QSD'ê êrişa çeteyên DIAŞ'ê li dijî gundewarê Dêrazorê têk bir

QSD'ê êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li dijî bajarokê Behra Wista yê rojhilatê Dêrazorê têk bir. Di encamê de 5 şervanên QSD'ê şehîd bûn û yekî din birîndar bû.

QSD'ê êrişa çeteyên DIAŞ'ê li dijî gundewarê Dêrazorê têk bir
25 îlon, 2025   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî bajarokê Behra Wista têk bir. Di encamê de pevçûnên giran qewimîn û 5 şervan şehîd bûn û yekî din birîndar bû.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û soza tolhildana wan û domandina têkoşînê hat dubarekirin.

(mh)