Kadar Pîrê: Daxuyaniya QSD‘ê pirsgirêka kurdî ber bi mafên siyasî û destûrî ve dibe

Rêveberê Navenda Kurdên Bê Sînor, Kadar Pîrê diyar kir ku daxuyaniya Fermandarê Giştî yê QSD‘ê ku ji parastina Sûriyeyê ber bi avakirina welêt ve diçe, ji bo pirsgirêka Kurd guhertinek girîng e. Pîrê got ku ev gav rêyek siyasî û destûrî ji bo misogerkirina mafên Kurdan û xurtkirina nenavendîbûnê vedike.

Kadar Pîrê: Daxuyaniya QSD‘ê pirsgirêka kurdî ber bi mafên siyasî û destûrî ve dibe
29 tebax, 2026   02:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 25`ê Tebaxê de, Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî ji Qesra Gel a li Şamê dawiya mîsyona QSD`ê wekî hêzek leşkerî ya serbixwe, piştî entegrebûna wê bi tugayên artêşê re ragihand. 

Têkildarî mijarê rêveberê Navenda Kurdên Bê Sînor, Kadar Pîrê diyar kir ku pêşketinên dawîn ên têkildarî siberoja entegrasyonê beşek ji veguherînên ku li Rojhilata Navîn diqewimin in. Her wiha da zanîn ku pirsgirêka Kurd ji van guhertinan ne cuda ye, lê di dilê wan de ye û bi pêşketinên bi beşên din ên Kurdistanê ve girêdayî ye.

JI EWLEHIYÊ BER BI DOZA SIYASÎ Û DESTÛRÎ VE

Der barê gelo pirsgirêka Kurd bi rastî ji mijarek ewlehî û leşkerî veguheriye mijarek siyasî û destûrî, Pîrê diyar kir ku Kurd ji destpêka serhildana Sûriyeyê ve û heta berê niha jî daxwaz dikin ku pirsgirêka wan ji mijarek ewlehiyê veguhere mijarek siyasî û destûrî.

Her wiha destnîşan kir ku rejîma Baasê ji bo girtina pirsgirêka Kurd û bicihkirina wê di çarçoveyek ewlehiyê de xebitî û da zanîn ku pêşketinên li Sûriyeyê ji destpêka serhildanê ve cewherê pirsgirêkê guhertiye, ew ji çarçoveyek ewlehiyê veguhestiye çarçoveyek têkildarî gel, erd û mafan.

Kadar Pîrê mijarên ku dê di qonaxa bê de bibin mijara têkoşîna siyasî wiha rêz kirin " Destnîşankirina nasnameya cuda ya herêmên Kurdî, dîtina formulekê ji bo rêveberiya herêmî an nenavendîkirinê, her wiha garantîkirina perwerdehiya bi zimanê Kurdî. "

Pîrê da zanîn ku daxwaza van mafan dê berdewam bike heya ku gelê Kurd mafên xwe yên tevahî bi dest bixe.

TIŞTÊ TÊ XWESTIN HEVKARIYEK SÛRIYEYÎ YE, NE TENÊ ENTEGRASYONA LEŞKERÎ

Têkildarî gelo wê qonaxa nû bibe sedema hevkariyek Kurdî-Sûriyeyî di nav dewletê de an jî bi entegrasyona leşkerî ve sînordar be, Pîrê ev nirxandin kir "Pêvajoya entegrasyona leşkerî zelal e. Tiştê ku di qonaxa bê de hewce ye ew e ku ji pêkanîna rêkeftinên leşkerî derbasî xebata siyasî û destûrî bibin. Têgihîştinên berê li ser wê yekê bû ku QSD`ê di nav avahiya leşkerî de bibe beşek ji artêşa Sûriyeyê û ev alî bi rêya pêvajoya entegrasyonê hatiye bidestxistin. Lê belê, ji bo Kurdan û pirsgirêk li wir bi dawî nabe.

MAFÊN NETEWEYÎ Û AVAKIRINA SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK JI HEV CUDA NABIN

Derbarê ka partiyên Kurdî dê di qonaxa bê de bi Şamê re çawa tevbigerin û gelo divê ew li ser daxwaza mafên neteweyî yên zelal bisekinin an jî xwe wekî hevkarên avakirina dewleteke demokratîk a Sûriyeyê nîşan bidin, Pîrê got ew cudabûnê di navbera her du rêyan de nabîne.

Pîrê diyar kir ku daxwaza mafên neteweyî yên Kurdan ne li dijî banga avakirina dewleteke demokratîk, nenavendî, laîk û piralî ye, lê daxwaz bi hev ve girêdayî ne.

Pîrê diyar kir ku israrkirina li ser misogerkirina mafên neteweyî yên gelê Kurd, wekî gelekî ku li ser axa xwe û di nav erdnîgariya xwe de dijî, divê beşek ji projeya avakirina Sûriyeyeke demokratîk û piralî be. Her wiha  bang kir ku bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê re bixebitin da ku van prensîban di destûrê de bicîh bikin.

Li gorî Pîrê, bidawîbûna statuya leşkerî ya serbixwe ya QSD`ê nayê wateya bidawîbûna têkoşîna siyasî ya Kurdan. Berevajî vê, alavên xebatê hatin guhertin, bingeha vê xebatê wê misogerkirina mafên Kurdan di destûrê de, xurtkirina nenavendîbûnê û beşdarbûna  di avakirina dewletek demokratîk a Sûriyeyê de be.

(k)

ANHA