Tirkiyê zanîngehên xwe yên li Sûriyeyê girtin

Tirkiyê çend zanîngeh û peymangehên xwendina bilind ên girêdayî Zanîngeha Dîlokê û Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê li Sûriyeyê, girtin.

Tirkiyê zanîngehên xwe yên li Sûriyeyê girtin
21 mijdar, 2026   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyek îro ji hêla Merwan El Helebî, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî di hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, biryar ji hêla serokkomariya Tirkiyên ve hatiye derxistin û li gorî biryarê destûrê hatiye dayin ku Meclisa Xwendina Bilind biryara girtina van fakulte û zanîngehan pêk bîne û wan tev li zanîngeha Helebê bike.

Li gorî biryarê dê Enstîtuya Pîşeyî ya Bilind li Cerablus, Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî li Babê, Fakulteya Zanistên Îslamî li Ezaz û Fakulteya Perwerdeyê li Efrîn werin girtin û tev li zanîngeha Helebê werin kirin.

(k)

ANHA