Di depoyeke çekan li gundewarên Ceblê teqînek rû da

Di depoyeke çekan a li baregeheke leşkerî li gundewarê Ceblê teqîneke sedema wê nediyar çêbû.

Di depoyeke çekan li gundewarên Ceblê teqînek rû da
22 mijdar, 2026   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dane, îro di depoyeke berê ya çekan di baregeheke leşkerî ya li gundê El Sinober ê gundewarê Ceblê li Parêzgeha Laziqiyê teqînek rû da.

Heta niha sedema derketina teqînê nayê zanîn, piştî teqînê dûmaneke dijwar ji deverê derket, ji ber teqînê parçeyên çekan jî li gundewarê deverê yên wekî Metrekiya û Şemsîn ketin, di encamê de tu kes birîndar nebû.

(sb)