Li Qamişloyê sempozyûma rewşa jîngehê hat lidarxistin

Zanîngeha Rojava, Saziya Jina Azad a Sûriyeyê û rêxistina DALO bi piştgiriya weqfa Schmitz-Stiftung a Almanî, “Sempozyûma Herêmî ya COP31- Ji Pabendbûnên Avhewayê yên Gerdûnî ber bi Çalakiya Herêmî” li dar xistin. Di sempozyûmê de bal hat kişandin ser rewşa jîngeha herêmê, pêşniyar û nîqaş hatin kirin.

Li Qamişloyê sempozyûma rewşa jîngehê hat lidarxistin
Li Qamişloyê sempozyûma rewşa jîngehê hat lidarxistin
Li Qamişloyê sempozyûma rewşa jîngehê hat lidarxistin
Li Qamişloyê sempozyûma rewşa jîngehê hat lidarxistin
Li Qamişloyê sempozyûma rewşa jîngehê hat lidarxistin
Li Qamişloyê sempozyûma rewşa jîngehê hat lidarxistin
Li Qamişloyê sempozyûma rewşa jîngehê hat lidarxistin
Li Qamişloyê sempozyûma rewşa jîngehê hat lidarxistin
Li Qamişloyê sempozyûma rewşa jîngehê hat lidarxistin
Li Qamişloyê sempozyûma rewşa jîngehê hat lidarxistin
22 mijdar, 2026   15:46
QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava, Saziya Jina Azad a Sûriyê û rêxistina DALO bi piştgiriya weqfa Schmitz-Stiftung a Almanî, “Sempozyûma Herêmî ya COP31- Ji Pabendbûnên Avhewayê yên Gerdûnî ber bi Çalakiya Herêmî” li dar xistin. Sempozyom li Hola Zanîngeha Rojava pêk hat. Mamoste, xwendekar, endamên saziyên ekolojîk beşdarî sempozyomê bûn. 

Di sempozyumê de mijarên di bin sernavên “Pêşvebirina Berdewamiya Jîngehê û Vegerandina Ekolojîk”, “Ji Armancên Gerdûnî Ber bi Çalakiya Herêmî”, “Nirxandina Jîngeh û Cîhê ya Kalîteya Hewayê di Ronahiya Bajarî de”,“Berfirehkirin û Çavkaniyên Emisyonên Herêmî li Bajarê Qamişloyê”, “Jin wekî Ajokarên Pêşerojek Berdewam - Hişmendiya Jîngehê”, “Vegerandin û Çalakiya Avhewayê ya Herêmî li Qamişloyê” û “Perspektîfên Jîneolojiyê: Ji Wêrankirina Xwezayê Ber bi Jiyanek Ekolojîk” hatin nîqaşkirin.

Cîgirê Hevserokatiya Zanîngeha RojavaFerhan Hesen pêşwaziya beşdaran kir û semînera destpêkê da. Di semînerê de bal hat kişandin ser rewşa Enerjî û Emîsyonên Karbondîoksîtê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa jîngehê li herêma Rojava.

“ROJAVA BI KRÎZEK ENERJÎ Û JÎNGEHÊ RE RÛ BI RÛ YE”

Ferhan Hesen diyar kir ku herêma Rojava bi krîzek enerjî û jîngehê re rû bi rû ye û got: “Tevî ku çavkaniyên girîng ên petrol û gazê li herêmê hene, lê li herêmê elektirîk kêm e. Her wiha ji ber bikaranîna jeneretorên mazotê û rêbazên rafîneyên pertolê, bandorek neyînî li ser avhewaya herêmê, rewşa tenduristî ya şêniyan dike. Dibe sedemê qirêjiya avê, hişkahiya zeviyan.”

Ferhan Hesen weke çareserî jî avakirina toreke çavdêriyê li deverên pîşesazî û zeviyên petrolê, testên peryodîk ên ava sererd û binerk, axê bên kirin, ava qirêj bê paqijkirin, rêvebirina berhamiyan bê başkirin û pêşî li şewitandina wan bê girtin. Ji bo veguherandina vê nirxandina destpêkê bo envanterek hejmarî ya piştrastkirî, tê pêşniyar kirin ku rêbaza Envantera Gazên Serayê ya Panela Navdewletî ya li ser Guherîna Avhewayê (IPCC) were sepandin, ku sînorên erdnîgarî, demkî û sektorî diyar bike. Analîz nîşan dide ku Rojava bi du dijwarîyan re rû bi rû ye: dabînkirina hewcedariyên xwe yên enerjiyê û çareserkirina zirara jîngehê ya berhevkirî. Tevî ku xwediyê çavkaniyên girîng ên petrol û gazê ye jî, ev çavkanî ji ber binesaziya zirardar û şiyanên teknîkî û aborî yên qels nehatine veguheztin pergalek enerjiyê ya aram û domdar.”

“DI ENCAMA LÊKOLÎNÊN ME DE, BAJARÊ QAMIŞLO DI ALIYÊ PAQIJIYA HEWAYÊ, PLANSAZIYA BAJAR Û BELAVBÛNA ŞÎNATIYÊ DI XETERIYEKÊ DE YE”

Mamosteyê beşa Çandinî yê Zanîngeha Rojava Xoşnav Qasim encamên lêkolîna ku li ser avhewaya Qamişloyê çêkirine parve kir. Lêkolîn bi sernava “Nirxandina Jîngehî û Cihwerî ya Kalîteya avhewaya Qamişloyê” hat pêşkêşkirin. Xoşnav Qasim wiha got: “Me dît ku girînge em lêkolînek zanistî çêbikin. Me bi rêya hinek amûran paqijiya hewayê û belavbûna şînatiyê pîva. Me hinek armanc bi destxistin û ev encam pir xeternak bûn. Me Qamişlo li çar beşan cuda kir û destpêkê firehiya rêyan pîva. Piraniya herêmê derket holê ku rê pir teng bûn. Ev jî nîşan dide ku bajar bê rêkûpêk hatiye avakirin. Analîza din belavbûna şînatiyê bû. Di belavbûna şînatiyê jî hevsengiyek pir xirab heye. Ya din jî paqijiya hewayê bû. Asta rûtûbetê, rêjeya çûn û hatina tirafîkê, asta karbondîoksîtê û hwd. Encama derket pir xeternak e. Hêjmara herî zêde ya penceşêrê li ser asta Sûriyeyê, herêma Cizîrê ye. Piştî me lêkolîn temam kir, em ê rewşa lezgîn bigihînin tevahî saziyên ekolojîk û cihên eleqeder. Rewşa çêbûyî ji nezaniya me ye, ji bo wê dema çi biryar bê girtin divê zanistî be. Divê asta şînatiyê zêde be. Divê rewş bê şopandin. Taybet Desteya Ekolojîk kontrolkirina hewayê ji xwe re weke erkekî bibîne.”

“PROJEYÊN ME HENE JI BO PAQIJKIRINA AVÊ Û HEWAYÊ”

Rêveberê Enstîtuya Zanist û Teknolojiya Nûjen a Zanîngeha Rojava Heyder Saify diyar kir ku cîhana ku ew lê dijîn di gelek aliyan de pirsgirêk hene û wiha domand: “Xebatên tên kirin jî, di asta axaftinê de dimîne. Enstûtiya me gelek teknolojiyê danîne. Lê em qala teknolojî û rêbazan dikim ku ne di destê desthilatê, di destê civakê de be. Yek ji projeyên me ji bo paqijkirina avê ye, encama derket baş bû. Heta sedî 90 û 99 jî serkeftî bû. Me dît di avên me de bakterî jî hene. Me lêkolîn kir ku em çawa van bakteriyan paqij bikin. Projeya me heta asteke baş ku paqij dike. Dîsa gaza li herêma me pir madeyên bi zirar hene, dema me projeyên xwe bikaranîn dikare gazê jî paqij bike. Gelek projeyên me hene ku em pêk bînin. Lê rewşa ku Rojava û Zanîngeh tê de astengiyan li ber projeyên me çêdike, lê em ê bi xwe hewl bidin ku projeyên xwe pêk bînin.”

“DIVÊ HIŞMENDÎ BÊ GURHERTIN”

Ji Fakulteya Jineolojiyê mamoste Karolîn Ebasî bi sernava “Perspektîfên Jîneolojiyê: Ji Wêrankirina Xwezayê Ber bi Jiyanek Ekolojîk” semînerek da. Kalorîn bal kişand ser hişmendiya ku pirsgirêkên ekolojîk ava kirine û got: “Dema em li dîrokê dinêrin, hertim mirovan weke dayîkek didît û rêz ji xwezayê re hebû. Lê piştî avabûna desthilat û kapîtalîzmê xweza bû obje û mirov bû sûbje. Li vir kuştina xwezayê dest pê kir. Ev bi rêya pîşesazî, şer, kolonyalîzmê hat kirin. Li hember vê jî divê bê ku em li benda pergalek a ceza bimînin, divê em bixwe xweza û bajarên xwe biparêz in. Xwedî li herêma xwe derkevin. Lê ev divê bi rêya perwerdekirina civakê pêk bê û hişmendiya heyî bê guhertin.

Piştî semîneran nîqaş hatin meşandin. Hat diyarkirin ku pêşniyar û lêkolînên di vir de hatine kirin dê bên komkirin ji bo alîkariyê dê pêşkêşî cihên eleqedar û Neteweyên Yekbûyî bê kirin. Sempozyum bi nîqaşan bi dawî bû.

Mamosteyê Zanîngeha Rojava Ferhan Hesen di dawî de axaftina girtina sempozyûmê kir. Ferhan Hesen spasiya kesên beşdar kir û wiha axivî: “Saziyên me ku dema xebatê dikin, tenê di çarçoveyek teng de ye. Bi çandina daran an hinek gavên din. Ev kar bi nirx in, lê dikarîn gavên baştir biavêjin. Dîsa têkiliyek baş di navbera sazî, kesên çalakvan, kesên pispor û zanîngehê de lewaz e.”

(bî)

ANHA