Xwendekaran li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî çalakî li dar xistin

Li dibistanên li Qamişlo û gundewarê Tirbespiyê xwendekaran li dijî biryara kêmkirina dersên zimanê Kurdî li dibistnan çalakî li dar xistin.

 Xwendekaran li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî çalakî li dar xistin
 Xwendekaran li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî çalakî li dar xistin
 Xwendekaran li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî çalakî li dar xistin
 Xwendekaran li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî çalakî li dar xistin
 Xwendekaran li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî çalakî li dar xistin
 Xwendekaran li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî çalakî li dar xistin
 Xwendekaran li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî çalakî li dar xistin
 Xwendekaran li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî çalakî li dar xistin
 Xwendekaran li dijî kêmkirina dersên zimanê Kurdî çalakî li dar xistin
27 îlon, 2026   14:06
QAMIŞLO

Çalakiyên xwendekaran li herêma Cizîrê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê ya sînordarkirina dersên zimanê Kurdî bo 3 saetan di hefteyê de berdewam dikin. Xwendekaran daxwaz kir ku zimanê Kurdî di destûrê de wekî zimanekî fermî were naskirin.

Di vê çarçoveyê de, xwendekarên Dibistana Şehîd Gabar a li Qamişlo li ber avahiya Gerînendeya Herêmê çalakî li dar xistin û pankartên ku li ser wan nivîsandibûn "Zimanê me nasname û rûmeta me ye" û "Bi Kurdî fêr bibin" hilgirtin.

Di çalakiyê de, mamoste Rojîn Mihemed Mûsa got, "Ev biryar neheqiyek e li ser ziman û ji ber vê yekê hemî xwendekarên zimanê Kurdî wê red dikin û nerazîbûna xwe diyar dikin. Ev yek ji bo perwerdeya ku me di 15 salên borî de wergirtiye jî derbas dibe. Ev biryar, xizmeta zimanê Kurdî nake; berevajî vê, ew hewldanek e ku wê tepeser bike."

 Derbarê heman mijarê wendekarên dibistanên gundên Sîha Mezin û Xeznayê daxuyaniyên cuda dan

Daxuyaniya li Sîha Mezin ji aliyê xwendekara bi nvê Heyat Fenar ve hate xwendin, ya li gundê Xeznayê ji aliyê xwendekara bi navê Ayfer Hac Xelîl ve, bi beşdariya bi dehan xwendekaran hate xwendin.

Her du daxuyaniyan jî biryara kêmkirina dersên zimanê Kurdî red kirin û şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de hat gotin: "Em dixwazin bi awayekî aştiyane lê bi dengekî bilind û zelal bibêjin ku entegrasyon divê rêyek ji bo jiyana hevbeş di navbera gelan de be, ne rêyek ji bo kêmkirin û paşguhkirina zimanê Kurdî be."

Çalakî bi dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bûn.

(k)

ANHA

Qamişlo 

Tirbespiyê