Nûnerên çend welatan şandina hêzan bo Xezayê red kir

New York Timesˊê ku agahiyên xwe dispêre dîplomat û berpirsan diyar kir ku, çend welatan şandina hêzên xwe ji bo Şerîda Xezayê red kir û diyar kir ku heta erka Hêza Aştîparêz a Navneteweyî ya tê payîn ji bo Xezayê bê şandin zelal nebe, ew hêzên xwe naşînin

Nûnerên çend welatan şandina hêzan bo Xezayê red kir
21 cotmeh, 2025   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî New York Timesˊê ku agahiyên xwe dispêre dîplomat û berpirsan, çend welatan metirsiya xwe der barê tevlêbûna hêzên xwe li nava Hêzên Aştîparêz a Navneteweyî ya li Şerîda Xezayê, nîşan da. Ew metirsî ji ber nediyarkirina erkên wan û rûbirûbûna bi Hemasˊê re, ye.

Li ser bingeha plana serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê, dê hêzeke ewlehî ya navneteweyî ji bo parastina aştiya li Şerîdê bê avakirin, lê hin dewletan ji ber xeteriyan, nediyarbûna erkên wan hêzan, li kêlek gengaziya ku li wan weke hêzên dagirker bê nêrîn, dudilî bûn.

Plana Trump a ji bo agirbesta li Xezayê ji 20 bendan pêk tê; weke Hemas dev ji çekên xwe berde, hêzeke navneteweyî ji bo parastina aştiyê bê şandin, artêşa Îsraîlê ji Şerîdê vekişe, derbaskirina alîkariyên mirovî hêsan bibe…hwd.

Li gorî dîplomatan, nûnerên gelek dewletan diyar kir ku beriya erka vê hêzê diyar nebe ew hêzên xwe naşînin Xezayê. Wan dewletan di dan û standinên taybet de red kirin ku hêzên xwe bişînin hundirê bajarên Xezayê, ji ber ku tonelên Hemasê çêkirine xeter in û çekdar li wan herêman belav in.

Çavkaniyan jî da zanîn ku ew dewlet leşkerên xwe ji bo rûbirûbûna Hemasê li şûna Îsraîlê naşînin.

Her wiha hin dewletan nexwest hêzên wan di hundirê bajarên Xezayê de werin bicihkirin, ew jî ji ber metirsiya tunelên Hemasê û çekdarên li bajaran e.

(mh/fr)