Şehîd Rûstem Cûdî li Dirbêsiyê hat bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê yek ji fermandarê KCK`ê Şehîd Rûstem Cûdî di salvegera şehadeta wî ya 15`emîn de bi bîr anî, di merasîmê bîranînê de wiha hat gotin “Şehîd ew in ên ku dîrokê bi xwîna xwe dinivîsin”

27 îlon, 2026   13:57
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera15`emîn a şehadeta yek ji fermandarên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Rûstem Cûdî (Rûstem Osman), ku di 27`ê Îlona 2011`an de şehîd bûye, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêşiyê merasîmê bîranînê li dar xist.

Şênî, endamên saziyên sivîl, meclis, nûnerên partiyên siyasî, tevgerên ciwan û jinan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Masûm Hesen axivî, rêwîtiya Rûstem Cûdî bi bîr anî û behsa girêdana wî ya bi fikr û îdyolojiya Tevgera Azadiyê kir.

Hesen da zanîn ku di 50 salan de Tevgera Azadiyê têkoşîn kir, ew têkoşîn jî hişt ku hebûna Kurdan zindî bibe û dengê Kurdan bighîje qadên navneteweyî, qonaxa heyî ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û pêkanîna daxwazên şehîdan, daxwaza hevgirtina şêniyan dike, her wiha divê girêdana bi nirxê aştiyê û jiyana hevbeş hebe.

Birayê şehîd Rûstem Cûdî, Xelîl Osman bi navê malbatê axivî û diyar kir ku şehîd Rûstem Cûdî ji bo pêşxistina fikra xwe û berevaniya li ber azadiya hemû gelan xebat da meşandin û rêwîtiya wî ji bo malbatê bû cihê serbilindahiyê û wiha anî ziman: “Şehîd ew in ên ku bi xwîna xwe dîrokê dinivîsin, bi saya berdêlên ku şehîdan dane em îro dikarin herêma xwe biparêzin û xwe bighînin ewlehiyê.”

Merasîm bi serdana gora Şehîd Rûstem Cûdî bi dawî bû.

(sb)

ANHA