Li Helebê ‘Firqeya 60’an’ sedema tevliheviyê ye

Piştî êrişa li dijî nuqteyên ewlekariyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê navê ‘Firqeya 60ˊan" a di bin sîwana hikumeta veguhêz de derket pêş. Vê yekê jî pirsên têkildarî komên li bajêr belav bûne û kî wan kontrol dike, derxistin pêş.

Li Helebê ‘Firqeya 60’an’ sedema tevliheviyê ye
Li Helebê ‘Firqeya 60’an’ sedema tevliheviyê ye
Li Helebê ‘Firqeya 60’an’ sedema tevliheviyê ye
Li Helebê ‘Firqeya 60’an’ sedema tevliheviyê ye
Li Helebê ‘Firqeya 60’an’ sedema tevliheviyê ye
Li Helebê ‘Firqeya 60’an’ sedema tevliheviyê ye
Li Helebê ‘Firqeya 60’an’ sedema tevliheviyê ye
Li Helebê ‘Firqeya 60’an’ sedema tevliheviyê ye
Li Helebê ‘Firqeya 60’an’ sedema tevliheviyê ye
Li Helebê ‘Firqeya 60’an’ sedema tevliheviyê ye
26 îlon, 2025   06:20
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê di 22ˊyê Îlona 2025ˊan de der barê êrişa li dijî nuqteyên ewlehiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de ku komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêk anîbû, daxuyaniyeke fermî dabû. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişan daye, di encamê de 2 êrişkar birîndar bûbûn û yek jî hatibû kuştin. Piştre hat diyarkirin ku êrişkarê hatibû kuştin bi navê Mihemed Omer Qasim e, endamê "Firqeya 60’an" ya girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniyê de hat wesifkirin ku "êrişkar girêdayî komên bêserûber ên Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ne", vê yek pirsên der barê nasnameya van koman û girêdanbûna wan û dema ketina bajarê Helebê derxistin holê.

Piştî êrişa "Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di bin navê "Redi El Idwan" de ku Şamê kontrol bike û ji bajarê Etarib a gundewarê rojavayê Helebê de dest pê kiriye guhertinên mezin di nexşerêya kontrolkirinê ya leşkerî de çêbûn. Piştî 3 rojan ji êrişên leşkerî, di 1ˊê Kanûna 2024ˊan de, "HTŞˊê" ragihadibû ku bajarê Helebê tevahî ku ji 117 taxan pêk tê, kontrol kiriye.

Hemwextî wê hêzên rejîma berê vekişîbûn û pevçûnên qismî di navbera HTŞˊê û komên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de li taxên bakur ên bi ser gundewar ve çêdibûn. Tevî îlankirina HTŞˊê ya kontrolkirina Helebê, lê rewşa meydanî rewşa aloz derxist xuya kir, bi taybet li taxên rojhilat. Li wir komên çekdar ên bêserûber belav bûbûn, wê jî kontrolkirina aktîv a HTŞˊê ji bo berjewendiyên serweriya dewleta Tirk qels kir.

Di 28ˊê Kanûna 2024ˊan de hikumeta veguhêz ji nû ve sazûmankirina Wezareta Parastinê ragihand; di navbera biryarên bilindkirina rutbeyan û erkdarkirinan hatin dayîn. Murhef Ebû Qesra ji bo wezîrê parastinê, Elî Nûredîn El Neisan bi rutbeya lîwa ji bo serfermandariyê, bi dehan serbaz jî hatin tayînkirin. Vê yekê, ji ber tevlêkirina kesayetên binpêkirin û sûcên şer kirine, tevlêkirina endamên biyanî yên meylên radîkal nîqaşên berfireh çêkirin.

Di vê sazûmaniyê de, "20 firqeyên leşkerî" hatin avakirin û li tevahî herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola HTŞˊê de hatin parvekirin, ji wan 4 kom li Helebê hatin bicihkirin. Di nav wan 4 koman de komên çete mîna "Hemzat, Emşat" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û komên Îslamî weke Partiya Îslamî ya Turkistanî, hene.

4 FIRQEYÊN LEŞKERÎ YÊN LI HELEBÊ

FIRQEYA 60ˊAN

Li parêzgeha Helebê bi cih dibe, serkirdeyê wê Salih Emorî yê bi "Ebû Nafi" tê naskirin. Ji bajarê Ezazê ye, destên wî di gendelî, dizî û bazirganiya nerewa de heye. Li gorî raporên xwecihî, wî milkên giştî kirine milkên xwe yên taybet, tora fihûşê û firotina hişbirê ava kiriye. Li Efrîna ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin li dijî sivîl gelek sûc kirine. Vê firqeyê di vê dawiyê de êrişî nuqteyeke ewlehiyê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiriye.

FIRQEYA 76ˋAN

Serkirdeyê wê Seyfedîn Bolad e, bi "Ebû Bekir" tê nasîn. Serbazekî berê yê îstîxbarata Sûriyeyê bû, di 2012ˊan veqetî û dûre tev li çeteyên "Hemzat" ên bi piştgiriya dewleta Tirk bû. Ebû Bekir tev li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî xaka Sûriyeyê, weke "Diri Firat" anku "Mertala Firatê", "Çilqila Zeytûnê" bû û li dijî sivîlan socên hovane kirin. Ji ber wê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ew di Tebaxa 2023ˊyan de xiste lîsteya cenazayn.

FIRQEYA 80’YAN

Serkirdeyê wê Xalid El Omer ê bi nav "Ebû El Yeman" tê nasîn e. Ew serbazekî berê yê rejîma Baasˊê bû. ji 2012ˊyan ve tev li teşkîlatên îslama radîkal bû. Navê bi sûcên koçberkirinê û revandinê yên li herêmên Tirkiyeyê dagir kirine ve hat girêdan, ew berpirsê dîlgirtina şervana YPJˊê Çîçek Kobanî di 2019ˋan de bû.

FIRQEYA 72ˊYAN

Serkirdeyê wê bi fermî nehatiye îlankirin, lê Dogan Silêman ji bo yek tûgayên firqeyê hat tayînkirin. Silêman bi beşdarbûna di kiryarên firotina çekan ji çeteyên DAIŞˊê re, pêkanîna sûcên revandin, qetilkirin, şantajkirinê, şandina çeteyan bo Lîbya û Nîjerê bi fermanên dewleta Tirk hate tawanbarkirin.

Digel vê dîmena bigirêk de, aşkera bû ku serweriya rast a bajarê Helebê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.

(fr)

ANHA