Hêvîn Silêman: Îtîfaqa Helebê asteng dikin

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman diyar kir ku çareserî tenê bi dan û standinên navxweyî pêk tê. Hêvînê bi bîr xist ku peymana 10’ê Adarê û ya 1’ê Nîsanê dergehên çareseriyê ne.

Hêvîn Silêman: Îtîfaqa Helebê asteng dikin
25 cotmeh, 2025   02:35
HELEB
XEYS ŞEMSELDÎN

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Hêvîn Silêman bal kişand ser civîna roja 20’ê Cotmehê ya di navbera komîteya leşkerî ya QSD’ê û şandeya hikumeta veguhêz de û got: “Piştî berxwedana şêniyên her du taxan pêk hat. Encama wê jî vegerandina peymana 1’ê Nîsanê ye.”

Hevdîtina 20’ê Cotmehê li bajarê Tebqayê bi beşdariya nûnerên Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundir bi rê ve çû. Di civînê de aloziyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin nîqaşkirin.

Hêvîn Silêman da diyarkirin ku di civînê de hin mijarên girîng hatin nîqaşkirin; ji nû ve pratîzekirina peymana 1’ê Nîsanê, pêwîst e astengiyên li pêşiya şêniyên her du taxan werin rakirin, tevgera leşkerî û heta vekirina rêyên derdora her du taxan werin rakirin û dorpêça hatiye ferzkirin bi dawî bibe.

Hêvîn Silêman civîn erênî nirxand û da zanîn ku ji bo pêkanîna aştiyê gaveke girîng e, ji ber ku her du tax ji civaka Helebê ne cuda ne.

Hêvîn Silêman têkildarî vekirina rêyên derdora her du taxan ên hatibûn girtin jî ev agahî da: “Di civînê de mijara vekirina rêyan hate nîqaşkirin. Ji wan jî rêya di navbera Heleb û Dêr Hafirê. Ji ber ku girîngiya vê rêyê ya di peydakirina pêdiviyan û sotemeniyê heye. Niha ev rê bûye meydana aloziyên siyasî û rastî gelek destwerdanên derve tê. Ev jî pirsgirêkê kûrtir dike.”

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji 25’ê Îlonê ve rê nade madeyên jiyanî yên sereke, sotemenî û madeyên avahîsaziyê derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê werin kirin.

Hêvîn Silêman bi bîr xist ku ew ji bo vekirina hemû rêyan kar û xebatên xwe didomînin û da zanîn ku ji bilî rêya Dêr Hafirê 3 rêyên din girtî ne, ew jî rêya El Cezîrê, rêya Çerxerêya El Lêremûn û Çerxerêya El Cendûl in.

Li ser astengiyên pêş jî Hêvîn Silêman aşkera kir: “Hin komên nerêxistinkirî yên di nava hikumeta veguhêz de cih girtine. Li gorî peymanan tev nagerin û biryarên hikumeta veguhêz pêk naynin. Ev pratîzekirina peymanan asteng dike. Ev ne tenê di mijarên pêkanîna peymanê de ye, lê belê li gorî berjewendiyên derve tev digerin. Ev jî li dijî xalên peymanê ye. Ji ber wê jî gavên pratîk ên mayînde pêk nayên.”

Hêvîn Silêman di dawiya axaftina xwe de got çareserî tenê bi dan û standinên navxweyî û dûrî destwerdana derve pêk tê û ev tişt anî ziman: “Peymanên 10’ê Adarê û 1’ê Nîsanê dergehên çareseriyê ne. Çareserî bêyî pêkanîna wan ne pêkan e. Şer tu carî nebûye rêya çareseriyê. Berovajî wê alozî û nakokiyan kûrtir dike.”

(dc)

ANHA