Entegrekirina veguhastinê dereng ma ye

Navendên Gerînendeya Veguhastinê girtî ne û şênî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin.

Entegrekirina veguhastinê dereng ma ye
28 îlon, 2026   05:10
QAMIŞLO

Li parêzgeha Hesekê navendên Gerînendeya Veguhastinê ji ber entegrekirine girtî ne, heyanî gerînendeya Veguhastinê bi Wezareta Veguhastinê ya hikûmeta demkî ve neyê girêdan nikare dest bi kar bike. 

Gerînendeya Veguhaztinê 31`ê tebaxê navendên xwe girt heyanî ku bi wezaretê ve were girêdan.

Ji 31`ê tebaxê ve şênî nikarin erebeyên xwe qeyd bikin an jî bifroşin û hîna dem nehatiye diyarkirin ku dê Gerînendeya Veguhastinê kengî navendên xwe veke. 

Welatî li ser pêdiviyên xwe bang li aliyên têkildar kir ku gerînendeya Veguhastinê di demeke kin de entegre bibe û navendên xwe veke.  

(np)

ANHA