Fermandar Nûreddîn Sofî di nav têkoşîna azadiya jinan de bû- LEYLA AMÛDÊ

 Fermandar Nûreddîn Sofî di nav têkoşîna azadiya jinan de bû- LEYLA AMÛDÊ
6 nîsan, 2026   08:34

Gelek fermandarên jîr, zana û çeleng di rêya şoreşa azadiyê de canê xwe feda kirin. Yek ji wan pêşeng û qehremanên fedayî jî hevrê û serkêş Nûreddîn Sofî ye. Ji destpêka jiyana xwe ya ciwantiyê de Tevgera Azadiyê nas dike, bi bîr û baweriyeke pir xurt xwe nêzî kadroyên tevgera Apoyî dike. Bi wan re hevaltiyeke ji dil û pir semîmî pêş dixe. Piştre li cem Rêbertî perwerdeyê dibîne û li ser esasê soza dide gelê xwe derbasî çiyayên Kurdistanê dibe. Hevrê û fermandar Nûreddîn Sofî pir zû fêrî jiyana gerîla, şert û mercên zehmet ên çiyayan dibe. Ji ber jêhatîbûn û kêrhatiyên xwe di demeke  kurt de di nav gerîla de peywir û erka fermandartiyê digire. Dibe yek ji fermandarên herî xurt. Timî di şer û çalakiyan de pêşengiyê ji heval û hogirên xwe re dike. Hevrê û fermandar Nûreddîn Sofî ji aliyê hevrê û şervanên xwe ve pir dihat hezkirin. Herî zêde jî gerîlayên ciwan dixwestin li cem fermandarê xwe hevrê Sofî bin. Hevalê Nûreddîn Sofî jî pir ji ciwanan hez dikir, ew perwerde dikirin.  Ew bi xwe jî xwedî ruhekî ciwan û zindî bû.

Fermandar û dilêr Sofî her dem bi kelecan û coş bû. Her bi liv û tevger û çalak bû. Qet jî nikarî li cihekî bêkar bisekine. Pir jî xwedî ked û xebat bû. Hevrê Sofî timî xwe perwerde dikir û di taktîkên şer de jî pir şareza, jêhatî û zana bû. Xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de gelekî pêş xistibû. Xwe gihandibû asta ku Rêber Apo fêm bike, li gorî wê têkoşîn bike û di xebata xwe de jî serkeftî be. Her cihê ku hevrê Nûreddîn lê ba coş, kelecan, bandor û tesîra fikir û ruhê Apoyî hebû. Hevrê û fermandarê zana û jîr Nûreddîn Sofî li çiyayên berzebilind ên Kurdistanê jî li qadên herî zor û zehmet dima. Digot ku teqez divê gerîla her di qadên zor û zehmet de şer bikin. Ji gerîlayên azadiyê re digot ku heya hûn li cihên zehmet têkoşîn nekin hûn nabin gerîla û hûnê nebin Apoçî jî.

Ji ber Rêber Apo û hevalên destpêkê bi zehmetiyên pir mezin re rû bi rû hatine, her xwe fêrî zehmetiyan kirine da ku di qadên karibin di nav her şert û mercî de li ber xwe bidin û destanên qehremaniyê xêz bikin. Em hemû jî dizanin ku di nava tinebûn û zehmetiyan de şoreş çêdibe. Jixwe dema fermandar û serkêş Nûreddîn Sofî perwerde dida hevalan û ji wan re xal bi xal şîrove dikir gerîlayan jî pir baş û xweş guhdar dikirin, gelek feyde ji ezmûnên wî yên şoreş û jiyanê digirtin. Hevrê û qehreman Nûreddîn Sofî salên dirêj di şer û têkoşînê de ma û pêşengtî kir. Tevî di asta herî jor de weke fermandar cihê xwe di nav Tevgera Apoyî de girt, her bi ruhê komînalîteyê tevdigeriya. Sade, xwezayî û dilnizm bû. Hevalê Sofî li ku baya jî hemû hevalan weke fermandar û pêşengekî nêzî wî dibûn, hurmet û hezkirin jêre raber dikirin.

Hevrê û mêrxas Nûreddîn Sofî çawa di hevaltî û jiyanê de xwedî rol bû, di şer de jî xwedî heybeteke pir mezin bû. Li qadên dima, rehetî nedida dijmin. Hêzên dijmin ji hêz dixist, derbe li wan dida, tirs û xof dixist dilê wan. Her wiha bawerî dida hevalên li cem xwe. Hevrê Nûreddîn li gelek herêmên çiyayî yên Kurdistanê gerîlayetî kir. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat jî weke fermandar û pêşengekî Apoyî xebitî. Sala 2013’an de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Li Rojavayê Kurdistanê her weke fermandarekî Apoyî têkoşîn kir. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de xwedî rolekî pir mezin bû. Di warê koordînekirina şer de pir xwedî ezmûn bû. Pir baş taktîkên dijmin tehlîl dikir û dizanî dê wan çawa vala derxîne û derbên xurt li wan bide.

Fermandarê çiyayî Nûreddîn Sofî ji bo pêşxistina şoreşa mirovatiyê Şoreşa Rojava ket nav hewldan û têkoşîneke pirxurt. Hevrê û dîlawer Nûredîn Sofî di hevaltiya xwe ya partîbûnê de, bêqisûr bû. Nexasim jî di hevaltiya xwe ya bi jinan re pir xwezayî û sade bû. Di warê civakî de jî zana bû, xwedî sekneke demokrat û sosyal bû. Pir qîmet dida hevalên xwe yên jin, ew muxateb digirtin, bi hurmet nêzîkatî raber dikir. Dixwest di asta pîvanên Rêber Apo ji bo xortên egîd danîbûn de nêzîkatiyan raber bike. Pir caran ev xisûs di perwerde û civînan de dianî ziman. Li devera ku fermandar û rêzan Nûreddîn Sofî lê ba, têkoşîna zayendî pir xurt bû. Di nav têkoşîneke ji bo azadiya jinan de bû. Digot, “Em jî weke mêr kole ne. Pêwîst e em jî xwe azad bikin. Divê em xwe ji hişmendiya zayendperest rizgar bikin.”

Hevrê û fermandar Nûreddîn Sofî di nav Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de xwedî kedeke pir mezin bû. Her hewl dida layiqî keda Rêber Apo derkeve û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî jî xwedî têkoşîneke pir xurt bû. Şehadeta hevrê û mêrxas Nûreddîn Sofî ji bo Tevgera Apoyî wendahiyeke pir mezin bû. Em hemû jî tevî gelê Rojava gelekî xembar bûn. Em soza xwe ji fermandarê xwe re nû dikin û dibêjin, em ê hedef û armanca we pêk bînin. Em ê Rêberê xwe ji esaretê rizgar bikin û gelê xwe bigihînin serkeftinê. Careke din ez bi hurmet û minetdarî bejna xwe li hemberî tevahî şehîdan ditewînim û dibêjim hûn ji bo me pêşeng, serkêş û fermandar in. Hûn rêya me ronahî dikin. Em ê heya hênaseya xwe ya dawiyê di nav têkoşîna rûmetê de bin û şoreşa xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.