Hêzên Îsraîlê li gundewarê Qunetîrayê bendek danî

Tevgerên Îsraîlê li herêmên başûrê Sûriyeyê didomin. Hêzên Îsraîlê bendeke kontrole li bajarokê Bîir Ecem ê rojavayê Qunetîrayê danî.

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Qunetîrayê bendek danî
29 cotmeh, 2025   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku vê sibehê, hêzeke nû ya Îsraîlê ku ji 5 wesayîtên leşkerî pêk dihat derbasî bajarokê Bîir Eceb a rojavayê Qunetîrayê bû û bendeke kontrolê danî.

Li gorî SOHRˊê şêniyan metirsiyên xwe ji ber dubarebûna van tevgeran nîşan da.

Ev pêşdeçûn, piştî rojekê ji xebatên kolandinê û vekirina rêyeke nû ji hêla hêzên Îsraîlê ve, li nêzî cihekî girêdayî NYˊyê yê li heman bajarokî, pêk hat.

(fr)