Bila 8’ê Adarê bibe wesîleya qedandina polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê - HÊVÎDAR XALID

Bila 8’ê Adarê bibe wesîleya qedandina polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê - HÊVÎDAR XALID
5 adar 2024   03:37

Bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, divê em tevahî jinên ku têkoşîneke bêhempa meşand, mîna Rozayê, bi bîr bînin. Van jinên têkoşer ji bo standina mafên xwe yên siyasî, civakî û aborî ji zilamên desthilatdar, ji bo pêkanîna wekhevî û rizgarkirina civakê, her wiha ji bo belavkirina nirxên demokrasiyê û hevgirtina gelan li hemberî îdeolojiya pergala baviksalar a ku jinan qir dike, ked û têkoşîneke mezin da.

 Clara Zetkin yek ji damezirînerên Partiya Komunîst a Alman bû. Ji ber ku pirsgirêka jinan wê eleqedar dikir, Clarayê biryar da ku jiyana wê bêyî têkoşîn bi dawî bibe. Ji ber vê yekê ne mimkûn e ku mirov behsa 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bike bêyî ku Clarayê bi bîr bîne. Roja Jinan a Cîhanê yek ji destkeftiyên têkoşîna van jinên pêşeng e ku xwe bi rêxistin kirin û bi mafên xwe ve girêdayî bûn heta ku werin pêkanîn û ji aliyê pergal û hikumetan ve bêne qebûlkirin.

Divê têkoşîna efsanewî ya jinan a li dijî modernîteya kapîtalîst a hewl dide tevna civakê xirab bike û bi polîtîkaya xwe ya otorîter û amûrên koletiyê hewl dide mîrateya dirêj a têkoşîna jinan ji holê rake, bi rêz û hurmet were silavkirin.

Bi hezaran jin ji bo bidestxistina mafên xwe û pêkanîna wekheviyê dan ser xeta têkoşînê. Di dîroka têkoşînê de navên gelek jinên berxwedêr derketin pêş. Têkoşîna jinan ruxmî tevahî astengî, binpêkirin, zext û hewldanên tesfiyekirina doza wan, hîna dewam dike. Ev têkoşîn danheva mîrasa bi salan a jinên leheng e ku pîvan û adetên civakî yên paşverû red kirin ku ji aliyê zilman ve hatine danîn.

Di bin pergala modernîteya kapîtalîst de anku serdema globalbûnê wekî ku jê re tê gotin, jin di nava pencên qirkirina sîstematîk de ne. Lê ya rast ev e jin xwedawendên pîroz in, çavkaniya evîn û jiyanê û xêrê ne. Jina ku li mal û li derve xanim bû, niha bû xizmetkareke bêçare.

Fikr û teoriyên kevnperest, asteng û qalibên çewisandin û qedexekirinê dora jinan girtiye, lewra her tevgereke jinan, dixin nava kategoriya "çanda şermê". Li ser vê yekê tevahî şerên li dijî jinan hatine kirin, kiryarên dizî û talanê ku li ser jinan ji bo kontrolkirina civakê hatin kirin, civaka ku bi çeka qirker a kapîtalîzmê ji aliyê fikrî, exlaqî, aborî, civakî û siyasî ve hatibû tunekirin.

Piştî wê, bi navên cuda, bi rêya kampanyayên reklaman ên cîhanê, bernameyên televîzyonan û spotên wê, bazirganiya bi jinan û doza wan dest pê kir. Bazirganiya bi jinan bi navê teşwîqkirina jinan ku li gorî modelan bimeşin û bi rêya avakirina malên cil û bergên li dijî exlaqê jin û civakê tên kirin. Ev nêzîkatî bi xwe binpêkirineke mezin a li dijî taybetmendiyên jinan wekî mirov û li dijî hebûn û reseniya rihê wê ye. Pêşbirka şahciwanan a cîhanê ku di salên 80’yî yên sedsala 19’an de li Amerîkayê hatibû lidarxistin, mînaka vê yekê ye. Pêşbirk qaşo ji bo pêşxistina çanda civakan hatibû lidarxistin, di esasê xwe de gaveke desthilata baviksalar bû da ku bi rêya bedana jinan miqdarên mezin ên pereyan qezenc bikin, jinan ji cewherê wan dûr bixin û çavên wan ji têkoşîna li hemberî siyasetên vê desthilata baviksalar bigirin.

Zîhniyeta baviksalar a bi gotin û têgînên olî yên çewt û têgehên zayendî yên derexlaqî di civakê de hatiye spandin, gihîştiye asta ku jin xwe wek nêçîra amade ji bo mêran bibînin, mêr canê xwe bixwin, ramanên xwe bi sînor bikin û wan bê hêz bihêlin, nemaze ku vê pergalê bi awayekî mutleq dest du tevahî jiyana jinan, ji malê bigire heta fezaya giştî werdaye û jinan bi saxî binax kirin.

Lê bi berfirehbûna têkoşîna jinên Kurd di destpêka salên 1970’yî de ya pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistanê li Kurdistanê ku girîngiyeke mezin dida jinan û pirsgirêka jinan wek pirsgirêka hebûnê dinirxîne, têkoşîna jinan li Rojhilata Navîn, piştre jî li cîhanê belav bû.

Bi saya bi sedan jinên têkoşer û pêşengen wekî Sakîne Cansiz, Bêrîtan Hêvî, Şîlan Kobanê, Zîlan, Sema Yuce, Bêrîvan, Ronahî, Zekiya Alkan, Rojbîn Ereb, Viyan Soran, Zelal Zagros, Sorxwîn Rojhalat, Azadî Dêrik û têkoşerên din, têkoşîna jinên Kurd bi serkeftinê tacîdar bûye.

Îro jinên Kurd li cîhanê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” pêşengiya têkoşînê dikin. Ev dirûşm di serhildana gel a li Îranê ya bi pêşengiya jinên Kurd a piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve derket holê û ket dilê tevahî jinên cîhanê.

Tevgera jinên Kurd bi bername û planên xwe yên îdeolojîk ên li gorî îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan û paradîgmaya rizgarkirina civakê rola xwe di nava refên hemû jinên herêmê de xurttir kirine.

Jinên Kurd bi têkoşîn, birêxistinbûn, îrade û rêveberiya xwe ya taybet sîstemeke demokratîk ava kiriye. Ev sîstem hemû jinan di nava xwe de dihewîne, mafên wan diparêze, her wiha prensîba jiyana azad, îradeya azad, têkoşîna bidestxistina mafan, sekna li hemberî astengiyan xurt dike. Jinên Kurd bi vê sîstemê û bi rêya avakirina bi dehan rêxistin û tevgeran, jinên ji rojhilat heta rojava di bin ala têkoşîna hevpar de anîn gel hev. Van rêxistinan roleke sereke di pêşxistina civakê de list û encamên şênber pêk anîn. Bi pêşengiya Partiya Azad a Jinên Kurdistanê karîbû nasnameyeke nû ji bo jinan ne tenê li Kurdistanê, di heman demê de li tevahî Rojhilata Navîn nasnameyeke nû bidin jinan.

Em îsal Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Bi vîna jina azad em dawî li polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê tînin" pîroz dikin. Divê jinên Kurd ên pêşengiya şoreşa femînîst a cîhanê dikin, têkoşîna xwe mezintir û berfireh bikin. Divê çarçoveya têkiliyên xwe yên li ser bingehê neteweya demokratîk berfireh bikin. Her wiha divê jin têkoşîna li dijî zîhniyet û polîtîkayên qirkirinê ku ji aliyê serokê faşîzma Tirk ê qatilê jin û sivîlan ve tê kirin, mezin bikin, nemaze ku ev faşîzm li pêşiya maf û azadiya jinan bûye kelem.

Meşa azadiyê ya jinan hîna dirêj e. Têkoşîneke mezintir ji aliyê jinan ve tê xwestin da ku xwe ji pencên siyasetên pergalên faşîst rizgar bikin û mafên xwe mîsoger bikin. Divê jin li hemberî cîhan ku her şaneyek ji bedena wê îstîsmar dike bisekinin û bersiveke xurt bide. Ev pêkanîna armancên vê meşê bi xwendina kûr û bi baldarî ya dîroka têkoşîna jin re derbas dibe.

Wek tê zanîn di salên derbasbûyî de 8’ê Adarê bi bîrdoziya jinan yekitiya jinan li hemû cîhanê xurttir kir. Jinan bi vê îdeolojiyê, bi fedakariyên bêhempa û bi xwîna pak qada têkoşînê berfireh kir. Dijminê mirovahiyê anku rejîma Tirk û rejîmên din ên şovenîst ên mîna wê ji heqîqeta "Jin, Jiyan, Azadî" ya avakirina civakeke exlaqî û polîtîk şaş û felc bûne.

(bb)