Fîras Qesas: Parlamento bê îradeya gel hatiye avakirin

Serokê Partiya Nûjenî û Demokrasiyê li Sûriyeyê Fîras Qesas diyar kir ku endamên parlamentoya Sûriyeyê demokratîk nehatine hilbijartin û taloqkirina civîna parlamentoyê tu nirxekî xwe yê siyasî nîn e.

Fîras Qesas: Parlamento bê îradeya gel hatiye avakirin
29 hezîran, 2026   03:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Partiya Nûjenî û Demokrasiyê li Sûriyeyê Fîras Qesas li ser mekanîzmeya hilbijartina endamên parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) ji ajansa me re axivî. 

Qesas got, pirsgirêk ne taloqkirina civîna parlamentoyê ye, lê rê û rêbazên hilbijartina endamên parlamentoyê û rola ku dane wan pirsgirêk e. Qesas got: "Di raya giştî de gotin endamên parlamentoyê hatine hilbijartin, lê hilbijartin çênebû, endam jî ji aliyê rejîma heyî ve hatin diyarkirin."

Fîras Qesas bi bîr xist ku endamên parlamentoyê ji sêyan yek ji aliyê serokê rejîma niha ve hatin hilbijartin û yên dîtir ji aliyê desteyên ku serok tayîn kirine, hatin diyarkirin.

Qesas destnîşan kir ku divê gel endamên parlamentoyê bi rêya hilbijartinan diyar kiribana, lê ev yek çênebû.

Der barê rola parlamentoyê de jî Qesas got, şeklî ye û tu nirxê wê nîn e. Têkildarî taloqkirina civîna yekem a parlamentoyê jî Qesas anî ziman got tu sedemekî girîng nîne heyanî talok dikin. Di pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê hilbijartina endamên parlmantoyê girîng bû, lê taloqkirina civîna parlamentoyê bi qasî wê ne girîng e.

Fîras Qesas got, rejîm bêrêziyê li civaka Sûriyeyê û hemû aktorên wê yên siyasî re dike û ev li gotinên xwe zêde kirin  "Diyar dibe ku rejîm çiqasî li ser jiyana giştî serwer e û bi tena xwe aqûbeta Sûriyeyê diyar dike û girîngî nade îradeya gelê Sûriyeyê."

Ji bo destûr jî Qesas anî ziman ku heke li gorî destûrê û qanûnên tê de hatine nivîsandin, tev negerin tu nirxên wê yên destûr nîn e û got, çi garantî dide ku desthilatiya îradeya artêşê tê de li pêşe dê rêz bide destûrê Sûriyeyê û pêk bîne. 

Di dawiyê de Serokê Partiya Nûjenî û Demokrasiyê li Sûriyeyê Fîras Qesas got endamên parlamentoyê demokratîk nehatin hilbijartin û divê mirov pişta xwe nede parlamentoyê.

(np)

ANHA