Belgefîlma ajokarên ambulansên di şerê Reqayê de tê çêkirin

Heyva Sor a Kurd û Komîna Fîlman a Rojava li ser keda ajokarên ambulansan ên din şerê Reqayê (6’ê Hezîran-20 Cotmeha 2017’an) de belgefîlmekî çêdikin.

30 cotmeh, 2025   05:10
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Di sala 2011’an de şerê Sûriyeyê dest pê kir û di sala 2013’an de DAIŞ’ê êrişî bajarê Reqayê kir û dagir kir. DAIŞ’ê Reqa wek paytexta xwe îlan kir. Her roj hikumeta Şamê, dewletên wekî Rûsya, DYA, Fransa, Urdun û hwd Reqa bombebaran kir. Di 6’ê Hezîrana 2017’an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dest bi pêngava rizgarkirina Reqayê kir û di 20’ê Cotmeha 2017’an de YPJ’ê rizgarkirina Reqayê îlan kir. Di şerê 4 meh û nîvan de berxwedaneke bêhempa derkete holê. 

Heyva Sor a Kurd jî di şerê Reqayê de kedeke mezin da, ji bo rizgarkirina jiyana mirovan têkoşîneke mezin meşand. Di nava xebatên Heyva Sor a Kurd de jî ajokarên ambulansan, bê tirs berê xwe da qadên şer û zarok, jin, mêr, şervan û heta çeteyên DAIŞ’ê yên birîndar xelas kirin. Di wê demê de 70 xebatkarên Heyva Sor a Kurd (bijîşk, hemşîr-hemşîre, ajokar) bi 10 ambulansan kar dikir.

Xebatkarên Heyva Sor a Kurd jî xwest li ser ked û xebata 2 rêveberên tîmê û 4 ajokarên wê demê kar dikir, belgefîlmekê çêkin. Xebatkara ragihandina Heyva Sor Medya Xanim û ajokarên ambulansên şerê Reqayê senaryoyekê dinivîsin.

‘ME XWEST KEDA AJOKARAN NÎŞANÎ HER KESÎ BIDIN’

Medya Xanim dibêje: “Reqa paytexta DAIŞ’ê bû, şerekî pir giran li wir dihat kirin. Li wir DAIŞ şikest û mirovahî bi ser ket. Heyva Sor jî kedeke pir mezin da. Ajokarên ambulansan ku temenê wan mezin jî bû, dema gelek kes ji şer direviyan, ji bo jiyana mirovan rizgar bikin, zarokên xwe li pişt xwe dihiştin û bi dilxwazî berê xwe dida nava şer. Her cara em li hev rûdiniştin, wan bîranînên xwe vedigotin. Me jî xwest keda wan nîşanî her kesî bikin.”

Piştî ku senaryo di nava mehekê de hat nivîsîn, ragihandina Heyva Sor a Kurd, ji bo senaryoya wan bikin fîlm, serî li Komîna Fîlman a Rojava da. Komîna Fîlman jî kişandina filmê erê kir.

Derhênerê fîlmê û endamê rêveberiya Komîna Fîlman a Rojava Yilmaz Mihemed Elî diyar kir ku wan di 24’ê Îlonê de dest bi kişandina fîlm kir û heta 5’ê Cotmehê bi dawî kir. Ev cara yekem e li Rojava belgefîlmek dokodrama tê çêkirin ku bûyerên ji nû ve zindî dikin.

Dîmenê belgefilmê li Reqa û Qamişloyê hatine kişandin, 6 kesên ku di dema şer de li Reqayê kar kiriye, di belgefîlm de bûyerê tînin ziman û lîstikvaniyê jî dikin. Her wiha 6 endamên Komîna Fîlman a Rojava jî di pêvajoya kişandina fîlm de kar dikin.

Niha belgefîlm tê montajkirin û dê di nava hefteyekê de bi dawî bibe.

Senarîsta belgefîlmê Medya Xanim dibêje ew dê destpêkê belgefîlmê nîşanî xebatkarên Heyva Sor a Kurd bidin û ew belgefîlmê diyarî ajokaran dikin.

ANHA