Di qezaykê de li ser rêya Hums-Tertûsê kesek mir û yek birîndar bû

Li ser rêya Hums-Tertûsê 2 kamyon li kamyonek tankerê ketin, di encampê de kesek mir û yek jî birîndar bû.

Di qezaykê de li ser rêya Hums-Tertûsê kesek mir û yek birîndar bû
22 mijdar, 2026   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ragihand ku di qezayek trafîkê de li ser rêya Hums-Tertûsê dema ku 2 kamyon li kamyonek tankerê ketin, kesek mir û yek jî birîndar bû.

Tîmên bersivdayînê cenazeyê mirî û kesê birîndar, ku di nav yek ji kamyonan de asê mabû derxistin û rakirin Nexweşxaneya El Welîd li Humsê.

(k)

ANHA