Rêxistinên navneteweyî alîkariyên tenduristî derbasî Siwêdayê kirin

Rêxistinên navneteweyî alîkariyên tenduristî wekî kelûpel û cîhazên bijîşkî, li kêlek wê jî ard derbasî Siwêdayê kirin.

Rêxistinên navneteweyî alîkariyên tenduristî derbasî Siwêdayê kirin
21 cotmeh, 2025   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û Desteya Bijîşkî ya Navneteweyî (IMC) alîkariyên tenduristî gihandin Siwêdayê û radestî Nexweşxaneya Wetenî û Gerînendetiya Tenduristiyê yên bajêr kirin.

Li gorî agahiyan, di alîkariyan de madeyên pêwist ji bo nexweşên gurçikan, mîqdarek ansolîn ji bo nexweşên şekir û cîhazên dil, şekir û bêhnkişandinê hebûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji Tîrmeha borî ve hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser Siwêdayê dorpêçeke giran didin meşandin û alîkariyên ku ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve tên pêşkêşkirin, ji bo pêdiviyên bajêr têrê nakin.

(mh/fr)