Palehiya hilanîna pîvazan destpê kir

Cotkarên kantona Cizîrê dest bi çinîna berhema pîvaza kirin. cotkaran diyar kir kum guherîna avhewayê û barîna kêm bandor li çandinya wan kiriye. Komîteya Çandiniyê da znîn ku berhem îsal baş bû.

Palehiya hilanîna pîvazan destpê kir
Palehiya hilanîna pîvazan destpê kir
Palehiya hilanîna pîvazan destpê kir
Palehiya hilanîna pîvazan destpê kir
Palehiya hilanîna pîvazan destpê kir
Palehiya hilanîna pîvazan destpê kir
Palehiya hilanîna pîvazan destpê kir
Palehiya hilanîna pîvazan destpê kir
Palehiya hilanîna pîvazan destpê kir
6 cotmeh, 2025   03:45
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Çandina pîvazan yek ji çandiniyên sereke ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku ji bo gelek cotkaran çavkaniya sereke ya dahatê ye. Demsala çinînê di dawiya havînê de dest pê kir. Berhem dê li bazarên herêmê û yên derve were firotin.

ZEHMETIYÊN COTKARAN

Cotkarê bi navê Mihemed Mîrza ya ji bajarê Amûdê, ku karê çandina pîvazan dike, diyar kir ku ew 5 sal in pîvazan diçîne û da zanîn ku erdên Amûdê ji bo çandina pîvazan guncaw in.

Mîrza diyar kir ku germahiya zêde, ku di Hezîran û Tîrmehê de pileya wê gihîşte nêzîkî 50 pileyaan, erd wiha kêmbûna baranê di zivistanê de, bandorek neyînî li ser hilbirîna pîvazan kir.

Mîrza da zanîn ku pirsgirêkên herî berbiçav ên ku îsal derketin pêşberî cotkaran, kêmbûna sotemeniyê û bihayên bilind ên pêdiviyên avdana bi dilopan bûn, lewma ew neçar man ku xwe bispêrin rêbazên kevneşopî yên avdanê.

Mîrza destnîşan kir ku Komîteya Çandiniyê di zivistanê de hin piştgirî da wan û tov û mazot belav kir, lê hindik bû û têra hewcedariya demsala çandiniyên nekir.

Mîrza diyar kir ku cotkar berhemên xwe difroşin bazirganan, hin cotkar jî berhemên xwe heta Cotmehê di sarincan de dihlînin, hinên din jî wan di depoyan de dihlînin, lê ev carana dibe sedema xirabûna nîvê berhemê.

HIJMAR Û STATÎSTÎK

Endezyarê çandiniyê Azad Oso diyar kir ku îsal guhertinên avhewayê bandor li çandinyê kir. Her wiha da zanîn ku li Amûdê nêzîkî hezar donim pîvaz hatiye çandin û hilbiîna wê gihiştiye nêzîkî  20  hezar ton.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Kantona Cizîrê, Sozdar Biro, da zanîn ku berhema pîvazê ya îsal li gorî sebzeyên din baş bû.

Biro diyar kir li bajarên Amûdê, Qamişlo û Dirbêsiyê nêzî 22 hezar donim pîvaz hatiye çandin û bi ava bîran hatiye avdan.

Biro da zanîn ku ji ber germahiya zêde nexweşiyên çandiniyê kêm bûn îsan, vê yekê bandorek erênî li ser hilberînê kiriye. Her wiha diyar kir ku Komîteya Çandiniyê îsal çar caran mazot ji bo cotkaran veqetandiye.

PLANÊN SIBEROJÊ

Biro diyar kir ku ji piştgiriya cotkaran hin planên wan hene, bi taybetî projeya pergala enerjiya rojê, ku dê di salên pêş de bibe alîkar ku hewcedariya sotemeniyê ji holê rabe û kalîteya çandiniyê baştir bibe.

(k)

ANHA