Hêzên Ewlekariyê yên Dêrazorê tedbîrên parastinê zêde kirine

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê diyar kir ku piştî zêdebûna êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê wan tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirine.

Hêzên Ewlekariyê yên Dêrazorê tedbîrên parastinê zêde kirine
26 îlon, 2025   03:40
DÊRAZOR
UDEY EL EBDULLAH

Bi zêdebûna êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser herêmê re, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê tedbîrên ewlehiyê jî zêdetir kirine. Di vê çarçoveyê de dewriyeyan digerînin, her wiha rêyan kontrol dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 22’yê Îlonê di civîneke çapemeniyê de ku li Hesekê li dar xistibû ragihand ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ji dema rûxandina rejîma Baasê (8 Kanûn 2024) heya 20’ê Îlonê, 153 êriş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine. QSD’ê ragihand ku ev hejmar piştrast dike ku çeteyên DAIŞ’ê hewl didin xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û çarçoveya êrişên xwe zêdetir bikin.

Ji Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Dêrazorê mîralay Mehmûd El Hisên ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hêzên wan tedbîrên ewlehiyê zêdetir kirine û got: "Bi domdarî dewriye tên meşandin. Bi ser şaneyên DAIŞ’ê de tên girtin. Deriyên di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de bi awayekî mezin tên kontrokirin, da ku şane ji valahiyên ewlehiyê sûdê wernegirtin û nikaribin êrişan pêk bînin."

El Hisên bi bîr xist ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dema rûxandina rejîma berê û vekişîna hêzên wê ji nuqteyên leşkerî yên li Dêrazorê, dest danînser çekan û bi wan çekan êrişî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî kantona Dêrazorê kir.

El Hisên da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê, valahiya ewlehiyê ya piştî rûxandina rejîma berê derketibû bi kar anî û êrişên xwe li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî zêdetir kirin û sivîlan tehdîd dikin.

El Hisên destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi giştî amade ne bersiva êrişan bidin. Her wiha got, hêzên wan bi armanca parastina ewlehiya giştî û parastina welatiyan û milkên wan li her deverên kantonan belav in.

El Hisên bi bîr xist ku hêzên wan hejmarek şebeke û şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ji hev xistine, gelek kes ji wan girtine û çekên navîn û sivik bi dest xistine. El Hisên da zanîn ku operasyonên hêzên wan li ber tevgerên şaneyên DAIŞ’ê girtin û sivîl parastin.

Mehmûd El Hisên di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rewşa li ser erdê, bi taybetî komplo û şerê taybet agahdar in û baldar in.

El Hisên diyar kir ku tevkariya mezin a di navbera şênî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bingeha bihêzkirina ewlehiyê kantonê ye.

Mîralayî Mehmûd El Hisên di dawiya axaftina xwe de destnîşan ku Rêveberiya Xweser bi hemû pêkhateyên wê Ereb, Suryan, Kurd û Ermen her timî di têkoşîna li dijî şaneyên terorîst de hevkar in û soz da ku dê şerê li dijî DAIŞ’ê û parastina herêmê ji tevahî cûreyên êrişan bidomînin.

(bb)

ANHA