Ferzende Munzur: Wê kampanya berfirehtir bibe

Endamê rêveber ê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê diyar kir ku kampanyaya navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dewam dike, li ser astên siyasî, dîplomasî û girseyî berfireh dibe û got divê sala bê ji bo gelên Kurd û Tirkiyeyê bibe sala azadî, aştî û demokrasiyê.

Ferzende Munzur: Wê kampanya berfirehtir bibe
10 cotmeh, 2025   06:40
QAMIŞLO

Di 10ˊê Cotmeha 2023ˊyan de kampanya navneteweyî ya bi diruşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî", hemwextî salvegera komploya navneteweyî ya di 9ˊê Cotmeha 1998ˊan de li dijî Rêber Abdullah Ocalan, hat destpêkirin.

Piştî 2 salan ji destpêkirinê, kampanya bi planên nû yên bi armanca berfirehkirina çarçoveya xwe ya siyasî û dîplomasî dewam dike, da ku bigihîje armancên xwe yên bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêşvebirina rêya aştî û çareseriya demokrasiyê.

KAMPANYAYÊ ARMANCÊN XWE PÊK ANÎN, PLANÊN PÊŞ ÇI NE?

Girêdayî mijarê, endamê rêveber ê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û şehîdên azadiyê yên di oxira parastina wî de canê xwe daye bi bîr anîn û got: "Armanca ji komployê bêparhiştina gelê Kurd ji azadiyê, hepiskirina fikrên Rêbertî yên ronakbîrî bû. Lê gelê Kurd û Rêbertî bi vîna xurt li hemberê sekinîn. Êdî Rêbertî îro sembola cîhanî ya azadî û aştiyê ye."

Munzur diyar kir ku armanca bingehîn ji komployê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriyeke adilane ya pirsgirêka Kurd e.

Munzur destnîşan kir ku ev armanc hîna bi giştî pêk nehatine, ji ber ku hîna tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Lê kampanyayê realîsteke nû li ser astên siyasî û gel pêk anî û derî li pêş qonaxeke nû ya dan û standinê ji bo çareseriyê vekir.

Di dewama axaftina xwe de kampanya dewam dike û wê bi awayekî berfireh bidome heta ku bigihîne armanc û encamên xwe û dê bikeve xizmetî pêvajoya aştiyê. Vê kampanyayê piştgiriyeke berfireh ji tevgerên demokratîk, jinan, rêxistinên hiqûqî û akademisyenên xelata Nobelê wergirtine, wergirt.

Munzur da zanîn ku xebat ji bo berfirehkirina tevlêbûna li vê kampanyayê didomin da ku zexteke siyasî û dîplomatîk li navendên biryardanê yên Tirkiyeyê û Ewropayê bê kirin.

Munzur got: "Divê em pêkhatinên di 2 salên borî de binirxînin û bizanin kampanya gihîştiye ku derê, çi encam bi xwe re anîn, da ku em planên nû yên bilindkirina asta çalakiya siyasî û girseyî jê re deynin."

ÇAWA KAMPANYA DIKARE BIBE PIŞTGIRIYA SERKEFTINA PÊVAJOYA AŞTIYÊ?

Der barê vê mijarê de Munzur bal kişand ser derfeta lidarxistina çalakiyên demokratîk ên bibandor, da ku bibin hêza piştgir ji bo pêvajoya aştiyê û da zanîn ku divê ew jî bi rêya têkoşîna li ser asta hiqûqî, dîplomasî, civakî û çandî bên kirin.

Munzur banga bidwîkirina komployê û armancên, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku nêrîna Rêber Abpo pêkanîna aştiya mayînde di navbera gelên li Rojhilata Navîn de li ser bingeha wekhevî, azadî û demokrasiyê ye. Munzur diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd û dehfdana Tirkiyeyê ber bi demokrasiyê ve wê bahoza şer û pevçûnên li herêmê bi dawî bike.

Munzur diyar kir ku Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a sûriyeyê wê çalakiyên xwe yên siyasî, dîplomasî û hiqûqî bi hevkariya saziyên Ewropa û navneteweyî re bidomîne û got: "Ew bi hêvî ye sala bê ji bo gelê Kurd û tevahî gelên herêmê bibe sala azadî, aştî û demokrasiyê."

(fr)

ANHA