Nexweşên astimê bê beramber tên dermankirin

Nexweşxaneya Gel a Hesekê bê pere xizmetê ji nexweşên astimê û rewşên bêhgirtinê re pêşkêş dike.

Nexweşên astimê bê beramber tên dermankirin
25 cotmeh, 2025   05:05
HESEKÊ
BOTAN HISÊN – HINAR ÎBREHÎM

Nexweşxaneya Gel a Hesekê ya kantona Cizîrê xizmeta dayîna oksîjenê ji nexweşên astimê (rebû) û rewşên bînçikandinê re pêşkêş dike.

Rewşa hewayê ya Hesekê di dawiya demsala havînê û destpêka payîzê de bi zêdebûna tozê û bageran tê naskirin. Ev dibe sedem ku nexweşên astimê û kesên di pişikên wan de pirsgirêk hene astengiyên bîndanê bikişînin. Di vê demê de rewşa hewayê tê guhertin û di nava zarokan de jî pirsgirêkên tenduristî zêde dibin.

Der barê mijarê de hemşîreya di Nexweşxaneya Gel a Hesekê de Mîrav Xelef ev agahî da: “Hemû xizmetên beşa me bê pere ne. Nexweşên ji hemû temenan serdana me dikin.’’

Rojane di navbera 30-40 nexweş serlêdana vê beşê dikin ku 24 saetan vekirî ye. Ji destpêka meha Cotmehê ve 300 nexweşên pirsgirêkên wan ên pişikê hene û 147 nexweşên astimê hatine pêşwazîkirin.

Di sala derbasbûyî de Nexweşxaneya Gel a Hesekê 2 hezar û 500 nexweş pêşwazî kiribûn.

(dc)