Li Reqayê projeya ronîkirinê

Beşa ronîkirina giştî ya Şaredariya Gel a Kantona Reqayê bi destpêka Nîsanê re amadekariya destpêkirina projeya ronîkirinê dike. Niha xebat li ser kolandina hîmên stûnan tên kirin.

Li Reqayê projeya ronîkirinê
Li Reqayê projeya ronîkirinê
Li Reqayê projeya ronîkirinê
Li Reqayê projeya ronîkirinê
Li Reqayê projeya ronîkirinê
5 adar, 2024   05:36
REQA
ENES MIHEMED

Bi armanca ronîkirina kolanên Reqayê bi giştî, beşa ronîkirinê li ser gihandina torên ronîkirinê yên nigihîştine hin kolanan xebatan dike. Dê ev proje di Nîsanê de bê destpêkirin.

Rêjeya xerbatên ronîkirinê yên li Reqayê hatiye kirin ji sedî 70ˊê ye û dê rêya Ferdos a digihîne Nexweşxaneya Wetenî heta bi Mizgefta Newewî ve bê destpêkirin. Dirêjahiya wê xetê kîlometreyek e. Ji wê zêdetir jî dê xebat li taxên şaxî yên bajêr mîna taxên li rojhilatê pira kevin, taxên derdora mizgefta kevn, bajarê sînaî û taxa Feratê bên kirin. 

Dê deste hin parkên giştî jî ronî bike; mîna Parka Îstiqlalê, Parka Beca û parka 7ˊê Nîsanê. Ew jî piştî rêya Hiwêwe, kolana 16ˊan û rêya Panorama hatin ronîkirin.

Beşa ronîkê hîmên li hundirê Parka Jinê ya li bakurê firina zimhêr kolandin, da ku piştre parkê ronî bike. Her wiha 6 stûnên ronîkirinê li hundirê parkê hatine danîn.

Der barê projeya ronîkirinê de serokê beşa ronîkirina giştî ya Şaredariya Gel a Reqayê Şewax El Selal axivî û got: "Piştî proje bi rêjeya ji sedî 70 li hundirê kantonê hat ronîkirin, plana temamkirina projeyên ronîkirinê hene."

El Selal wiha domand: "Dê werşeyên ronîkirinê di çarçoveya plana ronîkirina kolanên sereke û şaxî yên mayî de bixebitin. Ew proje dê di destpêka Nîsanê de bên destpêkirin."

(fr)

ANHA