Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi şahiyekê bi dawî dibe

Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya li Qamişloyê bi şahiyekê ku hunermend Ednan Kerîm beşdar dibe, bi dawî dibe.

Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi şahiyekê bi dawî dibe
Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi şahiyekê bi dawî dibe
Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi şahiyekê bi dawî dibe
Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi şahiyekê bi dawî dibe
20 mijdar, 2026   18:32
QAMIŞLO

piştî çend kêliyan Mîhrîcana 6’an a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi şahiyekê tê de hunermend Ednan Kerîm û girseya gel beşdar e li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi dawî dibe.

Di mîhrîcana 6’an de derhêner û sînamegerên ji dever û dewletên cuda beşdar bûn û fîlm, panel û gotûbêjên hunerî cih girtin.

Di mîhrîcanê de hunermendên ji beşên cuda yên Kurdistanê cih girtin û di dirêjahiya 8 rojan de 45 fîlmên curbicur ên ku mijarên gelek cuda dihewandin, hatin pêşandan. Her wiha mîhrîcanê eleqeyeke mezin dît û hejmareke zêde ya kesên ku bi hunerê re eleqedar in, beşdar bûn.

(f)