Ji bo bîranîna rojnameger Seyît Evran Komuna Çapemenî û Dîjîtalê hat avakirin

Li bajarê Cinêvê ya Swîsreyê ji bo jiyandina bîranîn û mîrateya rojnamegeriyê ya rojnameger-nivîskar û pêşengê çapemeniya azad Seyît Evran, ji bo ragihandina bîra civakî û nirxên çandî yên gelê Kurd û nifşên pêşerojê Komuna Çapemenî û Dîjîtalê hat avakir

Ji bo bîranîna rojnameger Seyît Evran Komuna Çapemenî û Dîjîtalê hat avakirin
21 mijdar, 2026   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Kurd û dostên wan ên ku li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê hatin ba hev, Komuna Çapemenî û Dîjîtalê ya Şehîd Seyît Evran a Cinêvê ragihandin. Daxuyaniya têkildarî avakirina komunê ji aliyê nûçegihan Veysel Kuşkanadi ve hat parvekirin.

Kuşkanadi diyar kir ku xwedîderketina li ziman, çand, dîrok, nasname û nirxên civakî yên gelê Kurd berpirsiyariyeke hevpar e û da zanîn ku bi armanca pêşxistina jiyana rêxistinkirî ya li dîasporayê, mezinkirina piştgiriya civakî û ragihandina nirxên çandî ji bo nifşên pêşerojê gaveke wiha hatiye avêtin.

BÎRA CIVAKÎ Û NIRXÊN ÇANDÎ WÊ WERIN JIYANDIN

Di nav qadên xebatê yên sereke yên Komuna Çapemenî û Dîjîtalê ya Şehîd Seyît Evran a Cinêvê de xuyakirina xebatên çand, huner, wêje, dîrok û jiyana civakî ya gelê Kurd cih digirin.

Di heman demê de tê armanckirin ku çalakiyên tên lidarxistin werin tomarkirin, belgekirin, arşîvkirin û bi raya giştî re werin parvekirin û di navbera xebatên civakî yên li dîasporayê de ragihandin û piştgirî were pêşxistin.

Kuşkanadi anî ziman ku qada çapemenî û dîjîtalê ne tenê ji parvekirina nûçeyan pêk tê, di heman demê de ji bo avakirina bîra kolektîf a civakê û ragihandina berhevkirina wê ya çandî ji bo nifşên pêşerojê jî xwedî berpirsiyariyeke girîng e.

‘SEYÎT EVRAN XWEDÎ MÎRATEYA ROJNAMEGERIYÊ YA ZÊDETIRÎ 30 SALAN BÛ‘

Kuşkanadi diyar kir ku komîn diyarî bîranîna rojnameger - nivîskar Seyît Evran ê ku di 22’yê Îlona 2023’yan de şehîd ketibû hatiye kirin û destnîşan kir ku Evran di jiyana xwe ya rojnamegeriyê ya zêdetirî 30 salan de li her çar parçeyên Kurdistanê û di şert û mercên herî dijwar de rojnamegerî kiriye û ji bo ku rastiya gelê Kurd bi pênûs û kameraya xwe ji cîhanê re ragihîne ked daye.

Kuşkanadi anî ziman ku Seyît Evran yek ji kedkarên girîng ên kevneşopiya çapemeniya azad bû û li pey xwe berhevkirineke girîng a rojnamegeriyê, berhemên nivîskî û arşîveke xurt hiştiye ûbi bîr xist ku Evran rojnamegerî ne tenê wekî pîşeyekê, wekî berpirsiyariya parastina bîra civakî û tomarkirina heqîqetê didît.

Veysel Kuşkanadi di daxuyaniya li ser navê komînê de, gotinên Evran ên di peyama wî ya dawî de ku digot: “Ez Kurd bûm û diviyabû gelê min jî azad bûya. Ji bo vê yekê heta nefesa xwe ya dawî min pênûs û kameraya xwe bi kar anî, min gotina xwe got” bi bîr xist.

 ‘MÎRATEYA SEYÎT EVRAN WÊ JI BO NIFŞÊN PÊŞEROJÊ WERE RAGIHANDIN‘

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bîranîna Seyît Evran wê ne tenê bi gotinê; wê xebatên çapemenî, çand, huner, belgekirin, arşîvkirin û jiyandina bîra civakî ber bi pêşerojê ve were ragihandin.

Kuşkanadi bang li gelê Kurd ê li Cinêvê, ciwanan, jinan, hunermendan, rewşenbîran, kedkarên çapemeniyê û dostan kir ku piştgiriyê bidin xebatên komînê.

Veysel Kuşkanadi bal kişand ser girîngiya hevpariya agahî, belge, wêne û arşîvan û banga ji bo hilberîna bi hev re û mezinkirina piştgiriya ji bo parastina bîra hevpar, jiyandina nirxên civakî û ragihandina wan ji bo nifşên pêşerojê dubare kir.