Bayik: Gelê Başûr divê xwedî li dîrok û nirxên xwe derkeve

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku gelê Başûr ji Behdînan heta bi Soran berdêl dane û got, "Pêşmerge, ji bo ku Barzanî û PDK bikevin xizmeta dewleta Tirk, ji bo Başûr bikin wîlayeteke dewleta Tirk şehîd nebûn."

Bayik: Gelê Başûr divê xwedî li dîrok û nirxên xwe derkeve
21 gulan 2024   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê wekî ya Beşa duyemîn a hevpeyvîna taybet a bi ANF'ê re axivî, bi vî rengî ye:

Ciwanên şoreşger li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat pêşengî ji vê pêvajoyê re kirin û encamên girîng jî bi dest xistin. Bi Newroz, hilbijartin û herî dawî bi serhildana Wanê mohra xwe li pêvajoyê xistin. Li gorî we asta tevlîbûn û çalakbûna ciwanên Apoger çawa bû?

Ciwanên Kurd ne weke ciwanên welatekî din e. Gelê Kurd di navbera mirin û jiyanê de derbas dibe. Ciwanên Kurdistanê ciwanên vî gelî ne. Ji ber wê nikarin weke gelên din bijî. Û nikarin di nav çarçoveya ku sîstemê bi pêş xistiye bijî, di wê sîstemê de hinek reforman pêk bînin. Divê bi temamî derkevin derveyî vê sîstemê. Wê demê dikarin bibin ciwanên gelê Kurd, ji gelê Kurd re dikarin pêşengiyê bikin û bidin jiyankirin. Li ser gelê Kurd siyaseta qirkirinê heye. Li dijî vê sekinîn wezîfeya pêşî ya ciwanan e. Ji ber ku ciwan paşeroja gelekî diyar dikin. Eger ku ciwan dixwazin gelê Kurd bidin jiyankirin lazim e pêşengiyê bikin. Wê demê dikarin xwe jî, civaka xwe jî bidin jiyankirin. Em tevgereke ciwanan e. Rêber Apo got, me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî jî temam bikin. Ciwanên gelê Kurd lazim e vê ji xwe re bikin esas. Vê tevgerê bi temamî li ser ciwantiyê rabûye, li ser ciwantiyê dimeşe, bi ruhê ciwantiyê dimeşe. Dîrokeke wê heye, xeteke wê heye. Li ser wî esasî têdikoşe. Ti carî ciwanên Kurd nikarin wer li dîroka xwe, li xeta xwe, li ruhê xwe, li armanca xwe binirxîne. Ya ku ji wan tê xwestin li ser dîroka xwe, li ser xeta xwe bimeşe. Niha ciwanên Kurd çawa em dibêjin di sîstemê de lazim e tevnegerin, ciwanên Kurd bi ruhê şoreşgerî lazim e tevbigerin, ti astengiyan li pêşiya xwe qebûl nekin. Çi dewlet çêdike, çi xayin çêdikin, çi jî malbat bi gelek rêbazan çêdikin lazim e van qebûl nekin. Banga min ji bo malbatan jî heye. Welatparêzî ji mirovan çi dixwaze, li xwe, li welatê xwe, li zarokên xwe xwedîderketinê dixwaze. Rabûna li ber dijmin dixwaze. Malbat hem xwe welatparêz bibînin him jî pêşiya zarokên xwe bigirin, serê wan bidin sîstemê; ev yek ne rast e. Welatparêzî vê qebûl nake, ev li dijî wê ye. Binerin sîstem dixwaze gelê Kurd ji holê rake, ji bo wê dixwaze bi ciwanan destpê bike. Gelek tiştên xerab dixin nava ciwanan. Waliyê Sêrtê çi got? Got, li şûna ku tevlî gerîla bibin bila fûhûşê bikin. Eşkere got. Ev siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye. Ji ber ku dixwaze gelê Kurd ji holê rake. Wê çawa gelê Kurd ji holê rake? Dema ku ciwanên wan, ruhê wan ji holê rakirin hingî dikarin civaka Kurd ji holê rakin. Ji bo ku ciwan wezîfeya xwe ji bo gel û welatê xwe pêk nîne, ji bo tevlî têkoşînê nebin, li dijî dagirkerî, asîmîlasyonê nesekinin berê wan didin hemû xerabiyan. Malbat jî ji bo zarokên xwe wan rêyan bide pêş, rêyên çawa didin pêş wan? Rêya sîstemê didin pêşiya wan, sîstema ku vî gelî ji holê radike. Welatparêzî vê qebûl nake, însaniyet vê qebûl nake. Ji ber wê banga min ji bo malbatan; lazim e wer nêzîkî zarokên xwe nebin, xwedî li zarokên xwe derkevin. Zarokên xwe li ser rastiya gelê Kurd perwerde bikin, lê xwedî derkevin. Nehêle ku bikevin siyaseta dijmin; siyaseta eroîn, ajantî, fûhûş, koçberî, asîmîlasyonê. Ciwan di bin siyaseta dewleta Tirkiyeyê de jiyan dikin. Dewleta Tirkiyeyê çandeke ji bo wan bi pêş dixe, ew çanda arabesk e, bi wê bi temamî ruhê wan dikuje. Lazim e ciwanên gelê Kurd vê qebûl nekin. Bi taybet ciwanên Apoyî lazim e vê qebûl nekin, li dijî vê têbikoşin. Li xwe, li gelê xwe xwedî derkevin. Ji bo gelê xwe wezîfeya xwe ya dîrokî pêk bînin. Ya ku ji wan tê xwestin ew e. Lazim e hem li cihê xwe têbikoşin, hem jî tevlî gerîla bibin. Dikarin, yên ku hevdu nas dikin bi hev re xwe bi rêxistin bikin, dikarin gelek çalakiyan jî bikin. Vê tevgera wer destpê kir, wer bi pêş ket. Ciwanên vê tevgerê jî lazim e vê ji bo xwe esas werbigirin.

Li Bakur bi taybetî li ser jin û xortên ciwan her wiha li ser zarokan şerê taybet tê meşandin. Li hemberî vê hewldanên ciwanan jî hene. Li gorî we li dijî şerê taybet divê çi were kirin?

Eger ku dewleta Tirkiyeyê li ser ciwanan, jin, zarokan disekine sedemeke wê heye. Ji ber ku ev hemû paşeroja gelê Kurd temsîl dikin. Yek jî Rêber Apo hem ciwan, hem jin kirin pêşeng ji bo gel. Dewleta Tirkiyeyê yê faşîst dagirker qirker dixwaze gelê Kurd, Kurdistanê ji holê rake. Bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek li holê nemîne. Siyaseta ku dimeşîne li ser wî esasî ye. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne, lazim e li ku derê destpê bike? Ji ciwanan, jin û zarokan lazim e destpê bike. Dema li wir destpê kir dikare armanca xwe pêk bîne. Eger niha ewqasî li ser jin, ciwan û zarokan disekine ku her roj zarokekî li cihekî dikuje bi panzeran, li Tirkiyeyê tiştekî bi vî rengî nîne, tenê li Kurdistanê heye. Ev dijminatiya li Kurdan bi rengekî eşkere nîşan dide. Her roj li kolanan nahêle ku zarok bijî, tevbigere, bi panzeran diçin ser. Ew ji bo wê ye. Dixwaze zarokên Kurdan hemûyan bitirsîne û teslîm werbigire ku gelê Kurd teslîm werbigire û ji holê rake. Diçe ser jin û ciwanan. Çawa diçe ser? Bi arabesk, bi fûhûş, bi eroîn, bi ajantî, bi koçberî û bi asîmîlasyonê. Yanî bi her alî ve wê çawa jin û ciwanan bê ruh bike, wê ji rastiya wan dûr bixîne, wê wan bê ruh bike, wê çawa dûrî têkoşînê bike ku li xwe xwedî derkevin, li gel û welatê xwe xwedî dernekevin. Ji bo wê siyasetekê dimeşîne. Li dibistanan dimeşîne, li kolanan dimeşîne, li her cihî dimeşîne. Mînak rêze fîlm çêkirine, temamiya van fîlman li dijî civaka Kurd, li dijî jin û ciwanên Kurd in. Dixwazin bi van fîlman Tirkbûnê bi pêş bixînin, ku wan bi temamî ji kok, welat û mirovbûna xwe dûr bikevin û bikevin xizmeta dewleta Tirk. Ji bo wê vê dike. Niha festîvalê çêdikin. Çand, ziman, dîroka xwe, her tiştên xwe bi pêş dixin. Tişta ku xizmetê ji Kurdan re bike, xizmetê ji welatparêziyê, şoreşgeriyê bike çi heye ji holê radike, qedexe dike. Nahêle ku şanoya Kurd bi pêş bikeve, nahêle ku muzîka Kurd, zimanê Kurd bi pêş bikeve. Ji bo ku zimanê Kurd, çanda Kurd, nasnameya Kurd ji holê rakin her tiştî dikin. Vê yekê jî bêsînor dikin. Jin û ciwan lazim e li xwe jî li civaka xwe û welatê xwe xwedî derkevin. Li dijî dagirkeriyê qirkirinê bi her alî bisekinin, têkoşînê bikin. Li ziman, nasname, çand, welatê xwe li her tiştên xwe xwedî derkevin. Pêşengiyê ji bo gelê xwe bikin. Li dijî siyaseta ku dewleta Tirkiyeyê dimeşîne bisekinin, gel perwerde bikin, pê bidin fêhmkirin, gel bi rêxistin bikin ku karibin li dijî siyaseta dewleta Tirkiyeyê xwe biparêzin. Ji bo karibin azadî û nasnameya xwe bi dest bixin. Ya ku ji wan tê xwestin ev e.

Ekolojî lingekî esasî yê paradîgmaya we ye. Dijminatiya Kurd û Kurdistanê jî herî zêde di mijara xwezayê û talana ekolojîk de xuya dibe. Sedema ku hûn ekolojiyê ewqasî ji xwe re dikin esas û dijminê we jî ewqasî êriş dike çi ye?

Avakirina civakeke demokratîk bi azadiya jin, bi zanebûna têkoşîna îdeolojîk dibe. Eger ku tu him jin, him ekolojiyê esas wernegire, zanebûna wê, rêxistiniya wê, têkoşîna wê bi pêş nexe, tu nikare civakeke demokratîk ava bike. Tu nikare armanca xwe ya azadî û demokrasiyê pêk bîne. Gelê Kurd gelekî li xwezayê jiyan dike. Rastiya xwe ew e. Gelê Kurd bi vê dijî, têdikoşe. Xweza esas wergirtin jiyan azadî esas wergirtin e. Yê ku xwezayê esas wernegire, lê xwedî dernekeve nikare jiyan bike, nikare azad bibe. Dewleta Tirkiyeyê bê sînor talaneke mezin li Kurdistanê dike. Cografya Kurd talan dike, îmkanê jiyanê ji holê radike. Ji bo karibe gelê Kurd tine bike. Eger ku cografya Kurd talan dike, li her cihî bi navê madenan xwezayê xerab dike, eger ku dar û berên Kurdistanê jê dike, ji holê radike, eger ku bi bendavan gelek cihan di binê avê de dihêle, eger ku li ser Riha, Mêrdînê elektrîkê qut dike ku nikaribin çandiniyê bikin, nikaribin bijîn ji ber ku jiyana wan li ser çandiniyê ye, dema te ew îmkan ji dest wergirt nikare bijî wê koçber bike. Ji bo Kurdistanê vala bikin, jiyanê ji dest Kurdan werbigirin, demografiya Kurdistanê biguherîne gelek talan bê sînor dikin. Mînak, tiştên li Îlîçê qewimî her kes zane. Li Şirnexê, li Gabar, li Colemêrg, li Dêrsim talan ku çêdibin bê sînor in. Niha li Colemêrgê li Marînosê gel li dijî talanê sekinî. Ez wan pîroz dikim. Lazim e gelê me li her cihî weke gundiyên Marînosê li erdê xwe, li cografya xwe, li nirxên xwe, li jiyana xwe xwedî derkeve. Nehêle ku dagirker welê talan bike. Dibe ku hinek di vî alî de gav têne avêtin, lê belê pir kêm in. Divê hîn xurt li her cihî her kes li jiyana xwe, li paşeroja xwe xwedî derkeve. Ji ber ku tiştên ku dikin jiyana gelê Kurd ji holê radikin. Mînak madenan derdixîne ji bo wê jehrê bi kar tîne. Av hemû xerab dibe. Avhewa xera dibe. Nikarin çandiniyê bikin. Dar û ber hişk dibin. Li ser jiyana mirov, psîkolojiya mirovan xisareke mezin çêdikin. Eger ku tu zanebûna îdeolojîk bi pêş nexe, ku ekolojî bi xwe pêşxistina jiyaneke ekolojîk e, eger tu wê neke rêxistin, neke têkoşîn tu nikare pêşî li talan, qirkirinê bigire. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze Kurdistanê bike warekî xwe. Ji bo wê jî dixwaze gelê Kurd ji holê rake, bi gelek rêbazan; asîmîlasyon e, koçberî ye, jidestwergirtina derfetên jiyanê ye, bi vî rengî dixwaze encamê werbigire. Gelê Kurd lazim e li av, erd, dar û berê xwe xwedî derkeve. Ev yek xwedîderketina li xwe ye. Xwedîderketina li azadiya xwe ye. Yanî dema ewqas xisar bû tu nikare li Kurdistanê bijî. Eger ku tu dixwaze bijî tu yê bi welatê xwe, cografya xwe bijî. Tu yê nehêle dijmin wê cografyayê xera bike, derfetên te yên jiyanê ji holê rake. Gelê Kurd bi cografya xwe dijî, li ser lingan e. Eger ew ji dest biçe wê demê nikare bijî. Mînak, çi dibêjin? Dibêjin Şirnex li tevahiya Tirkiyeyê ew devere ku avhewaya xwe xera bûye. Gemarî li pêş her cihî ye. Çima? Ji ber ku dar û ber nehiştin. Bi navê petrolê wê derê gemarî dikin. Di vir de dewleta Tirkiyeyê ew talana ku li Kurdistanê dike, ku rewa bike siyasetê dimeşîne. Propagandaya çi dike? Dibêje, heta niha PKK nehişt ku ev maden bê derxistin, ev dewlemendî bê derxistin, bixin xizmeta xwe û we. Bi esasî ev hinek dewletên ku naxwazin Tirkiye dewlemend bibe, bi pêş bikeve, dikin. Yanî dibêjin 'Li pişt PKK'ê hin dewletên biyanî hene, wan alîkariya PKK'ê dikirin ku PKK nehêle em vê dewlemendiyê bi dest bixin'. Bi vî rengî dixwazin civaka Tirkiyeyê li dijî PKK'ê li dijî Kurdan bixin nava tevgerê. Ew qirkirina li ser gelê Kurd dike, ew komkujiya li ser PKK'ê dike bi vî rengî dixwaze rewa bike. Yanî ku alîkariya gelê Tirkiyeyê werbigire, li Tirkiyeyê şovenîzmê xurt bike û bi vî rengî karibe siyaseta xwe ya qirkirinê li Kurdistanê bi pêş bixe, temam bike. Vê dike. Divê gelê Tirkiyeyê jî vê fêhm bike. Li Tirkiyeyê birçîbûn heye. Pirsgirêk pir cidî ye. Ev encama çi ye? Encama siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya li ser Kurdan e. Talan dike, şer dike, her tiştî dixe xizmeta şer û talanê. Ji ber wê tiştekî nade civaka Tirkiyeyê. Eger birçîbûn heye, ew encama vê ye. Lazim e gelê Tirkiyeyê jî vê bibîne. Her ku diçe dibîne, lê belê divê hîn zûtir û baştir bi kûranî vê bibîne. Eger dixwaze ji birçîbûnê xilas bibe, rêya vê di ku derê de derbas dibe, ew siyaseta ku dewleta Tirkiyeyê li ser Kurdan dimeşîne divê li dijî wê siyasetê derkeve. Wê demê ew birçîbûn ji holê radibe. Rastî ew e. Dewleta Tirkiyeyê ji bo talana dike veşêre, ew tevgera ekolojîk dixwaze bikişîne xeta dewletê. Di wî alî de jî gelekî kar dike. Lewma divê kes nekeve wê feqê. Divê kes ji dewletê wê nexwaze, nebêje bila dewlet li dijî eroîn, fûhûş, ajantî, koçberiyê, birçîbûnê bisekine. Dewlet ji xwe van bi xwe dike. Hem ku Kurdan ji holê rabike hem jî civaka Tirkiyeyê bi temamî mecbûrî xwe bike, ji bo wê vê siyasetê dimeşîne. Divê kes nebêje bila dewlet tedbîran werbigire. Dewlet bi xwe vê dike. Çawa dewletê pêşî li van tiştan bigire? Ne mumkun e. Her wiha yê ku devê xwe vedike dibêje, dewlet lazim e vê bide me, vê pêk bîne, vê tedbîrê werbigire. Ev yek bi taybetî ji bo Kurdan eyb e, şerm e. Tiştekî ku ji vê dewletê bixwaze nîne. Li ber çavan e, ev dewlet her roj Kurdan dikuje, dixwaze rojek berî rojekê Kurdan ji holê rake. Çawa mirovên Kurd wê ji vê dewletê hinek tiştan bixwaze. Lazim e bi xwe ji bo xwe dixwaze çi bike têkoşîna wê xurt bike, bi pêş bixe. Çi bi dest bixe wê bi têkoşîna xwe bi dest bixe. Rastî ew e. Lewma divê tiştan ji dewletê nexwaze, bi taybetî daxwaza 'bila dewlet pêşî li fûhûşê, dizî, xerabiyê bigire', tiştê welê divê qet nexwaze. Ji ber ku dewlet li Kurdistanê vê siyasetê bi zanebûn dike.Hilbijartinên Başûrê Kurdistanê careke din hate taloqkirin. Sedema ku PDK an jî malbata Barzanî ewqasî li dijî hilbijartinan derdikeve çi ye? Ev siyaset xeteriyên çawa ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê re diafirîne?

Barzanî li her cihî propagandayekê dikin. Dibêjin 'PKK statuya Başûr ji holê radike'. Halbûkî yê ku statuya Başûr ji holê radike Barzanî bi xwe ne. Barzaniyan qedera xwe bi temamî bi AKP'ê ve girêdane, bi MHP'ê ve girêdane. Eger ku Barzanî dixwazin hilbijartin taloq bibe, sedema wê yên esasî hene. Yek, ew xiyaneta ku li Kurdan kir, sedem yek ew e. Ji ber ku li gel dewletên dagirker qirker tevdigere û dijminiyê ji bo gelê Kurd dikin. Ne tenê li dijî PKK'ê dikin. Dijminatiyê li PKK'ê û li tevahiya gelê Kurd dikin. Ew siyaseta ku wan li gel dewleta Tirkiyeyê li dijî Kurdan meşand, rastiya wan nîşan da, bi her kesî da fêhmkirin. Di nava gelê Kurd de teşhîr bûn. Sedemek ew e. Ya duyemîn; AKP li Tirkiyeyê di hilbijartinê de derbeke mezin xwar. Barzaniyan ji AKP'ê hîn mezintir derbe xwar. Lawaz bû. Yek jî sedem ew e.  Ji ber wê dixwazin hilbijartin taloq bibin. Ji ber ku eger hilbijartin çêbibin, bi xwe jî zanin ku wê winda bikin weke Erdogan. Ji ber ku di hilbijartinên Tirkiyeyê de encam ji bo xwe derxistine. Dibînin ku eger hilbijartin pêk were wê winda bikin, wê ji desthilatdariyê bikeve, wê gelek tiştan winda bikin. Naxwazin ku wan îmkanên di destê xwe de winda bikin. Li holê hikumeteke Başûr nîne. Bi navê hikumetê mala Barzanî hikum dikin. Her tişt xistine xizmeta xwe. Talaneke mezin çêdikin. Çawa AKP li Bakur, li Tirkiyeyê talanê dike, xwe dewlemend dike Barzanî jî talaneke mezin dikin. Bi milyaran pereyên xwe hene. Li Amerîka, li Xalîç cihê xwe hene, vîlayên xwe hene, di bankayan de milyarên xwe hene. Vêya hinekî tînin zimên jî. Niha li Başûr gel birçî ye, birçîbûn zêde dibe. Lê belê mala Barzanî jî her ku diçe dewlemend dibe. Ji ber ku li holê hikumetek nîne, desthilatdariyek nîne, bi temamî desthilatdariya Barzanî ye. Dilê xwe kêfa xwe çi dixwaze wer dikin. Li holê ne qanûn, hiqûq, edalet nîne. Dilê xwe çi dixwaze wê dikin, pêk tînin. Ji bo çi dibêjin bila hilbijartin taloq bibin. Eger rast e vana ji bo Kurdîtiyê têkoşînê dikin, ji bo gelê Başûr têkoşînê dikin, eger demokrat in, azadîxwazin wê demê çima taloq dikin, ji çi ditirsin? Diyar e tirsa xwe hene. Tiştê veşartî hene. Naxwazin ku ew eşkere bibin, naxwazin ku derfetên di destê wan de winda bikin. Ji ber wê dixwazin taloq bikin. Yek jî nuqteya ku mirov dîqet bikin çi ye? Nabêjin bila hilbijartin nebe, dibêjin bila taloq bibe. Dibêje heta dawiya vê salê. Ji bo çi? Ji ber ku Erdogan çi dibêje? Dibêje li Başûr em ê hîn zêde xwe belav bikin. Vê eşkere dibêje. Diyar e ku bi hev re bernameyekê dimeşînin. Li benda belavbûna leşkerên Tirkiyeyê ne li Başûr. Leşkerên Tirkiyeyê wê hîn zêde belav bibin, wê bikevin nava Başûr wê demê wê derfetên hilbijartinê ji holê rabin, ew ê jî desthilatdariya xwe dewam bikin, dîktatoriya xwe dewam bikin. Çawa li Tirkiyeyê Wezîrê Dadê got li Îmraliyê tecrîd nîne, her tişt bêhempa ye. Niha yên Barzanî jî dibêjin li Başûr her tişt bê kêmasî dimeşe. Dibêjin, di zindanan de nûçegihan nînin. Dibêjin tiştekî welê nîne. Halbûkî hinek hene ku li zindanan kes nikarin wan bibînin. Parêzer jî nikarin biçin wan bibînin. Yanî zilmeke mezin li ser gel dimeşînin. Dixwazim vê jî bibêjim. Gelê me yê Başûr li Behdînan jî li Soran jî gelekî qurbanî dan. Bi hezaran pêşmerge şehîd bûn. Ev şehadet ne ji bo wê yekê bûn ku Saddam têk bibin û di dewsa Saddam de dewleta Tirkiyeyê bê li Başûr desthilatdariyê bike. Ji bo wê nekirin. Eger ku gelê me yê Başûr têkoşîn kir, pêşmerge bi hezaran şehîd ketin, kîmyasal bi serê wan de hat, ji bo ku xwe ji dîktatoriyê rizgar bike, ji bo azadiyê bijî, demokratîkbûnê bijîn ew hemû pêk anîn. Niha em dibînin mala Barzanî çi dike, vê carê dewleta Tirkiyeyê tîne Başûr. Di dewsa Saddam de dewleta Tirkiyeyê li Başûr bi cih dike. Çi eleqeya vê bi Kurdîtiyê heye. Gelê me yê Başûr ji bo çi wê vê qebûl bike? Gelê me yê Başûr gelekî welatparêz e. Gelekî têkoşer e, gelek şehîd dane. Gelekî bi vî rengî ye. Ew nikare dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê welê qebûl bike. Bawer dikim ku gelê me yê Başûr, yê li Behdînan jî di nav de ji desthilatdarî, dîktatoriya Barzaniyan nerazî ye. Dixwaze rojekê pêş de bi azadî û demokratîk bijî. Lazim e li dîroka xwe xwedî derkeve, li nirxên xwe xwedî derkeve, li statuya xwe xwedî derkeve. Ji ber ku Barzanî bi dewleta Tirkiyeyê dixwaze statuya Başûr ji holê rake. Yê ku statuyê diparêze PKK ye. PKK ji bo vê qurbaniyan dide. Ne tenê ji bo Başûr, ji bo tevahiya Iraqê gelek qurban da, têkoşiya. Her kes bi vê zane. Hinek hene dibêjin Barzanî ne xayîn e. Ewqas şehîdên xwe hene. Pêşmerge ne ku Barzanî, PDK têkevin xizmetên Tirkiyeyê, Başûr jî bikin wîlayeteke dewleta Tirkiyeyê şehîd ketin. Lazim e ev baş bê zanîn. Li şûna Barzaniyan kî bûna her kes wê bigotibûna ew xiyanetê dike. Lê belê ji bo wan hinek nabêjin, ji ber ku pereyan ji Barzaniyan werdigirin. Ji ber wê gelê me divê di vê nuqteyê de hesas be. Yê ku li azadiya Rêber Apo xwedî dernakeve, li Kurdistanê xwedî dernakeve, li dijî dewleta Tirkiyeyê nasekine, li dijî xiyanetê nasekine nabe welatparêz. Bi navê welatparêziyê mirov nikare nêzîkî wan bibe, bi wan re têkiliyê bimeşîne. Divê Kurd pîvanên xwe hebin. Pîvanên xwe jî pîvanên welatparêziyê ye. Welatparêzî jî li dijî dagirkeriyê, li dijî siyaseta wan, li dijî kiryarên wan, li dijî xiyanetê rawestîne. Banga min ji bo hemû welatparêzan li ser wî esasî ye.