Çalakvanên jin: Divê ji bo parastina maf û destkeftiyan jin xebateke hevbeş pêk bînin

Çalakvanên jin ên li Sûriyeyê diyar kirin ku divê ji bo misogeriya mafê jinan di milê destûrî û qanûnî de, parastina destkeftiyên şoreşê tevgera jinan bê pêşxistin, lubya yan şepêleke jinan a ji bo parastina destkeftiyan were avakirin.

Çalakvanên jin: Divê ji bo parastina maf û destkeftiyan jin xebateke hevbeş pêk bînin
28 îlon, 2026   03:45
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Di nava pêvajoya entegrasyonê de di qada leşkerî, civakî û çandî de, doza beşdariya jinan wekî xaleke esasî ji bo pîvandina cidiyeta pêvajoyê derdikeve pêş, di nav de jî makanîzmeya parastina destkeftiyan, misogerkirina temsîliyeta aktîv di warê biryargirtinê de heye.

Der barê mijarê de Parêzer û Seroka Komeleya Xitwat El Nîsayiyê (Komeleya Gavên Jinan) Şikriya Yûsif û Endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sebah Şebo ji ajansa me re axivîn.

Şikriya Yûsif got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta azadiya jinan û wekheviyê, di warê xebat, civakî û siyasî de bilind bû, lê îro di demekê de ku entegre bi awayeke qanûnî bi hikumeta veguhêz re pêk tê, ez weke parêzerek tenê ji yek goşeyê lê dinerin ew jî ev e: Gelo nivîsên zelal hene mafê me misoger dikin?”

Şikriya wiha pê de çû: “Rewşa civakî û siyasî li Sûriyeyê dihêle ku ez îro mîna ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîm, bijîm? Rê tê dayîn ku tecrubeya xwe derbasî hundirê Sûriyeyê bikim? Pirsa herî girîng ev e: wê di nava destûra nû de madeyên zelal ku mafê me misoger bikin hebe, koteya jinan di parlaman, jiyana siyasî û qadên îdarî de bi hêze? Ev in xalên serek ên entegreyê.”

Şikiriya di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê di çarçoveya yek refê de di bin navê “Em yek hêz in” de xebat bên meşandin û wiha got: “Divê em di destûrê de madeyên ku ji wekhevî, derketina li dijî tundî û gotara nefretê ya jinan derdikeve bê bicihkirin.”

PARASTINA DESTKEFTIYÊN JINAN..MISOGERIYEKE ESASÎ YE

Sebah Şabo jî got: “Di vê qonaxê de rewşa jinan an rola wan a di cihê biryarê de tê paşguhkirin, piştî ew qas pêşxistin, geşbîniya bi hatina hikumeteke nû, îro careke din jin rastî vê paşguhkirinê tê.”

Sebah destnîşan kir ku misogeriya esasî hebûna jinan di navendên biryargirtinê û daxwaza maf de ye, bi vê yekê wê hebûna xwe bipaêze. Sebah diyar kir ku ew weke tevgerên jinan her dem bang li tesbîta hebûna jinan di nava perensîbên destûrî de dikin.

Sebah Şabo wiha got: “Di aloziyê de jinên li Sûriyeyê gelek zehmetî dîtin, hîn jî gelek astengî hene, lê jinan bi berxwedan û têkoşîna xwe ev qonax derbas kir.”

(sb)

ANHA