Cîgirê Trump: Ji bo bêçekkirina Hamasê demek diyar nîn e

Cîgirê serokê Amerîkayê di serdana xwe ya Îsraîlê de diyar kir ku di vê demê de ne pêkan e ku ji bo bêçekkirina Hamasê bernameyek were destnîşankirin, û geşbîniya xwe ji bo berdewamkirina agirbesta li Şerîda Xezayê nîşan da.

Cîgirê Trump: Ji bo bêçekkirina Hamasê demek diyar nîn e
21 cotmeh, 2025   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê serokê Amerîkayê J.D. Vance di serdana xwe ya Îsraîlê de diyar kir ku niha tu demek diyarkirî ji bo bêçekkirina Hamasê nehatiye destnîşankirin, û geşbîniya xwe ya ji bo dewamkirina agirbesta li Xezayê anî ziman.

Peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Amerîkayê, di rojên dawî de li ber hilweşînê bû. Ji ber ku di vê dawiyê de pevçûn li hin deverên Xezayê derketin.

J.D. Vance piştî nîvro gihîşt Îsraîlê, da ku piştgiriyê bide agirbesta li Xezayê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de.

Serdana Vance piştî serdana 2 nûnerên payebilind ên Koşka Spî bo Îsraîlê tê. Çaverê ye Vanse heta pêncşemê li herêmê bimîne.

Vance di serdana xwe ya li Îsraîlê de dê qonaxa duyemîn a agirbestê nîqaş bike.

Çaverê ye J.D. Vance serdana Şerîda Xezayê jî bikira, lê li gorî medyayên Îsraîlê, ew yek ji ber sedemên ewlehiyê pêk nayê.

Li gorî malpera Israel Hayom, cîgirê Trump wê tenê bi rêya dronekê rewşa li Xezayê bişopîne, ku wê dîmenan bişîne ekranên taybet ên li baregeha Wezareta Parastinê ya Îsraîlê.

(ac/fr)

ANHA