TEV-ÇAND‘ê û Şanoya Çiya şehîd Hêvî bi bîr anî

Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Şanoya Çiya şehîd Hêvî bi bîr anî û got, bû hîmê şoreşeke mezin a hunera şanoyê.

TEV-ÇAND‘ê û Şanoya Çiya şehîd Hêvî bi bîr anî
27 tebax, 2026   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Şanoya Çiya bi boneya salvegera 22‘emîn a şahdeta  şangoer Hêvî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku A. Xafûr Doxan (Hêvî Şanoger) 27‘ê Tebaxa 2004‘an ji bo beşdarbûna Festîvala Şanoya Kurdî ya ku li Kerkûkê pêk dihat  ji Mexmûrê  ber bi Kerkûkê ve rê ket di encama qezayeke trafîkê de şehîd dibe."

Di di daxuyaniyê de di kesayeta şehîd Hêvî de şehîdên çand û hunera azad hatin bibîranîn û wiha hat domandin "Hevrê Hêvî di pêşxistina çand û hunera gerîla de bû hîmê şoreşeke mezin a hunera şano li çiyayên azad û ji bidestxistina nasnameya şanoya kurdî û şoreşgerî bûye rêzanê xetê û xwedan rol û misyoneke herî mezin ya avakirina  tevgera çand û hunera şoreşê. Di şanoya şoreşgerî de roleke bingehîn û baleberz lîst û şopeke watedar li pey xwe dihêle."

Di dewama daxuyaniyê de hate îşaret pê hat kirin ku şehîd Hêvî li navçeya Qiziltepe/Qosera Mêrdînê jidayik bûye  û li wir mezin bûye. Ji bo debara jiyanê xwe û malbatê  demekê dirêj li Îzmîrê dixebite.

Di sala 1993‘yan de li Îzmîrê  kar dike. Li wir fikra şoreşa azadiya Kurdistanê û ramanên Rêber Apo nas dike û tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Li cihekî zehmet wekî metrepolên Tirkiyê xebatên xwe yên welatparêziyê dimeşîne. Di xebatên NÇM‘ê yên çand û hunerê de cih digre û roleke mezin di pêşxistina şanoya kurdî. Hemû êş zehmetiyên ku civaka me tê re derbas bûne ji kûrve hîs dikir û djiya,lewra hemû hêvî,  xeyal û xewnên civakê û rastiyên wê li ser dika şanoyê nîşan da û bingeha têkoşînê zindî dikir.

Di sala 1998‘an de, heval Hêvî bi tevî komeke hevalên xwe  tevlî şoreşê dibin û têkoşîna xwe li çiyayên azad ên Kurdistanê dimeşîne .

 Ger em bixwazin kesayeta heval Hêvî Şanoger binirxînin em nikarin kesayeta wî û ya rêheval Yekta Herekol ji hev cuda bigrin dest, jiber ku herdu heval xwedî ezmûneke mezin bûn û xwedan heman rol û misyonê bûn. Di pêşveçûna şanoya şoreşê de rola pêşengiyê lîstine, di dema herî hesas û dîrokî de bûne xwedan rolên herî mezin. Lewra ew herdû heval ji bo me bûne xeta huner û şanogereya azad û bûne nimûneya rêhevaltiyê.

Di peşengiya Şehîd Hêvî û Yekta de xebatên tevger a çand û hunerê mezin bû û pêş ket. Di çiyan de ev xebat gihişt asta  kûrbûn û sazîbûnê. Bi van hevalan jiyana gerîla û têkoşîna wan li ser dikê hatin zindîkirin, weke şêwekarekî herdu aliyên jiyanê carna bi ken carna bi girî li ser dika jiyanê dineqişandin. Ew hest, ew berxwedanî, ew asîbûn, ew xweşikbûn, bedewiya ruhê gerîla li ser dika jiyanê û rastiya şoreşê dihûnandin. Bi felsefeya Rêber Apo ji bo mirovahiyeke azad, ji bo gihiştina ruhê civakeke azad, vegera li cewhera xwe ya resen, li heqîqeta xwe, li nirx û manewiyata xwe xwedî derketin. Herdu hevalan li ser dikê  tevna jiyaneke nuh û azad  li her dem û her cihî hûnand.

Lew ra, em herdu şanogeran weke cêwiyên şano dibînin, ew temsîliyeta yekbûn û cêwîtiya bi şanoyê re ne.                                                                

Bi berhemên xwe şagirt û şopdar ava kirin, bi dehan lîstikên şano lîstin û dan leyizandin, seneryo nivîsandin, nirx afirandin û zindî kirin, her bihostek ji axa çiyê bi destên xwe kirin dika jiyan û şanoya heqîqetê. Bûn nûnerên şanoya gel û  gerîla.

Heval Hêvî di lîstikên xwe yên wekî ‘Gurî’, ‘Qirdik’ û ‘Qeşmer’ û ‘Evîna gul û masî’ hwd. Li ser rastiya civaka Kurd, her demê li hemberî neheqiyan tê koşiya û li ber xwe da 

Heval Hêvî ji bo pêşxistina şanoya Kurdî de hêviyeke zindî bû. Gelperwerî û civakî bûn bingeha şanogerya wî bû . 

Belê li pey xeta Yekta, Hêvî, Rêzan, Jînda Hewlêr û Sarya Baran û gelek rê hevalên şanoger derketin. Ev mîrasa heyî mezin kirin,  xwedî lê derketin û parastin. Dika jiyanê her tim zindî hiştin. Ji Zerdeştan bigre hetanî Daxistanan û Fedekaran  bûn şopdarên vê rastiyê. Ew ji bo me bûn xeta hunera azad, bûn roniya huner û şanogertiya rast ya temsîla heqîqetê. Ji lewra ev xebat, ev şanogeh,  zindiye, ev tekoşîn  zindîye.

Em wekî TEV-ÇAND û Şanoya-Çiya careke din di kesayeta hevrê me yê şoreşger Hêvî Şanoger de, hemû rê hevalên xwe yên şehîd bi bîrtînin û soza dewamkirina xet û rêya wan didin.

Encex bi ruhê we em ê dika şanoyê zindî bihêlin û  giyanê we zidîbikin. Lew ra em bang li wijdanê her kesê ku dibejê ‘ez hunermend im, ez şanogerê gelê xwe me’ dikin ku di van pêvajoyên wiha nazik û hasas de xwedî li erkên xwe yên wijdanî derkevin, bibin zimanê rastî û êşên civakê, bibin zimanê heqîqetê û civaka aştî demokrasiyê, em têkoşîna xwe xurt bikin û dengê azadiya birûmet bilind bikin. Şehîd namirin!"

(bb)