Jinên Zenûbiya: Nenavendîtî dê edaletê ji bo jinan pêk bîne

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya temsîla lawaz a jinan di hikumeta veguhêz de red kir û diyar kir ku rêya herî guncaw a avakirina Sûriyeya nû sîstema nenavendî ye.

Jinên Zenûbiya: Nenavendîtî dê edaletê ji bo jinan pêk bîne
6 cotmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Elî anî ziman ku jinên Sûriyeyî bi taybetî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber DAIŞ’ê êşên mezin kişandin, lê bi ezmûna Rêveberiya Xweser re îrade û wêrekiya xwe îsbat kirin û serkeftinên mezin bi dest xistin.

Xod El Elî diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîla siyasî ya jinan di navendên biryarê û di tevahî saziyan de ji sedî 50 derbas kiriye.

Xod El Elî di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2012’an de ji bo azadî û avakirina sîstemeke nenavendî rabû û got: "Nenavendî çareseriya herî guncaw û rasteqîn ji tevahî dosya û pirsgirêkên ku pergala navendî bi xwe re anîne ye."

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya destnîşan kir ku divê Sûriyeya nû li ser esasê sîstemeke nenavendî were avakirin ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi pirrengiya xwe ya olî, çandî û bawerî biparêze.

Xod El Îsa da zanîn ku jin di xebatên xwe de giraniyê didin beşdariya rasteqîn û çalak di avakirina Sûriyeyê siberojê û temsîla adilane di nivisandina destûr nû de ku maf û îradeya wan mîsoger bike.

Xod El Elî bang li jinan kir ku ji bo parastina destkeftiyan û avakirina Sûriyeya pirrengî, nenavendî û demokratîk yekitiya xwe ava bikin. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser di nava 14 salan de serkeftina xwe nîşan da.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya pergala navendî ya ku hikumeta veguhêz li ser wê îsrar dike, red dike û got: "Em li dijî navendîtiya dewletê ne. Divê Şam îradeya gelên Sûriyeyê fêm bike."

Xod da zanîn ku jinan di wezaret û navendên biryarê yên hikumeta veguhêz de temsîla rasteqîn, çalak û adilane bi dest nexistine û ev li gotinên xwe zêde kirin "

Em temsîla lawaz a jinan di hikumetê de bi tundî rexne dikin, ku ji sedî ne yek e jî. Ev jî ne li gorî berdêlên ku jinan dane ye.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Elî di dawaiya axaftina xwe de bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku wekheviyê pêk bîne û got: "Berdewama vê temsîla lawaz dê rewşê vegerîne beriya 2011’an, ku jin hatibûn rûxistin û paşguhkirin. Temsîla jinan di hikumet Baasê de ji ya hikumeta veguhêz a heyî de zêdetir bû."

(bb)

ANHA