Ezmûna Rûsyayê ya bi DAIŞ’ê re - RAUF KARAKOÇAN

Ezmûna Rûsyayê ya bi DAIŞ’ê re - RAUF KARAKOÇAN
23 adar 2024   14:43

Ne surprîz e ku DAIŞ ji pişt êrişa terorîst a li Moskovê derkeve. Di daxuyaniyên destpêkê yên piştî êrişa li hemberî salona konserê ya li Moskovê de, hat ragihandin ku 60 kesan jiyana xwe ji dest daye, 160 kes birîndar bûne û hejmara miriyan jî dikare zêdetir bibe. Rûsya ji ber vê êrişa terorê ya ji nişka ve, hê jî şaşwaz e. 

Baş e ku mirov kêlî bi kêlî vegere sala 2014'an ku DAIŞ derket holê û trajediyên mirovî di bîranînên me de asê kirin. Çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir û gelê êzidî qir kir. PDK ji parastina Şengalê berpirsyar bû, lê heçku Şengalê ji DAIŞ'ê re bike diyarî, herêm terikand. Kesên hatin qetilkirin di gorên komî de defin kirin. Jin kirin kole û tecawiz lê kirin. Mîna li bazarên berê yên koleyan, li bazaran dihatin firotin. Komkujî û sûc û kiryarên DAIŞ'ê rê li ber nerazîbûneke mezin vekir. Gelên cîhanê rûyê rast ê DAIŞ'ê bi komkujiya Şengalê re dît.

Dema DAIŞ û rêxistinên terorîst ên mîna wê li Rojhilata Navîn belav dibûn, Rûsyayê jî mîna gelek dewletên ku xetere dûrî xwe didît, komkujiyan ji xwe re nekirin xem. Cîhanê li hember fermana Şengalê weziyeta xwe şaş nekir. Piştî Şengalê duyemîn êrişa herî mezin a DAIŞ'ê li ser Kobanê çêbû. Sûriye ji DAIŞ'ê re bûbû stargeh. Tirkiyeyê DAIŞ diparast, hê jî diparêze, li qada navneteweyî (Astana, hwd) rêxistinên terorê yên îslamî kirin palpişta berjewendiyên xwe yên siyasî. Idlib ji bo çeteyan kirin baregeheh. Gelek cih, bi taybetî Efrîn, dagir kirin. Li Lîbya û Azerbaycanê çete derxistin meydanê.

Êrişên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava ku tê de çeteyan bi kar tîne, her çend bi awayekî qismî be jî, xwedî razîbûn û erêkirina Rûsyayê ye. Tevî kuştina dîplomatê Rûs ê li Tirkiyeyê û xistina balafira şer jî Rûsyayê bi bermahiyên DAIŞ'ê re destûr da êrişa dewleta Tirk a li dijî Rojava. Geşedanên nepêşbîkirî yên têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê yên piştî şerê Ukraynayê, lez da firehbûna qada çalakiyan a DAIŞ'ê jî. DAIŞ xwe dispêre dewleta Tirk û desthilata Erdogan û li her derê geş dibe û bi taybet li herêmên ku Tirkiyeyê li Sûriyeyê dagir kiriye.

DAIŞ di polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê de jî bûye amûreke şantajê. Ji bin ve ehdan li Ewropayê dixwîne. Divê tiliya Tirkiyeyê ya di êrişên DAIŞ'ê yên li Ewropayê de bê lêkolînkirin. Li pişt êrişa li dijî bîranîna Qasim Suleymanî ya li Îranê jî Tirkiye heye. Ev tiştekî wiha nîn e ku neyê fêmkirin jî, jixwe desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê aşkera ye. Desteka ji Tirkiyeyê re dê DAIŞ'ê xurt bike.

Rûsya ji aliyekî ve hewl dide di siyaseta herêmî ya li Sûriyeyê de hebe, ku li wir ji bo destekkirina rejîma Esad amade ye û di heman demê de çavê xwe ji êrişên Tirkiye û DAIŞ'ê yên li hemberî Kurdan re digire û li aliyê din jî ji bo parastina rejîmê li çeteyan dixe. Dudiliya ku Rûsyayê di mijara DAIŞ'ê de wek polîtîkayekê qebûl kiriye, çep vegeriya. Mîna ku di êrişa li dijî konserê ya DAIŞ'ê ya li Moskovê de hat dîtin, mîna bûmerangekê lê vegeriyaye. Di têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê de, ji feydeyê zêdetir zirar dîtiye.

Rûsya pozîsyona cuda ya Tirkiyeyê, welatekî NATO'yê û nêzîkatiya xwe ya berjewendîperest a li hemberî wê, dûrî encama çaverêkirî ye. Kurd bûne qurbaniyên têkiliyên Rûs û Tirkan. Ji projeya Herka Şîn (Blue Stream) heta dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û derxistina Rêberê Gelê Kurd ji Rûsyayê, wêranî anî serê Kurdan. Sîstema parastinê ya S-400, peymanên enerjiyê û desteka ji ber pêwîstiya Tirkiyeyê ya di şerê Ukraynayê de ji Tirkiyeyê re hat dayîn, mîna bûmerangekê li Rûsyayê vegeriya. Divê hesabê komkujiya Moskovê baş bê pirsîn.

Girîngiya têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê careke din derket holê. Her wiha tê fêmkirin ku êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê û her hewldaneke DAIŞ'ê ya ku li Rojava prîmekê çêke, divê tu carî firsend jê re neyê dayîn. Ji bo vê jî divê êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Moskovê baş were nirxandin. Li hemberî daxwaza Erdogan a ji bo wergirtina nexşeya Rojava û ji bo di civîna Neteweyên Yekbûyî de 30 kîlometre li kûrahiya xeta sînor bi navê 'xeta ewlekariyê' bê avakirin, tu dewletekê nerazîbûnek nîşan nedabû. Plana bicihbûna çeteyên DAIŞ'ê li Rojava, ne tenê ji bo Rojava û Kurdan, ji bo gelên cîhanê jî gef û xetereyeke mezin e.

Dê baş be ku Rûsya faktora DAIŞ'ê di têkiliyên xwe yên li gel dewleta Tirk de li ber çavan bigire. Helwesta Rûsyayê ya di şerê Kurdan ê li dijî DAIŞ'ê de her tim li dijî Kurdan bû. Têkiliyên taktîk an jî stratejîk ên bi Tirkiyeyê re ji bo berjewendiyên teng ên neteweyî bi pêş xistiye, feydeyê dide DAIŞ'ê û zerarê dide Kurdan. Ji ber vê yekê di demeke dirêj de zirarê dide Rûsyayê jî. Komkujiya li Moskovê aşkera dike ku DAIŞ ji bo Rûsyayê jî rîskeke çi qasî mezin e.

DAIŞ dijminê hevpar ê gelan e. Li pişt hemû komkujiyên bi destê DAIŞ'ê hatine kirin, dewleta Tirk heye. Hemû êrişên leşkerî yên ku hikumeta Erdogan bi rêya dijminahiya Kurdan pêk tîne û hemû têkiliyên dîplomatîk û siyasî, xizmetê ji DAIŞ'ê re dikin. Divê têkilî û peymanên bi dewleta Tirk û hikumeta Erdogan re hatine danîn, careke din di ber çavan re bên derbaskirin.