Jinên koçber: Derxistina çeteyan şertê sereke yê vegerê ye

Jinên ku bi darê zorê ji Efrîn û Şehbayê hatine koçberkirin û li kantona Tebqayê dimînin, israra xwe ya ji bo derxistina çeteyên dewleta Tirk a dagirker û vegera ewle anî ziman. Jinan diyar kir ku şêniyên Efrînê dikarin xwe biparêzin û baweriya xwe bi tu hêzên derve tune ne ye.

Jinên koçber: Derxistina çeteyan şertê sereke yê vegerê ye
Jinên koçber: Derxistina çeteyan şertê sereke yê vegerê ye
Jinên koçber: Derxistina çeteyan şertê sereke yê vegerê ye
Jinên koçber: Derxistina çeteyan şertê sereke yê vegerê ye
30 cotmeh, 2025   02:35
TEBQA

Jinên ku bi darê zorê ji Efrîn û Şehbayê ber bi kantona Tebqayê ve hatine koçberkirin, ji ajansa me re diyar kir ku derxistina çeteyan û bidawîkirina dagirkeriya Tirk û radestkirina herêmê ji bo şêniyên wê yên resen, mercên sereke yên vegera wan in. Jinan destnîşan kir ku êdî baweriya wan bi tu hêzên derve nayê û divê veger komî be û rûmet û mafên wan jî misogerkirî bin.

Asye Şêxo ya ji bajarê Efrînê ku ji 2018'an ve ji Efrînê koçber bûye got: "Heta ku çeteyên dagirkeriya Tirk ên ku hovîtî li her derê belav kiriye di Efrînê de be, em venagerin. Dema ku aştî pêk were û çete derkevin, em ê vegerin wê.”

Fener Îbrahîm jî diyar kir ku tunebûna ewlehiyê sedema venegerînl ye û got: "Bi hebûna çeteyan û dagirkeriya Tirk ewlehî tune ye, kirina sûcan jî zêde bûye. Dema ew werin derxistin em ê vegerin. Ji keç û xortên xwe pê ve, baweriya me bi kesî tune ye. Tenê ew dikarin herêmên me biparêzin. Em bi awayekî komî vegerin.

Xedîce Hemo jî girîngî bi pêkanîna edaletê û misogerkirina mafan da û got: "Divê mal û milkên me yên ku hatine talankirin û dest li ser hatine danîn, bo me vegerin û garantiyên rastîn ji bo vegerê werin dayîn. Divê herêmên me ji aliyê şêniyên wan ve werin birêvebirin."

Xedîce Hemo wiha domand: "Em dev ji destkeftiyên xwe bernadin. Divê saziyên jinan û hêzên ewlekariya hundirîn ên jinan jî hebin. "

Jinan bi yek helwestê diyar kir ku ji bo wan veger ne tenê vegera malan e, lê belê ew vegera birûmet û azadî û ewlehî ye.”

Nêzî 20 hezar koçberên Efrîn û Şehbayê di kamp û wargehên kantona Tebqayê de dimînin.

Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hewl didin di dan û standinên li gel hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de vegera koçberan mîsoger bikin.

(mh)

ANHA