Hedefa sala 3’yan a Pêngava Azadiyê

Berdevkê “Pêngava Azadiyê” Sînan Onal da zanîn ku wê di sala 3’yan a pêngavê de Rêber Apo weke rêberê azadî û demokrasiyê bidin nasandin, bi dostên Kurdan re konferans bên çêkirin û bi saziyên navnetewî re hevdîtin bidomînin ku zextê li Tirkiyê bikin.

Hedefa sala 3’yan a Pêngava Azadiyê
10 cotmeh, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Pêngava Gerdûnî ya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji aliyê dostên Kurdan ve hat destpêkirin, ket sala xwe ya sêyemîn. 

Bi minasebeta salvegera pêngavê Berdevkê Pêngavê Sînan Onal, pirsên me yên derbarê xebatên hatine meşandin, bandora ku ava kiriye û plansaziya dema pêş de bersivandin.

* Pêngav di kîjan astê de dimeşe?

Vê pêngavê tecrîd û polîtîkayên li Îmraliyê li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dihat meşandin teşhîr kir. Nîşanî tevayî cîhanê kir ku azadiya Rêber Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo demokratîkkirina Rojhilata Navîn pir girîng e. Di vî alî de hişyariyek çêkir. Niha vê torê tevayî bala xwe daye ser azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. Avakirina mercên guncaw ji bo meşandina muzakereyên pêvajoya li Tirkiyê hatiye destpêkirin.

* Pêngavê bandorek çawa ava kir?

Pêngavê ji beriya her tiştî hişyariyek gerdûnî ava kir. Nîşanî her kesî kir ku di demeke li seranserî cîhanê komkujî û qirkirin tê kirin, şovenîzm bilind bûye de, li Rojhilata Navîn Rêbereke heye ku aştiyê, demokrasiyê û bihevrejiyîna gelan dixwaze. Lê dewleta Tirk ew xistiye nava rewşek tecrîdê, 26 salin girtine û dixwaze ji ber çavê gelan winda bike. Her ku mirovan pirtûkên birêz Ocalan xwendin, zanîn ku Rêberek çiqas mezin e û fîlozofê azadiyê ye. Beşdariya kesayetên xelata Nobelê girtine jî bandorek mezin çêkir û kiryarên dewleta Tirk ên dermirovî teşhîr kir.

* Pêngav gihiştiye armanca xwe yan ne?

Armanca vê pêngavê azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Heta niha ev pêngav negihiştiye vê armancê. Lê ji bo pêkanîna armancê di asta gerdûnî de hişyariyek çêkiriye. Ketiye rojeva bi milyonan kes, ketiye rojeva saziyên mafên mirovan ên cîhanî, saziyên NY’î. Ketiye rojeva saziyên peymanên navnetewî - ku Tirkiyê jî binê wan îmze kiriye- bi rêve dibin. Di vê mijarê de zexteke mezin li ser Tirkiyê hatiye çêkirin û Tirkiye hatiye teşhîrkirin.

* Ji bo pêngav bigihe armanca xwe plansaziyên we çi ne?

Di sala 2’emîn a pêngavê de li Tirkiyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd siyaseta diyalogê kete rojevê. 27’ê Sibatê (2025) birêz Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Vê bangê nîşan da ku Rêber Ocalan ne tenê di pirtûkên xwe de, di pratîkê de jî gavan ji bo demokrasiyê diavêje. Vê bangê kelecanek di kesayetên pêngavê didin de çêkir.

Bi vê kelecanê re dê di pêvajoyên pêş de, bi dostên Kurdan re konferans bên çêkirin, bi saziyên eleqeder ên dewletan û navnetewî re hevdîtin bidomin. Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan zextê li Tirkiyê bikin. Hem li qadan, hem di asta dewletan û saziyên civakî de Rêber Ocalan weke Rêberê azadî û demokrasiyê bê nasandin. Li ser van mijaran bername û çalakiyên cûr bi cûr çêbikin û tevayî hêzên azadiyê bixin seferberiyê.

(a)

ANHA