Fermandarê QSD’ê: Êrişên dewleta Tirk ji bo zindîkirina DAIŞ’ê didomin

Ji fermandarên QSD’ê Luqman Xelîl diayar kir ku xetereya DAIŞ’ê ya li ser herêmê dewam dike û got “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dewam dikin ku dixwaze DAIŞ’ê zindî bike.”

Fermandarê QSD’ê: Êrişên dewleta Tirk ji bo zindîkirina DAIŞ’ê didomin
Fermandarê QSD’ê: Êrişên dewleta Tirk ji bo zindîkirina DAIŞ’ê didomin
Fermandarê QSD’ê: Êrişên dewleta Tirk ji bo zindîkirina DAIŞ’ê didomin
Fermandarê QSD’ê: Êrişên dewleta Tirk ji bo zindîkirina DAIŞ’ê didomin
23 adar, 2024   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Luqman Xelîl di pîrozbahiya salvegera 5’an a rizgarkirina Baxozê de ku li devera El Omer a Dêrazorê hate lidarxistin, axivî.

Luqman Xelîl diyar kir ku hêza QSD’ê ya parastina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye û got şervanên QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn erkên xwe yên parastina ewlehiya herêmê û welatiyan pêk tînin.

Xelîl bal kişand ser xetereya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: "Rast e me DAIŞ di aliyê erdîngarî de bi dawî kiriye, lê gefên şaneyên wê hîna hene. Di heman demê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dewam dikin ku dixwaze DAIŞ’ê zindî bike."

Luqman Xelîl diyar kir ku ruxmî mercên zehmet QSD erka we bi cih tîne û desteka ku ji gel digire têrker e.

Xelîl berxwedana pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet fedakariyên ku xelkê Dêrazorê dane, silav kirin.

Xelîl bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe yên bidawîkirina xetereya DAIŞ’ê pêk bînin û girîngiya darizandina DAIŞ’ê destnîşan kir. Xelîl di dewama axafaftina xwe de got: "Bi wesîleya salvegera rizgarkirina herêmên me ji DAIŞ’ê, em dibêjin xetereya DAIŞ’ê hîna dewam dike. Li ser vê yekê divê hêzên navneteweyî vê pirsgirêkê çareser bikin û erka xwe ya exlaqî li hemberî gelê me yê berdêlên giran dane, bi cih bîne."

Fermandarê QSD’ê Luqman Xelîl bal kişand ser kombûna gel a li derdora QSD’ê û ev peyam da aliyên ku hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin: "Pêkhateyên herêmê hevgirtî ne."

(bb)