Fragmana fîlma ‘Heval Kekê Min’ hat weşandin

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn ku ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve tê organîzekirin, dê bi fîlma komînê ya bi navê “Heval Kekê Min” dest pê bike. Komînê fragmana fîlmê parve kir.

Fragmana fîlma ‘Heval Kekê Min’ hat weşandin
4 mijdar, 2026   06:10
QAMIŞLO

Komîna Fîlm a Rojava di navbera 13-20’ê Mijdarê (2026) de Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn organîze dike. Mîhrîcan bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” li Hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê pêk tê. 

Ji Bakur, Başûr, Rohilatê Kurdistanê û welatên Sûriye, Îran, Iraq, Endonezya, Tirkiye, Polonya, Fransa, Fîlandiya, Çîn, Spanya, Portekîz, Arjantîn, Ukrayna, Kiwêt, Japonya, Brezîlya, Rûsya, Kanada, Efxanistan û Danîmarkayê 45 berhem beşdarî mîhrîcanê dibin.

Dê mîhrîcan bi berhema Komîna Fîlm a Rojava “Heval Kekê Min” bê vekirin. Komînê fragmana fîlmê li ser malpera xwe parve kir.

Endamê Komîna Fîlm a Rojava û endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê Mêrzan Bekir li ser fîlma “Heval Kekê Min” agahî dan ajansa me.

Mêrzan diyar kir ku her sal mîhrîcan bi fîlmeke Komîna Fîlm a Rojava dest pê dike.  Fîlma “Heval Kekê Min” cara yekemîn dê li mîhrîcanê bê pêşandan. Fîlm drama ye û 2 saetan diajo. Di sala 2023’yan de hatiye çêkirin. Mijara fîlmê li ser jineke ciwan e ku di nava civakê de rastî astengiyan tê. Çavê wê her tim li dîtina birayê wê ye ku di nava şoreşê de cih girtiye.

Mêrzan Bekir ev lê zêde kir: “Ev fîlm di nava mercên herêmê yên zehmet de hat çêkirin û ji bo me serkeftinek e. Fîlm 2023’yan hat çêkirin, lê ji ber ku li herêmê şer hebû, dereng hat temamkirin.”

(bî)

ANHA