Qenewêç ji malan derket lê di bîrdankê de ma

Qenewêç beşeke hûrgiliyên jiyana rojane ya malan û parçeyekî esasî yê boxçikên bûkan bû. Paşê bi derketina modelên hazir ên nû re bikaranîna wê kêm bû. Îro ji qenewêçê tenê parçeyên kêm mane, ew jî wek bîrdanka dayik û dabîran tê parastin.

Qenewêç ji malan derket lê di bîrdankê de ma
Qenewêç ji malan derket lê di bîrdankê de ma
Qenewêç ji malan derket lê di bîrdankê de ma
Qenewêç ji malan derket lê di bîrdankê de ma
Qenewêç ji malan derket lê di bîrdankê de ma
Qenewêç ji malan derket lê di bîrdankê de ma
Qenewêç ji malan derket lê di bîrdankê de ma
Qenewêç ji malan derket lê di bîrdankê de ma
Qenewêç ji malan derket lê di bîrdankê de ma
4 cotmeh, 2026   05:45
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di demên kevn de balgehên dirêj ku carinan dirêjahiya wan digihîşt metreyekê û têra 2 kesan dikir, dihatin bikaranîn. Ew balgeh bi qumaşekî hevrîşmî yê sor, kesk û binevşî dihatin çêkirin. 

Li ser ew qumaşê hevrîşmî parçeyê qenewêçê dihat danîn, ew parçe jî ji qumaşekî kitan ê spî pêk dihat, li nîva wî qumaşî û derdora wê neqşên xwedî ziravî û taybet hebûn.

Sembolên li ser qumaşê spî li gorî munasebet û wateyê dihatin danîn; gul, şêr û tawûs wek sembolên hêz û xweşikbûnê, selikên gulan û gotinên pîroz ji bo diyariya bûkan dihatin amadekirin.

Li derdora qumaşê qenewêçê bi tayê spî tentene dihate rêzkirin, heman neqş ji bo xemilandina mase û tiştên metbexê jî dihate bikaranîn, bi vî awayî bi neqşên xwe yên kevneşopî rengekî cuda dida malê.

JI BIKARANÎNA ROJANE BÛ XEMLA BOXÇIKA BÛKAN

Berê qenewêç ne tenê parçeyekî xemilandinê bû, ew li hemû rûniştgehan hebû, ji bo razan û paldanê û ji bo pêşwazîkirina mêvanan dihat danîn.

Qenewêç yek ji tişta sereke ya boxçika bûkan e, ew li kêleka tişta bi dest hatiye çêkirin diyarî bûkan tê kirin û wek berhem û jêhatîbûna bûkan û dayikên wan a di destkariyê de tê dîtin.

Bi hatine modelên nû re qenewêç hêdî hêdî nema hate dîtin, niha li hejmareke kêm a malên li gundan tenê tê dîtin, an tenê li komelgeh û mîhrîcanên girêdayî mîrateyên gelêrî tên dîtin.

Lê hinek jin hîna wan bi kar tînin, bi taybet li gundên herêma Koçeratê ya bajarê Dêrikê, Efrîn û Kobanê.

Di demekê de ku modeleyên nû yên hazir zêde bûne, qenewêç şahidiya destkariya bi sebir, derzî û ta tê çêkirin, dike. Ev behremendiya dayik û dabîran û bîrdanka malan e.

(sb)

ANHA