Festîvala Şanoyê didome; komên Qamişlo û Efrînê daketin ser dikê

Di roja 5'an a Festîvala  ‘‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê‘‘ de komên ji Qamişlo û Efrînê şano pêşkêş kirin.

3 mijdar, 2026   17:51
KOBANÊ

Festîvala 4’emîn a ‘‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê‘‘ di roja xwe ya 5‘emîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê dewam dike. 

Festîval bi beşdariya gelek kesan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre koma ji bajarê Qamişloyê şanoya `Jiyana bi komirê` pêşkêş kir ku ji aliyê Alan Ebdulah ve hatiye nivîsandin û derhênerkirin.

Piştre jî koma ji Efrînê daket ser dikê û şanoya bi navê `Piştî rûxandinê` pêşan da. Şano bi hevbeşî ji aliyê endamên komê ve hatiye nivîsandin û Ebdurehman Omer jî derhêneriya wê kirin.

Beşdaran bi çepikan eleqe nîşanî şanoyê dan û nirxandinên xwe anîn ziman.

Festîval dê siba bi dawî bibe.

Festîvala 4’emîn a ‘‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê‘‘ ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê ve, bi hevkariya Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi dirûşma ‘‘Ji Her Bajarekî Çîrokek, Ji Her Dilekî Romanek‘‘ hatiye organîzekirin.

(so/bb)

ANHA