Ji pîrozbahiya li Şehbayê; ‘Bi rêhê gelê Efrînê em ê vegerê mîsoger bikin’

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif di şahiya Newroza Şehbayê de axivî û got “Divê em asta têkoşîna xwe bilind bikin heta ku dagirkeran biqewitînin."

Ji pîrozbahiya li Şehbayê; ‘Bi rêhê gelê Efrînê em ê vegerê mîsoger bikin’
Ji pîrozbahiya li Şehbayê; ‘Bi rêhê gelê Efrînê em ê vegerê mîsoger bikin’
23 adar, 2024   14:01
ŞEHBA

Şahiya Newrozê bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Gelê Efrîn û Şehbayê bi dûrişma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêkê Kurd re çareserî” Newroza xwe pîroz dikin.

Pîrozbahiya Newrozê li Elûşe ya navçeya Ehdasê tê pîrozkirin. Piştî vêxistina agirê Newrozê û guhdarkirina li perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan, endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî.

Foza Yûsif got: “Berxwedana gelê Efînê heta rizgarkirina Efrînê berdewam e. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nikarin îradeya me bişikînin û me têk bibin. Hemû îmkanên me ji bi rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji dagirkeriyê ne."

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de got: "Em nikarin bêjin ku em azad in heta em Efrînê rizgar bikin, ji 6 salan ve şêniyên me li Şehbayê li ber xwe didin û derewên rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî eşkere dikin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk bê deng in. Divê zextê li Tirkiyeyê bikin da ku wê ji Efrînê derxin."

Fozayê diyar kir ku dê Newroz li Efrîna dagirkerî were pîrozkirin û wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike, çawa wê Newrozê pîroz bikin piştî ku peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê rûxandin. Lê bi rihê gelê Efrînê dê Efrîn bê rizgarkirin.”

Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de soza domandina têkoşînê da û got: "Divê em asta têkoşîna xwe bi heman îrade û baweriya ku çavkaniya wê di hundirê her efrîniyekî de ye, bilind bikin da ku dagirkeran biqewitînin."

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyeyê Mistefa Qeleçî jî axivî û got: “Bi hêviya rizgarkirina herêmên dagirkirî bê kirin û gel vegere cih û warê xwe. Her wiha ji bo van zarokan pêşerojek baş were avakirin."

Şahî bi çalakiyên hunerî dewam dikin.

ANHA