Hêviya gulê û 28 sal

Dema sala 1996’an çû cem Rêber Abdullah Ocalan, fêr bû ku 8’ê Adarê rojek têkoşîna jinan e. Wê rojê Rêber Abdullah Ocalan gulekê dide wê. Ji wê rojê û vir e her sal 8’ê Adarê li baxçeyê xwe gulekê diçîne.

Hêviya gulê û 28 sal
Hêviya gulê û 28 sal
Hêviya gulê û 28 sal
Hêviya gulê û 28 sal
Hêviya gulê û 28 sal
Hêviya gulê û 28 sal
5 adar, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Li Suriyeyê partiya Baas di 8’ê Adarê de hatiye ser desthilatdariyê; lewma ev roj li Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê zêdetirîn wekî salvegera rejîmê dihat zanîn. Ji ber zora desthilatdariyê jî têkoşîna jinan zede dernediket pêş. Bi mezinbûna têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan re ev feraset hilweşiya û 8’ê Adarê li ser hîmê wê yê rasteqîn hat pêşwazîkirin. Jin pêl bi pêl tevlî têkoşînê bûn, 8’ê Adarê wekî rojek têkoşînê pêşwazî kirin. 

Yek ji van jinan Ranya Hesen Îbrahim 56 salî ye. Ranya ya ji bajarê Qamişloyê, heta sala 1996`an ji roja 8’ê Adarê haydar nebûye. Bi gotina wê tu kesî ji tirsa rejîma Baas nekarîbûye behsa vê rojê bikin û wateya wê nezanîbûn. Ranya got: “Ji me re dihat gotin ku ev roj salvegera damezrandina partiya Baasê ye û rejîmê ji xwe re pîroz dikir.”

`ROJA TU CARÎ WÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN`

Ranya Îbrahîm yekem car wateya vê rojê di sala 1996`an li Şamê nas dike û wê rojê wekî, “Roja ku tu carî wê neyê jibîrkirin” pênase dike. Di 8`ê Adara sala 1996`an de Ranya Îbrahîm diçe Şamê û dibihîse ku wê xizmên wê biçin cem Rêber Abdullah Ocalan. Ew jî bi wan re diçe û yekem car 8’ê Adarê Roja Têkoşîna Jinê ya Cîhanê bi beşdariya Rêber Abdullah Ocalan pîroz dike.

‘MIN YEKEM CAR BI SEROK RE ROJA JINÊ PÎROZ KIR’

Ranya Hesen Îbrahîm dibêje ku wê cara yekem di 15`ê Tebaxa 1992`yan de Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, dema 8’ê Adara 1996’an careke din çûye cem Rêbertiyê jî ev roj nas kiriye. Ranya ku hîn jî wê hestê jiyan dike, heyecana xwe ya wê demê wiha vegot: “Min roja jinê cara yekem li cem Serokatiyê pîroz kir. Keyfexweşiyek ne ji rêzê bû. Em di hewşeke biçûk de kom bûn û me govend gerand. Wê demê Serok derbasî hewşê bû û derbarê vê rojê de axivî. Heya wê demê min nizanîbû 8`ê Adarê çi roj e. Serok wateya wê ji me re anî ziman û got ‘Divê hûn li ser lingên xwe bisekinin. Rola jiyanê hemû ya jinê ye. Dem dema jinê ye’. Min ji wan gotinan gelekî hêz girt.”

BEXÇEYÊ GULAN

Rêber Abdullah Ocalan piştî axaftina xwe 8’ê Adarê li jinên beşdarî pîrozbahiyê bûne pîroz dike û her yekê ji wan gulekê dide.  Ranya Hesen Îbrahîm piştî wê rojê, her sal di 8`ê Adarê de li bexçeyê xwe gulek çandiye. Ranya heta sala 2003’yan li baxçeyê mala xwe ya li Qamişlo 7 gul çandine; piştre mala xwe biriye Rimêlan lê li wir jî çandina gulan domandiye û heta niha 21 gul li baxçe çandine.

Ranya dibêje; “Ji bo bîranîna bi Serokê xwe re ez di roja jinê de gul diçînim. Gulên min çandin hîn jî hene. Li baxçeyê min dar û kulîlkên din jî hene. Ew gul ji bo min gelekî bi nirxin. Her cara li wan dinêrim roja ku Serok gul daye min û axaftinên wî tên bîra min.”

GULA 29’AN AMADE YE

Ranya Îbrahîm 8`ê Adarê cara duyemîn bi şoreşa Rojava re di sala 2013`yan de li Qamişlo pîroz kiriye û her sal beşdarî pîrozbahiyan dibe. Ranya Îbrahîm gula xwe ya 29’emîn jî amade kiriye û li benda 8’ê Adaraê ye ku li bexçeyê xwe biçînê.

ANHA