Starmer di hevdîtina Zelensky de daxwaza pêşxistina şiyanên leşkerî kir

Serokwezîrê Brîtanyayê di hevdîtina xwe ya bi serokê Ukraynayê re li Londonê de daxwaza pêşxistina şiyanên leşkerî yên Ukraynayê kir, nexasim di warê çekên dûravêj de.

Starmer di hevdîtina Zelensky de daxwaza pêşxistina şiyanên leşkerî kir
24 cotmeh, 2025   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro, beriya civîna "Koalîsyona dilxwazan" a ji bo dewletên dixwazin garantiyên ewlehî pêşkêşî Kîevê bikin, bi serok Volodymr Zelensky re civiya û daxwaza zêdekirina teslîmkirina çekên dûravêj ji bo Ukraynayê kir.

Starmer di hevdîtinê de got, "Ez texmîn dikim, em dikarin şiyanan zêde bikin, bi taybet di aliyê şiyanên dûravêj de. Bi rastî jî xebatek teware ji aliyê Koalîsyona Dilxwazan ve der barê garantiyên ewlehiyê yên guncaw de hene."

(fr)