Li Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

Hêzên sînor ên Îranê li navçeya Sêlasê Bawcanî ya Kirmaşanê kolberê Kurd ê 28 salî Mihemed Sidîq Ewelî ji nêz ve gulebaran kir û qetil kir.

Li Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin
23 îlon, 2026   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Sêlasê Bawcanî ya parêzgeha Kirmaşanê di encama êrîşa çekdarî ya hêzên sînor ên Îranê de kolberekî Kurd jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Sidîq Ewelî yê 28 salî, roja Çarşemê serê sibehê li herêma sînor a Şêx Salih bêyî ti hişyariyekê ji nêz ve hat gulebarankirin. Ewelî bavê du zarokên biçûk bû û ji gundê Encîrbus ê Sêlasê Bawcanî bû.

Li gorî statîstîkên ku ji aliyê Kolbarnewsê ve hatine tomarkirin, di sala 2025'an de li herêmên sînor û rêyên navbera bajaran ên rojavayê Azerbaycanê, Kurdistan û Kirmaşanê, ji ber sedemên gulebarana rasterast a hêzên rejîmê, aşût, hîpotermî, teqîna mayînên bejayî, ketina ji zinar û bûyerên din, 26 kolberan jiyana xwe ji dest dane û 31 kolber jî birîndar bûne.

Li gorî daneyên hatine tomarkirin di sala 2025'an de ji 57 kolberên ku hatine qetilkirin an birîndarkirin, 44 ji wan di encama gulebarana rasterast a hêzên rejîmê de pêk hatiye. Du ji kolberan zarokên di bin 18 saliyê de bûn. Yek ji wan di encama gulebarana rasterast a hêzên sînor ên Iraqê (Haras el-Hudud) de hat qetilkirin.

Her çiqasî di sala 2025'an de hejmara kolberên ku hatine qetilkirin û birîndarkirin li gorî sala 2024'an ji sedî 69 kêm bûbe jî rêjeya mirinê ji sedî 28 derketiye ji sedî 46'an. Ev guhertin zêdebûna rêjeya mirinê nîşan dide û destnîşan dike ku di sala 2025'an de tundî gav bi gav kujertir bûye.