Siyasetmedar û akademîsyen: Şam gefan li yekitiya welat dixwe

Siyasetmedar û akademîsyenên Sûriyeyê diyar kir ku tiştê ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di çarçoveya tayînkirina endamên "parlamentoyê" de dike nagihîne heta asta gotina hilbijartinan jî û got ew binpêkirina aşkera ya demokrasiyê ye û siyaseta wê gefan li yekitiya welat dixwe.

Siyasetmedar û akademîsyen: Şam gefan li yekitiya welat dixwe
Siyasetmedar û akademîsyen: Şam gefan li yekitiya welat dixwe
Siyasetmedar û akademîsyen: Şam gefan li yekitiya welat dixwe
6 cotmeh, 2025   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, digel guhertinên yasayên yekalî, valahiya destûrê û dûrxistina hêzên siyasî yên bingehîn, tayînkirina endamên "parlamentoya" hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dest pê kiribûn. Ev tayînkirin bêyî çavdêriya navneteweyî yan jî beşdariya tevahî pêkhateyan pêk hat. 

Siyasetmedar û akademisyenên Sûriyeyî li hemberî vê siyaseta Şamê nêrînên xwe ji ANHA'yê re anîn ziman û nerazîbûn nîşan dan.

PROSEYEKE NAGIHÎNE ASTA PEYVA HILBIJARTINAN

Serokê Şepêla Sûrî ya Çaksaz Şukrî Şêxanî ji ajansa me re diyar kir ku "Hilbijartinên ku niha li Sûriyeyê pêk tên, bi taybet li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de hilbijartinên kêm-netemamkirî ne. Ji ber ku temsîla tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê nakin, 3 parêzgehên Sûriyeyê yên girîng jî ji hilbijartinan hatine dûrxistin. Ev tê wateya ku pirsgirêkeke bingehîn di mekanîzmeya van hilbijartinan de heye. Ev pirsgirêk jî wê bi xwe re encamên berevajî ji bo civaka Sûriyeyê bînin."

Şêxanî diyar kir ku "Hin pîvanên destûrî, civakî û siyasî hene, diviyabû di ber çavan re bihatana derbaskirin, bi taybet piştî îmzekirina peymana 10ˊê Adarê ya di navbera hikumeta veguhêz û general Mazlûm Ebdî de. Diviyabû heyetek ji desthilata serbixwe bihata avakirin û erka vê heyetê li gel dozgeriyek yekalî çavdêriya hilbijartin bikira."

Şêxanî destnîşan kir ku "Ev prose di wateya wê ya rast û aktîv de heta nagihîne asta peyva hilbijartinan jî. Gelo wateya avakirina meclisekê ji 210 endaman ku 70 ji wan yekser ji hêla serokê hikumeta veguhêz ve werin tayînkirin û 140 endamên din jî ji hêla desteya hilbijartinan ku serokê hikumeta veguhêz daniye û tayînkiriye jî, çi ye. Bi zelalî ev proseya hilbijartinan binpêkirina aşkera ya demokrasiyê ye."

GELO HEWLÊN WAN  PARÇEKIRINA SÛRIYEYÊ YE?

Girêdayî wê, Rêveberê Navenda Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê têkila hewla nepixandina axaftina li ser hilbijartinan de axivî û got: "Ev çi hilbijartin in û ji sêyan yek serokê qonaxa veguhêz tayîn dike û ji du sêyan komîteya ku wî bi xwe tayîn kiriye tayîn dike. Berê li Sûriyeyê hilbijartinên şeklî hebûn û marjînek wan hebû. Lê îro tu marjîn jî tune ye. Dê ji sedî 100 alîgirên serok bin û daxwazên wî pêk bînin."

Pîrê got: "Ger hilbijartinên rasteqînî hebûna, diviyabû berjewendiya rasteqîn hebûya, da ku hilbijartinên rast pêk bihatana. Ji ber ku nêzî nîvê erdnîgariya Sûriyeyê ne di bin kontrola wê de ye û nîvê di bin kontrola wê de lê tevlihevî, krîz, qetilkirina li ser nasnameyê heye, li kêlek wê jî dizî, talankirin û pevçûnên navxweyî di nava komên bêdîsplîn ên girêdayî wê de hene."

Pîrê destnîşan kir ku hikumeta veguhêz dixwaze xwe wiha nîşan bide ku ew welatekî ava dike û got: "Ev çi hilbijartin in ku zêdetirî nîvê herêman li derveyî kontrola wê ye? Ew tenê li propogandayekê digirin ku bêjin em di avakirina welat de berdewam in, lê kîjan welat ? Gelo wan biryar daye ku Sûriyeyê parçe bikin, rojhilatê Firatê an jî başûrê Sûriyeyê ne ji xaka Sûriyeyê ne. Xuya ye ew hewl vê dikin."

(şx)

ANHA