Silêman El Cemîlî: Ji bo ku Iraq nekeve nav şer dan û standinan didomîne

Analîzvanê ji Iraqê Silêman El Cemîlî diyar kir ku ji ber şerê di navbera DYA û Îranê de pirsgirêkên Iraqê yên aborî û ewlehiyê hene. Hikumeta Iraqê jî dan û standin bi komên çekdar re dike da ku Iraq nekeve nava vî şerî.

Silêman El Cemîlî: Ji bo ku Iraq nekeve nav şer dan û standinan didomîne
5 mijdar, 2026   06:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku şer di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de dest pê kir, li Iraqê jî pirsgirêkên siyasî, aborî û ewlehiyê derketin. 

Analîzvanê siyasî yê ji Iraqê Silêman El Cemîlî anî ziman ku Iraq ji ber şerê li herêmê di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe. Şerê di navbera DYA û Îranê de bandorê li rewşa Iraqê dike. Dema ku tengava Hurmuzê tê girtin Iraq ji aliyê aborî ve tengav dibe û nikare petrolê derxe derve.

El Cemîlî got Iraq ji aliyê erdnîgarî ve di nava şer de ye, ew nêzî Îranê ye û di navbera Iraq û Îranê de têkiliyên dîrokî, civakî, eşîrî û mezhebî heye. Sînorê Iraqê bi Îranê re hezar û 600 km dirêj e ji ber vê yekê şerê di navbera Îran û DYA`yê de bandorê li ser Iraqê dike.

Ji bo hewldanên hikumeta Iraqê jî El Cemîlî got hikûmeta berê ya Mihemed Şiyai El Sodanî Iraq ji şerê li herêmê diparast û hikûmeta El Zeydî jî niha hewl dide garantiya vê yekê bike û destûr nade tu aliyan ku Iraqê bikşînin nava şerê Îran û DYA`yê.

Têkildarî helwesta aliyên siyasî yên Iraqê El Cemîlî got di vê dosyayê de lihevkirina siyasî heye. Ji derveyî parlemanê Iraqê Meclisa Rêveberina dewletê heye û gelek hêzên siyasî di wê meclisê de ne. Hêzên siyasî destekê didin hikûmeta El Zeydî, ew jî dixwazin Iraq li hemberî şerê heyî xwedî yekhelwestî be û nekeve nava şer de.

El Cemîlî got komên çekdar ji bo çekên xwe radestî dewletê bikin bi hikûmetê re dest bi dan û standinê kir. Tenê du komên çekdar mane û hîna çekên xwe teslîmî dewletê nekirine. Dan û standin didomin da ku komên çekdar tev lê şerê DYA`yê û Îranê nebe. Xelkê Iraqê jî tecrûbeya wan di şer de heye û naxwazin Iraq têkeve şer de, daxwaza aştî û aramiyê dikin.

Ji bo tevgera dîplomatîk a hikumeta El Zeydî, El Cemîlî da zanîn ku ew hewl didin têkiliya Iraqê bi dewletên erebî û herêmî re xurt bike. Serdan û hevdîtinên dîplomasî dikin. Serdana Sûriyê, Urdun, Erebistana Siûdî, Îran û Tirkiyeyê kir. Her wiha dê hikumet serdana Kiwêtê jî bike.

Di dawiyê de El Cemîlî got têkiliyên eşîrên Iraqê xurt in û hevgirtî ne, dikarin li hemberî şert û mercên derve bisekinin û xwe ji şer biparêzin.

(np)