Bi pênûsa efrîniyekî ku 2 caran êşa koçberiyê kişandiye - FEWAZ REŞO

Bi pênûsa efrîniyekî ku 2 caran êşa koçberiyê kişandiye - FEWAZ REŞO
1 kanûn, 2025   12:27

1 û 2ˊyê Kanûna 2024ˊan ji bo efrîniyan rojên din ên rêwîtiya demdirêj û dûrketina ji warên xwe ne. Di van dîrokan de efrîniyên ku ji hêlîna xwe re nêzîk bûn, li hêviya vegereke bêstûxwarî û serînetewandî bûn, careke din çiqin û baxçikên xwe hildan milên xwe û dev da koçberiyeke din. Lê vê carê ji warê xwe bi dûr ketin û hîs kir ku rêwîtiyeke bêveger e, dilê wan di wê kêliyê de çend çirkeyan ji fikara dûrketinê, bêvegeriyê û tirsa di komkujiyên hovên serdemê re derbas bibin, sekinî.

Di 20ˊê Çileya 2018ˊan de li pêş çavê qaşo rêxistinên bi erkên parastina mafên mirovan, zarokan, jinan û temenmezin, sêwî û astengdaran radibin, dewleta Tirk a dagirker diranên xwe yên berê hîna bi xwîna komkujiyên li dijî neteweyan şil in, di nav de Kurd jî, hovîtiya xwe da meşand. Nandozên ji tevahî cîhanê hatine komkirin tevî dewleta faşîst êrişên topyekûn li ser Efrînê dest pê kirin. Ev êriş rastî berxwedana keç-xort, kal û pîran û xwezaya Efrînê hat. Heta 58 rojan qonaxeke di dîroka berxwedan û dagirkeran de hat raberkirin ku tu carî nayê jibîrkirin.

Bi zêdebûna êriş û hovîtiyê re û bi armanca parastina rûmeta xwe û piştî temaşekirina hemû cîhanê, gelê Efrînê neçar ma ku terka hêlîna xwe bike. Piranî li Şehbayê bi cih bûn, hin jî li bajarên din ên ku tê de ewlehiya xwe dibînin, bi cih bûn.

Di heyama 7 salên derbideriyê de gelê Efrînê jiyanek li Şehbayê ku berê êşa topbaran û bombebaranê kişandiye ava kir, li wir debara xwe dikir û li benda vegera birûmet bû. Lê diyar e ev jiyana ku koçberan di nava kavilan û bermahiyên şer de jî pêk aniye, bi kêrî hovan nehat û çavên xwe jê diêşiyan, bi wê re careke din komploya xwe hûnandin û di 27ˊê Mijdara 2024ˊan de bi rêya şaxê El Qaîdê ya li Sûriyeyê anku Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) ku xelat ji bo wergirtina agahiyan li ser berpirsê wê Ebû Mihemed El Colanî danîbûn dest bi qaşo rizgarkirina deverên Sûriyeyê ji rejîma Esed kir. Bi destpêkirina êrişê re, û nêzbûna wê ji taxên rojavayê bajarê Helebê ve, dor li Şehbayê hat girtin û xistin çemberê. Dewleta Tirk û çeteyên wê ku berê li eniyên Şehbayê ne êrişî Şehbayê kirin û gotinên "Em ê we tune bikin". Ji biçûk ta mezin hemû koçber di nava metirsiyê de bûn ku wê komkujiyan pêk bînin. Lê ji metirsiya pêkanîna komkujiyan Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê biryar da ku xelkê herêmê veguhêze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev biryar derdora saet 15.00ˊan roja 1ˊê Mijdara 2024ˊan hat belavkirin, hemû koçber ketin nava seferberiyê û di heyama saetekê de li ser rêyên sereke ji Şêrawa û Til Rifetê heta bi nêzî bajarê Helebê hemû şênî ketin pey hev, hin bi meşê, hin bi erebeyên xwe ku mazot û benzîn hindik e, hin jî bi motorsîklêtên xwe. Rojekê li ser rêyan, di nava serma û seqemê de, li gel birçîbûn-tîbûn, hebûna nexweşan û zarokên berşîr man.  Wê rojê xew neket çavê tu kesî, di quncikan de, bi aşkera û bi dizî dengên ahîn û giriyê dihat, hêsir û nefretekê xwe dabû der.

Şervanên ji eniyên şer vegeriyane li nav erebe û çolê li dê û bav û zarokên xwe digeriyan, zarokên pêxwas ên bi çavên ji girî perçifî, rûyên ji serma qermiçî û herîgirtî li dê û bavên xwe digerîn. Heta ew şev derbas bû, bîranînên 7 salên koçberiyê wek tizbiyan di ber çavan re diçûn û dihatin.

Roja 2ˊyê Kanûnê, danê nîvro tam saet 12.00ˊan dest bi koçberiya duyemîn a ber bi deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve kir. Em di karwana rêya Fafînê de bûn, berê me ber bi bajarê Ehdasê ve bû da ku berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Wexta ku em gihaştin Ehdasê me ew hovên ku serî dibirîn dîtin, bi çavên ku hem bi hêrs hem jî tirsê me li wan dinêrî. Her nêzî 500 metreyan çend kesên rihên wan dirêj ku teşeyên wan tew naşibin mirovan hebûn, gotinên “Herin em li pey we tên", "Ey qendîlîno", "Ey terorîstino", "Ey xinzîrino" û hwd dikirin. Heta ku em gihaştin rêya Tebqayê me bi dilê xwe girt, li ser benda kontrolê ya yekemîn me gotinên "Netirsin em heval in", "Hûn ji Şehbayê tên, hûn efrînî ne?" bihîstin, wê demê hinekî dilê me vehesî ku em li cihê ewle ne. Di koçberiya me ya duyem de me parçeyek ji giyanê xwe li pey xwe hişt, warê ku bi ked û zehmetiyê hatibû ser hev êdî bû beşeke çîroka gelê berder, bû nalîna her derbiderekî/ê, bû bîranîneke ku di bîra qederê wer bû. Efrîn bav, bapîr, dapîr, zarok e ji bo me, lê Şehba hembêzgeh bû ji giyanê birçiya hezê re, warekî duyem bû ji êş û elemên me re.