Di sala 6'an a koçberiyê de koçberên Serêkaniyê daxwaza vegera ewle dikin

Di sala 6'emîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê de, şêniyên ku bi darê zorê ji bajêr koçber bûne, daxwaza xwe ya misogerkirina vegereke ewle û derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dubare kir.

Di sala 6'an a koçberiyê de koçberên Serêkaniyê daxwaza vegera ewle dikin
10 cotmeh, 2025   03:45
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Di encama dagirkeriyê de bi hezaran malbat bi darê zorê hatin koçberkirin û li kampên Serêkaniyê û Waşokanî û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di şert û mercên zehmet de dijîn. Lê dîsa jî daxwaza wan a vegera ewle ya li bajarên xwe lawaz nebûye.

Koçberên li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê dimînin, diyar kir ku bajarê wan berî dagirkeriyê geş bû, tê de jiyan hebû, lê piştî dagirkeriyê ew bû bajarê binpêkirin, talankirin, revandin, koçberkirin û guhartina demografiyê.

Mehmûd El Mihemed ê ji gundê Um El Dibis ê rojhilatê Serêkaniyê ku li Til Temirê dimîne got: "Ev 6 sal e em di hundirê welatê xwe de di xurbetiyê de ne. Dagirkirina bajarê me ne tenê leşkerî bû, ew hewldana qutkirina me ji kokê de bû.”

El Mihemed banga vegereke ewle ya bê merc kir û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin.

Jina ciwan Zehra Emîn a ji Serêkaniyê jî banga derxistina çeteyên dewleta Tirk a dagirker û malbatên wan ên ku ji derveyî bajêr anîne dubare kir. Zehra Emîn got: "Tevî ku em ji bajarê xwe yê dagirkirî dûr in, lê dîsa jî girêdana me pê re qut nebû. Em her tim li qadan in. Eger pêwistî hebe ji bo ku em bajêr ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin, em ji bo şer jî amade ne.”

Mehmûd Ebdî Emîn ê ji gundê Um Şeîfe yê Serêkaniyê jî got her merc çi bin jî, ew dev ji mafê vegera ewle ya li gund û bajarê xwe bernadin û got: "Mayîna me li Til Temirê peyamê dide dagirkeriya Tirk û cîhanê ku em hîn li ser soza xwe ne. Em bajarê xwe ji bîr nakin û tu carî qebûl nakin ku em heta hetayê koçber bin. Vegera me nêzîk e.”

Emîn da zanîn ku li bajêr hewldana tunekirina nasnameya wî wekî pêkanîna sûcên revandin, talankirin û destdanîna ser mal û milkê şêniyan zêde ne. Her wiha got dagirkirina bajêr û dengê balafir û mûşekan bandoreke neyînî li derûniya zarokan kir û di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe ya vegerê dubare kir.

(mh)

ANHA