Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarên Qunyetrayê bûn

Hêzên Îsraîlê li Quneytrayê benda kontrolê danî, derbasî herêman bûn û balafirên şer li ser parêzgehê geriyan.

Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarên Qunyetrayê bûn
21 mijdar, 2026   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê li ser rêya di navbera Eyn El Bîda û Cebata El Xeşeb a gundewarên bakurê Quneytrayê benda kontrolê danî û kesên diçûn û dihatin kontrol kirin.

Her wiha derbasî gundê Bîr Ecem ê başûrê gundewarên Quneytrayê bû û ber bi gundê Berîqa ve çû.

Balafirên şer ên Îsralîlê jî li ser parêzgeha Quneytrayê digeriyan.

Îro sibê jî hêzên Îsraîlê li gundê El Mişêrfa yê gundewarên Quneytrayê bendeke kontrolê ya demkî danîbû.

(np)