Li Idlibê di teqînekê de 5 kes mirin

Di teqîna mayînekê li gundê Um Xizêm ê Xan Şêxon ê başûrê Idlibê de 5 kes mirin û hin jî birîndar bûn.

Li Idlibê di teqînekê de 5 kes mirin
22 mijdar, 2026   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Um Xizêm ê Xan Şêxon ê başûrê Idlibê mayînekê teqiya, 5 kes di nav de jî zarok jiyana xwe ji dest da û hejmarek birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku teqîn li hundirê gund çêbûye, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn. Ev bûyer balê dikişîne ser xeteriyên berdewam a ji ber bermahiyên şer li ser jiyana welatiyan.

(f)