbûna baweriyê bi saziyên giştî ji ber nebûna çareseriyên berbiçav ji bo krîzan.

Derar berdewam kir ku têkçûna rewşa mirovî jî girîng e, ku bi mîlyonan xelkên Sûriyeyê hîn jî hewceyê alîkariya mirovî û piştgiriyê ne, ji bilî zexta berdewam li ser sektorên tenduristî, perwerde û karûbarên bingehîn û astengiyên ji bo vegera ewle û domdar a penaber û koçberan.

Der barê mekanîzmaya herî guncaw ji bo çareserkirina vê rewşa bêçare de, Derar diyar kir ku çareserî ew ku pêvajoyek veguhêz bi rêvebriya gelê Sûriyeyê di bin çavdêriya navneteweyî û Ereban de, pêk were, li ser bingeha pêvajoya gav bi gav, li şûna ku li benda çareseriyek berfireh bimînin.

Riyad Derar rave kir ku ev rê divê bi diyalogeke neteweyî ya berfireh dest pê bike ku hikûmet, opozîsyon, hêzên herêmî, komên civakî, jin, ciwan û nûnerên penaber koçberan di nav xwe de bigire, da ku pêvajoya siyasî bi tenê di çarçoveya elîtên siyasî yên kevneşopî de nemîne.

Derar da zanîn ku pêdivî bi tedbîrên avakirina baweriyê yên lezgîn heye, di nav de berdana girtiyan, eşkerekirina çarenûsa windayan, bidawîanîna girtinên keyfî, hêsankirina vegera penaberan û vekirina rêya alîkariyên mirovî, heye.

Her wiha da zanîn ku piştgiriya aborî û ji nû ve avakirinê divê bi pêşketina siyasî ve girêdayî be û diyar kir ku sivikkirina cezayan an fînansmana navneteweyî divê bi gavên berbiçav di pêvajoya veguheztina siyasî ve girêdayî be.

Riyad Derar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya garantiyên navneteweyî û herêmî ji NY`ê, dewletên Ereban, Tirkiye, Îran, Rûsya, Amerîka û Yekitiya Ewropayê û diyar kir ku krîza Sûriyeyê êdî ne tenê krîzeke navxweyî ye û çareseriya rastîn ne tenê di serkeftina leşkerî an normalîzekirinê de ye, lê di veguhastinê gav bi gav de bi garantiyên zelal de ye ku welatiyên Sûriyeyê hest bikin ku ew hevkarên avakirna siberoja welatê xwe ne.

(k)

ANHA