Evîndar Ararat: Divê têkoşîna misogerkirina mafên zimanê kurdî û zimanên din bi pêş bikeve

Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat anî ziman ku têkoşîna ji niha û pê ve divê li ser misogerkirina mafên zimanê kurdî û zimanên din were pêşxistin û bang li jinên Kurd ên li Rojava û jinên Suryan, Ermen û Tirkmen kir ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk tê bikoşin.

Evîndar Ararat: Divê têkoşîna misogerkirina mafên zimanê kurdî û zimanên din bi pêş bikeve
4 îlon, 2026   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV’yê bû, bîranînên ji bo şehîdên azadiyê yên Kurdistanê û asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin. 

Hevpeyvîn bi vî rengî ye:

Gelê Bakurê Kurdistanê û di heman demê de li Ewropa û li Rojavayê Kurdistanê jî şehîdên doza azadiyê bi merasîmên girseyî tên bibîranîn. Li ser zimanê her dayikekê bê guman aştî heye. We sekna gel a xwedîderketina li şehîdan we çawa dît û hûn çawa dinirxînin?

Ev çend roj e gelê me bi merasîmên mezin û bi girseyî şehîdên me bi bîr tînin. Ez di serî de van şehîdên me yên şoreşê bi tevahî bi rêzdarî, bi hurmet, bi hezkirin, bi deyndariyeke mezin li ser esasê bîranîna wan û têkoşîna wan bi bîr tînim. Û ji malbatên me ên şehîd û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim. Watedayîna şehîdan bi rastî felsefeya jiyana, wekî rêbertî, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û gelê Kurd girîng e. Bi rastî di bersiva merasîman de jî gelê me vê nirxê û vê xwedîderketinê, şopdariya şehîdan bê seknekî çawa raber bike û çawa pêk were nîşan dide. Pêvajoyeke 2 sal e, bi taybetî pêvajoya ku ji 27'ê Sibata 2025'an ku Serokatî daye destpêkirin abi dirûşma aştî û civaka demokratîk, şer sekinî. Em dizanin ku gelê me di vê pêvajoyê de lêgerîna xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd gihand merhaleyeke nû, bi gavavêtina Serokatiyê ve girêdayî. Li bendê ye ku zarokên xwe bibîne, li bendê ye ku çareserî û aştî pêk were û jiyaneke aştî, azadî û demokratîk li tevahiya Tirkiyeyê û li Rojahilata Navîn pêk were. Êşa şer a ku zêdetirî 50 sal e hat jiyandin êdî raweste. Yekîtiya gelan, xwişk-biratiya gelan, jiyanake aştîxwaz û demokratîk pêk were. Li bendê ye zarokên vî gelî vegerin jiyaneke aram û têkoşîna xwe, siyaseta demokratîk li ser vî esasî bidomîne û li welatekî demokratîk bijî. Hestên dayikên me, hestên malbatên şehîdan û dayik û malbatên gerîlayan em fêm dikin. Li bendê ne ku zarokên xwe hembêz bikin. Jiyaneke birûmet, jiyaneke bi vîn û jiyaneke li ser esasê aştiyê hatiye avakirin. Di demek wisa de bi hêviyeke mezin li bendê ne ku ev pêvajo bi ser dikeve, Serokatî azad bibe û şervanên azadiyê bi berdelên giran ev têkoşîn meşandine vegerin nav civaka xwe û li ser esasê di bava civakek demokratîk de têkoşîna xwe bidomîn. Di rewşek wisa agahiya şehîd bihîstin, helbet giran e. 

Êş û hesreta bi salan a dayikên me û malbatên me jiyane nûjiyan dibe. Ji bo vê hestên pêşwazîkirina şehîdan bi xemgînî çêdibe. Lê belê merasîmên ku hatine organîzekirin, bi rastî di vir de dixwazim spasiya saziya MEBYA-DER’ê bikim. Wek Tevgera Azadiya Jinên Kurd spasiyê xwe pêşkêşî sazî û kesên di van merasîman de cih girtine dikim. Bi rêxistineyeke pir mezin, bi hesasiyeteke pir mezin û bi hurmeteke pir mezin ev merasîm tên organîzekirin. Ne tenê malabtên me civaka gelê Kurd û dostên wan bi giştî xwedîketineke bi rûmet li merasîman raber dikin. Ev tê wateya ku pêşwazîkirina rastiya şehîd wekî heq dike tê çêkirin. Hestên bi salan pir kom bûye, bendewariyeke pir mezin jiyaneke azad lê heye bi bîranînên şehîdan re tê honandin. Malbatên şehîdan tên gel hev. Malbatên ku hev nas dikin û nas nakin tên gel hev, êşên xwe bi hev re parve dikin.

Helbet gelê Kurd tu cari şehîdên şoreşê, şehîdên jiyana azad tenê bi girî pêşwazî nekir. Helbet hin dayik hestên wan û dilê wan pir giran dibe hêsir dibarînin. Em vê dibînin û wateyê didinê. Lê pir axaftinên di merasîman de tên kirin, em bi hêsirên çavan şehîdan pêşwazî nakin. Em bi rûmet, bi şeref, bi qeheremanî, bi cesaret, bi israra jiyaneke azada, yekgirtina civakê, yekgirtin û rêxistinbûna gelê Kurd û bi hestên neteweyî şehîd tên pêşwazîkirin. Ji bo vê jî wekî çandekê di nava gelê Kurd û Kurdistanê de pêşwazîkirina şehîdan hatiye rûniştandin. Bi eleqeyekî berxwedaniya jiyana azad, bi eleqeyekî yekîtiya neteweyî, xwedîderketina li nirxên şoreşê pêşwazîkirina şehîdan tê çêkirin. Ji bo wê jî bi rastî pir bi wateye pir bi nirx e.

Dema em li dîmenên pêşwazîkirina şehîdan temaşe dikin dizanin ku kombûnên civakî û xwedîderketina nirxan xurt dike. Hestên xwedîderketina li nirxand xurt dibe. Hestên ku em layiqê berdêlên ku şehîdan dan, bibin, xurt dibe. Rastiya şehîd û rastiya Serokatî felsefeya jiyana azad dabû avakirin, niha jî gelê me xwedî li wê derdikeve. Bi rastî, şehîd çi bû? Xwedîderketina jiyana azad bû. Rastiya şehîd û têkoşîna li pey hat meşandin çi bû? Kurdistaneke azad were avakirin. Û rastiya şehîdan çi bû? Nirxên şoreşê zindîkirin bû. Bîr berxwedaniyê di her dîrokê de zindîkirin bû. Di kombûna merasîman de, axaftinên tên kirin û bangewaziyên dayikên me û ewqas êş jiyaye jî gotina “em aştiyê dixwazin”, “Em jiyaneke demokratîk dixwazin”, “Em mafên gelê Kurd ê azad dixwazin”. Di rastiyê de xeyalên şehîdan ên ku li pey wê meşiyan, ji bo wê têkoşiyan û  dan meşandin, di her gotina wan a ku dema ber bi şehadetê ve diçûn wekî gotina Xeyrî Dûrmûş “Em jiyana xwe di berdela vê şoreşê de didin lê em deyndsrê vî gelî ne.” Heval Kemal Pîr, heval Zîlan, heval Sema û bi hezaran şehîdên me. Herî dawî heval jî îlan kirin, nêzîkî 28 hezar şehîdên me hene. Tenê wekî kadroyên vê tevgerê eekî şoreşgerên vê tevgerê. Bi hezaran şehîd bangewaziya wan çi bû? Em ji jiyanê ewqasî hez dikin ku ji bo azad û bi rûmet were jiyîn, em mirinê didin ber çavan û bi kirinê re dimeşin. Dirûşma “Em ji mirinê mezintir in” çêbû.

Têkoşîna me, xeyalên me û berdlên em didin, bi rastî mirin kuşt. Êdî mirin bû jiyaneke azad. Wesîleyên mirinê, wesîleyên şehadetê bûn wesîleya jiyaneke azad. Niha hatina gel hev a gelê me, bangewaziya aştiyê, bangewaziya jiyaneke azad, bangewaziya çareseriya pirsgirêka Kurd û bangewaziya xwişk û biratiya gelan mezinbûna vê armancê îfade dike. Bersivdayîna berdelên şehîdan îfade dike. Gel dibêje em amade ne. Gel dibêje ew bedelên ku hatine dayîn êdî jiyanî be. Jiyanîbûn çi ye zindîkirina nirxên gelê Kurd, bîrê Kurdewarî jiyîn, nasnameya Kurdewarî û aştiyeke bi rûmet di nava gelan de were pêkanîn. Rêya vê jî xwedîderketina pêvajoyê ye. Xwedîderketina xeyalên şehîdan e. Xwedîderketina şehîdan çi ye? Kombûna civakê ye, rêxistinbûna civakê ye. Têkoşîna xwe bi cûrbecûr û bi dewlemendî li ser stratejiya siyaseta demokratîk, rêxistinbûn civaka demokratîk û avabûna komareke demokratîk de roleke sereke û pêşeng gelê Kurd, jinên Kurd bi hafizeya şehîdan avakiriye û dîroka şehîdan, nirxên ku şehîdan avakiriye wek şopdar û domandina wê ye. Ev kombûn tê vê wateyê. Di aliyê hest de, di aliyê bîrê de û di aliyê rêxistinbûnê de tê vê wateyê. Tenê malbatên me yên şehîdan li wir kom nabin. Yanî li wir gelê me tevahî li wir kom dibe û xwedî li nirxên ku şehîdan daye avakirin derdikeve û ji bo bîranîna şehîda njiyanî bibe, misoger bibe û veguhere misogerkirina mafên gelê Kurd û civakek demokratîk ava bibe kom dibin û xwe bi rêxistin dikin. Dixwazin li vir bangewaziyekê bikim. Car caran rexneyên malbatên me yên şehîdan bi vê şêwazê çêdibin. Yanî tenê di rojên êş de hatina gel malbatên şehîdan û xwdîderketina têr nakin. Pêwîste her roj bi rûmetbûna malbatên me yên şehîdan xwedîderketinek çêbibe. Pirsîna wan, xwedîerketina wan bedelana û wan bedelan veguherandina şêweyeke têkoşînê û rêxistinbûna civakê divê teqez were çêkirin. Tenê rojên êş de hatina gel hev na. Xwedîderketina nirxên şehîdan xwedîderketina malbatên şehîdan e.

Pêwîst e saziyên me, gelê me û di serî de jin û ciwan divê teqez xwedîderketina malbatên şehîdan bidomînin. Ev bîranîn jiyanî û rêxistinî be û veguhere şêweyeke têkoşînê. Bi vê şêwazê em dikarin xeyalên şehîdan pêk bînin. Wek Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, wek PAJK’ê jî bersivdayîna me li ser vî esasî ye, hewldanên me li ser vî esasî ye. Şehîd bîra me ya têkoşînê ye, jiyana azad e, rêhevaltiya rast e û xwedîderketina nirxê şoreşê ye. Xeta têkoşîna de dide diyarkirin. Rûmet e. Yanî bi qehremantiya wan, cesareta wan, hezkirina wan a jiyanê, komunalbûna wan, rêhevaltiya rast, exlaq û pîvanên Apogerî daye avakirin. Pîvana me jiyana azad e. Rêya me ya têkoşînê diyar kirine. Em ê her di wê rêyê de bimeşin. Bersivdayîna me ya şehîdan qet tawîzdayîna ji xeta azadiyê qebûl nake. Heta jiyana azad her bişopînin, her bijîn û bidin jiyandin.

Bersiva dayikên me, malbatên me yên şehîd li ser vî esasî be. Em ê bi aştiyeke bi rûmet bersiva şehîdan bidin. Bersiva berdelên malbatên me yên şehîdan dane jî jiyaneke bi rûmet, Kurdistaneke azad û civakeke demokratîk pêk were. Li ser vî esasî em dîsa bi rêzdarî şehîdên xwe yên şoreşê bi hurmet bi bîr tînin. Êşa malbatên me malbatên me yên şehîdan parve dikin. Em destê malbatên me yên şehîd û dayikên me bi hurmet maç dikin. Bi rastî êşa me yek e, ew êş me mezin dike, ew me bi hêz dike û ew êş me bêhtir bi têkoşîn û rêxistinbûnê dide girêdan. Em bawer dikin ku ev merasîm wê bibe wesîleyek bi vê şêwazê têkoşîna demokrasiyê, têkoşîna azadiya fîzîkî ya Serokatî û serxistina vê pêvajoya aştiyê wê bêhtir hêz û moral bide. Yekgirtina civaka Kurd wê xurttir bike. Çi ji destê me were em ê li ser vî esasî serxistina vê pêvajoyê pêk bînin.

We pir bal kişand ser yekgirtina gelê Kurd. We pir zêde bal kişand ser hurmet dayînê. Tê bîra dema di nava civakê de miriyek hebûya perdeyek davêtin ser televîzyonê. Lê niha rexmî  gelê Kurd ewqas şehîdên xwe yên azadiyê dispêre axê, hinek nêzîkbûnên nîjadperest derdikevin holê. Mînak, gelê Kurd ê feqîr ji bo kar diçin metropolan êrîşî wan dikin. An di maça Amedsporê de torbeyên zer nîşanî me didin. Di rewşeke wisa de wê gelên Kurd û Tirk çawa bi hev re azad bijîn an jî wê aştî çawa pêk were?

Bi rastî di nava civakê de pirsgirêka aştiyê nîne. Civakên Kurd, Tirk, Ermen, Azerî û Tirkmen bi salan e bi hev re dijîn. Lê yên nîjadperestiyê pêş dixin aliyên serdest in, desthilatdar in. Aliyên şerxwaz û rantxur in. Ew aliyên ku polîtîkayên şer organîze dikin û bi zanebûn tahrîk dikin.  Zimanê çapemeniyê bigire, zimanê hin rayedarên dewletê bigire, siyasetmedaran bigire û heta yên hunermendan bigire. Yanî zihniyeta li ser esasê înkar û tunekirinê xwe daye avakirin û li ser esasê rantê şer xwe daye jiyîn. Ev aliyan tahrîk dikin û didahfînin. Yanî ber bi şerê navxweyî û dij aştiyê derketin ve wan rêxistin dikin. Divê gelê me û gelê Tirkiyeyê û di serî de jin û ciwan di vî alî de şiyar bin. Nimûne em mêze dikin ev alî dijbertiyê dikin. Dijbertiya aştiyê dikin. Dijbertiya civaka demokratîk dikin. Dijbertiya têkoşîna gelê Kurd a aliyê aştiyê dikin. Nimûne heta niha ji bo aştiyekî bi rûmet pêk were, ji bo di dewletek, welatek demokratîk de bijîn heta niha çi kirine, çi têkoşîn dane meşandin? Berovajî vê di tahrîka şer de rol girtine. Tahrîkirina şer, zemînê şer, dijbertiya gelan û nimûne her xwe dane jiyîn. Nimûne di cihê xwe de rûştine û propagandaya şer kirine. Nimûne di cihê xwe de rûştine nîjadperestî û şovenîzm pêş xistine. Lê li jiyana wan mêze dîkî, di jiyana wan de bi her awayekî qirêjbûnek heye. Nimûne spor jî, maç ji bo sporê ye vê dixin wesîleyeke nîjadperestiyê. Halbûkî spor lîstokekî aştîxwaz e, lîstokekî wekhevî ye, lîstokekî jiyana hevbeş e. Nimûne huner wisa ye, çand wisa ye. Nimûne parvekirina civakî wisa ye. Pêwîste di vî milî de jî şiyarbûnek hebe. Ev di heman demê de polîtîkayeke şerê taybet e. Yanî bi siyaseta desthilatdariyê ve jî girêdayî ye.

Bi hewldanên Rêber Apo û tevgera me pêvajoyek hat destpêkirin. Muxatab e. Di vî milî de Serokatî 30-40 sal e her dibêje em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez muxatabekî digerim. Serokatî dibêje niha pêvajoyek muzakere û diyalogê dimeşe,ji sêdarê em hatin ser maseya muzakereyê. Lê ev muzakere wisa ne li ser esasê ku her alî wekhev in û adîlane nameşe. Belkî aqlê dewletê limpişt perdê di dewrê de ye, lê aqlê desthilatdariya AKP’ zêdetir li ser esasê ku desthilatdariya xwe misoger bike tevdigere. Li ser hesabê hilbijaritnê vê pêvajoyê dide meşandin. Nimûne hîn jî peyva “Tirkiyeyek bê teror” berdewam e. Nimûne komisyon ava bû, qanûn derket. Vaye 2 sal in çek nehatiye bikaranîn. Serokatî hewl dide gavên nû bide avêtin. Taziyeyê de jî gelê Kurd dayikên Kurd behsa aşt û demokrasiyê dikin. Lê rayedarên dewletê ji milekî ve peyva aştî û çareserî bi kar tînin lê peyva “Tirkiyeke bê teror” bi kar tinin. Peyva “teror” heye. Peyva “teror” hebe, siyaseta înkar û tunekirinê di hafizeyê de zindî dike. Nîjadperestiyê teşwîq dike, teşwîqî dijbertiya gelê Kurd dike. Objektîf rewş ev e. Pêwîste desthilatdar û çapemeniya girêdayî wê dev ji vê peyvê berdin. Heta ku ev peyv ji lîteraturê dernekeve û navê pêvajoya aştî û çareseriyê neyê gotin û civaka demokratîk, welatekî demokratîk û dewletekî demokratîk serwer nebe nîjadperestî ji vê rewşê sûd werdigire.

Ji bo vê jî, rol dikeve ser çapemeniyê. Dibe ku desthilatdarî van hesaban dike, dixwaze hevsengiyeke çêbike. Yanî ji milekî ve pêvajoyê dide meşandin ku dixwaze hêviyeke di gelê Kurd de bide avakirin, ji milekî ve jî bi peyva Tirkiyeya bêteror, bi aliyên netewperest, nîjadperest, şovenîst, aqilê li ser îmha û înkarê bi salan e hatiye perwerdekirin û xwe li ser wê ava kiriye re, dixwaze hevsengî çêbike. Lê ev hevsengî heta ku derê ye. Ev hevsengî xira nebe û nequlibe peyva Aştî û Civaka Demokratîk, wê gelek provakasyonên curbebur di aliyê hêzan û kesan de çêbibin. Ji bo ku ev ziman were guhertin, divê civaka me pir hişyar be. Divê civaka me bi propoganda û şerê taybet nekeve bin bandora wê. Di serî de beşên gelên Tirkiyeyê, bi taybet jin, yên demokrasî û aştiyê dixwazin, yên dijbertiya şer dikin, dijbertiya talana xwezayê dikin, divê xwedî li pêvajoyê derkevin. Ew beşên nîjadperest, yên bi şer rant digrin, divê were kêmkirin. Ji bo ku kêm be, qels be, bêdeng bibe, pêwîste kesên aştîxwaz, demokrasîxwaz dengê xwe zêdetir bilind bikin. Rayedarên civakê, pêşengên civakê divê bikevin dewrê û ber bidin pêvajoyê. Ger ev çênebe, xeterî heye. Gelê Kurd pir hesas nêz dibe. Lê ew beşên rantxwaz û şerxwaz ku xwe li ser nîjadperestiyê dane jiyankirin, îhtîmaleke ku di pêvajoyê de aloziyan û xeteriyê bidin çêkirin. Ev jî ne tenê berpirsyariya gelê Kurd e, ne tenê berpirsyariya siyasetmedarên gelê Kurd e, yan jî ne tenê ya tevgera me ye. Milekî erkê dewlet bi xwe ye, milekî jî erkê beşên ku aştî û demokrasiyê dixwazin e. Hemû beş, rayedar, sazî, dezgeh û şexsên Tirkiyeyê jî divê bi awayekî wêrek bikevin dewrê, peyva aştî û demokrasiyê bixin rojevê. Di têkoşîna demokrasiyê de divê gel û şexsiyetên Tirkiyeyê divê hin zêdetir bikevin tevgerê. Divê di kêleka vê pêvajoyê, gelê Kurd û tevgera azadiyê de hê wêrektir seknekî raber bikin.

Gelek akademîsyen û rojnamevan jî pêşniyar kirin ku biçin bi Rêber Apo re hevdîtinan bikin. Di heman demê de tê gotin ku Rêber Apo wê di lijneyekî de cih bigire. Hûn di van mijaran de çi dibêjin?

 Di serî de her tê gotin heyeta Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin dike, van peyvana dibêjin, hin nivîskar û rojnemevan dibêjin di hevdîtinan de ev tên gotin lê pratîzekirina gotinan di aliyê dewletê de pir dereng tê û pir li ser esasê bazartiyan dimeşe. Çima vê dibêjim? Nimûne, hê di destpêkê de Bahçelî bangawazî kir, got ku bila Rêber Apo were di meclîsê de bangawazî bike, rêxistina xwe fesix bike, şer çekdarî bide sekinandin û tevlî siyasetê bibe. Nêzî 2 sal bi ser derbas bû. Li ser esasê bangawaziya Rêber Apo, PKK xwe fesix kir, tevî ku xwe fesix kiriye jî hê jî dibêjin divê rêxistin xwe fesix bike. Xwe fesix kiriye, lê nabe helm û nafire, an jî nabe ax û tevlî axê nabe. Ji bo ku tevî siyasetekî demokratîk bibe, divê dewlet gavan biavêje. Bi hewldan û israrên Serokatî, bi daxwaz û xwedîderketina gel, di Meclîsê de komîsyonek hate avakirin. Karkirina komîsyonê jî pir giran meşiya. Her çiqas navê wê nekirin pirsgirêka Kurd, peyva Tirkiyeya bêteror hate gotin jî, lê cara yekemîn dewlet bi fermî qebûl kir ku li Îmraliyê bi Rêbertiyê re hevdîtin di navbera dewlet û Rêbertiyê de tê kirin. Ev bi eşkeretir hate gotin. 

Ji bo ku ev pêvajo bimeşe li ser esasê bangawaziya Serokatî komîsyonek di Meclîsê de hate avakirin. Hemû nûnerên partiyan di nav de cih girtin. Nîqaş hatin kirin, raporek hate amadekirin. Ji vê komîsyona Meclîsê 3 kes çûn Îmraliyê û Serokatiyê re hevdîtin kirin. Her çiqas naveroka wê hevdîtinê, bi raporê bi raya giştî re hate parvekirin jî, lê di nav de axaftin hatin neqandin, hate hilbijartin. Lê ew hevdîtin, hevdîtineke pir pîroz û dîrokî bû. Ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe, pêvajo bimeşe û bi komarekî demokratîk encamê bigre, pêşniyarên pir bi nirx ên Serokatî hebûn. Ger van bi rasterast civakê re parve kiriban, dibe ku niha ew qas nîjadperestî xwe nedida axaftin. Komîsyon ew kara xwe da meşandin, rapor pêşkeş kir. Piştre di Meclîsê de qanûna çarçoveyê ku Serokatî dibêje qanûna kok ya bingehîn, hate derxistin. Di dîroka Meclîsa Tirkiyeyê de care yekemîn, bi dengdanekî ew qas zêde qanûn hate qebûlkirin. Lê qanûnekî demkî ye, ne mayînde ye. Li pey wê divê girêdayî pêvajoyê qanûnên curbecur werin derxistin ku bi rastî jî pêvajo ber bi aştiyeke mayînde û bi rûmet re biçe. Di wir de jî nêzîkatiyeke dewletê ya pir bi hesab û tirsonek heye. Erê gavên pir dîrokî avêt, cara yekemîn di Meclîsê de komîsyonek hate avakirin û qanûneke bi vê şêweyê dereket. Lê rapora ku komîsyonê amade kir. Ev sedsalî zêdetire, dibe ku beriya wê jî hebe, lê herî kêm avabûna komara Tirkiyeyê heya niha pirsgirêkekî Kurd heye û li ser esasê înkar û îmhayê meşiyaye. Her şer çêbûye, her serhildan çêbûye. Herî dawî jî, di rastiya PKK’ê de 52 sal ev têkoşîn meşiyaye. Sedema me pirsgirêka Kurd e. Ev dewlet Kurd înkar kiriye, mafê gelê Kurd wek hemwelatiyeke wekhev û azad qebûl nekiriye, ziman û çanda wê red kiriye, di navê gotin û pênasekirina vê pirsgirêkê de jî tirsonekbûnek heye.

Dîsa dibêjim, hesabê desthilatdariyê, hesabê ku aliyên nîjadperest, aliyên li ser înkar û îmhayê ava bûne, xweş kirine. Lê ev pirsgirêkî dîrokî ye û li benda çareseriyê ye. Tu çi rêbazê çareser bikî jî, wê herî dawî ev pirsgirêk were çareserkirin. Cuda tu rêyên din nînin. Niha deriyeke dîrokî vebûye, wê ev li ser esasê diyalog û muzakereyê bimeşe. Piştî derxistina qanûnê jî, niha her kes mereq dike ku wê çawa pêk were. Serokatî jî rexne kir, wekî tevger me jî rexne kir. Ne qanûneke ku ji kokê her merheleyê vê pêvajoyê bide pêşiya xwe, navê vê pirsgirêkê deyne û bihêle şervanên azadiyê ku bi salan in bi berdêlên giran ev têkoşîn dane meşandin, bi aştiyeke bi rûmet ev pêvajo bimeşînin e. Li ser vê aqilê çênebûye.

Lê cara yekemîn ji bo ku çek mayînde werin sekinandin, zemînê şer ji holê were rakirin, zemîna ji bo demokratîkbûna dewletê çêbibe, gavek hate avêtin. Lê pêkanîna wê ne wisa hêsan e. Ji ber ku aqilê dewletê cuda dişixule. Şîroveyên Rêbertî ya ji bo pêkanîna vê pêkanînê cuda dişixule. Em wekî tevger jî vê cuda digrin dest. Di aliyê aqilê dewletê de, mesele çi ye? Ya yekemîn, bi temamî li ser bingeha felsefeya teslîmîyetê nêz dibe. Weke ku ev mirov bêyî sedem çûne çiyê û bêyî sedem ev qas al berdêl dane, têkoşîn kirine. Zîhniyetekî wiha heye. Ji ber vê yekê, di rastiyeke de li mezê şerekî tê meşandin; şerê zîhniyetê tê meşandin. Rêber Apo di pêkanîna vê qanûnê de jî, bi vê zîhniyetê re têdikoşe.

Dixwaze ku li ser esasê hevsengiya muzakere û têkoşînê, muzakere û berxwedanê, ev qanûn û qanûnên ku ji vê şûnde derkevin pêş ve biçe. Dixwaze derî were vekirin, neyê girtin. Lê pêkanîna vê qanûnê di aliyê hiqûqî de jî ne wisa hêsan e. Çarçoveya esas çi ye? Nimûne, ew lîjneyên di jêr de hatine avakirin dibêjin, siyasîbûn an jî bêçekbûn. Rêbertî jî dibêje bêçekbûn û aştî. Divê Rêbertî jî di wê lîjneyê de cih girtiba. Di desteya ku dewlet, wezîrên wê kom dibin, di desteya bêççekbûn û siyasîbûnê yan jî bêçekbûn û aştiyê de diviyabû navê Rêbertî bihata bilêvkirin. Ev yek diviyabû bi rengekî eşkere ji raya giştî re bihata ragihandin. Ji vê ditirsin. Mînak weke tevgera azadiyê û gelê Kurd em vê dibêjin; muzakerevanê sereke Rêbertî ye. Bêyî Rêbertî ev pêvajo bi pêş ve naçe. Bêyî Rêbertî kes venagere Tirkiyeyê. Şertê me jî pêkhatina azadiya Rêbertî ye. Rêbertî bi xwe pêvajoyê bi rê ve bibe û bi rengekî eşkere her roj hevdîtin were kirin.

Yanî ev ciwanên ku jiyana xwe weke fedayiyekî diyarî têkoşînê kirine, ji bo azadiya Rêbertî tevlî têkoşînê bûn. Heval vê dibêjin, ‘Em ji bo azadiya Rêbertî hatin, em ji bo azadiya gelê xwe hatin. Eger Rêbertî azad nebe, em Rêbertî nebinin em ê biçin kuderê?’ Helwesteke wisa zelal heye. Di Kongreya PKK’ê de dema fesix hate îlankirin, şertê me yê ewilî ev bû; divê azadiya Rêbertî were pêkanîn. Rêbertî divê weke muzakerevanê sereke yê vê pêvajoyê, azad bibe. Divê yekser bi rêxistina xwe re di nava peywendiyê be. Ev pêvajo divê wiha bimeşe. Lê belê di wê desteyê de navê Rêbertî jî nayê gotin. Ji aliyê me ve derbarê Rêbertî guhertineke berbiçav pêk nehatiye. Piştî qanûn derket, divê rojnamevan çûban hevdîtina bi Rêbertî re. Siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl, akademîsyen divê çûban. Divê bi Rêbertî re roportaj hatiba kirin. Rêbertî divê rasterast xîtabî gelê Kurd, şervanan, milîtanan û gelê Tirkiyeyê kiriba.

Nêzî 20-25 roj li ser derbasbûna qanûnê ya li Meclîsê, derbas bûn. Lê hîna ji bo azadiya Rêbertî û ev pêvajo bi hêsanî pêş bikeve, guhertineke berbiçav nîne. Lewma divê hem ji bo tevgera me hem jî ji bo gel, her roj rojeva sereke azadiya fîzîkî ya Rêbertî be. Rêbertî divê weke muzakerevanê sereke di rêvebirina vê pêvajoyê de cih bigire. Jixwe daxwaza gel ev e. Lê divê em vê daxwazê bi rengekî hîn girseyî û bi bandor her roj nîşa bidin. Heta ev neyê pêkanîn, ev qanûn wê çawa pêk were? Pêk nayê. Meseleya girtiyan jî heye. Yanî 32 sal in, 30 sal in kesên li girtîgehan cezayê xwe temam kirine hene. Tevî qanûn derketiye jî, desteya girtîgehê tehliyeya girtiyan û yên ku cezayê xwe temam kirine, taloq dike. Hîna poşmantî tê ferzkirin û hewl didin vê yekê bidin qebûlkirin.

Ev pêvajo ne pêvajoya poşmantiyê ye. Em ne ji bo poşman bibin derketine serê çiyê. Ne gelê me vê qebûl dike, ne jî em vê qebûl dikin. Ji bo şerkirinê çiqasê cesareta me hebe, ji bo aştiyê jî heye. Yanî em ji bo aştiyê cesaret dikin, em li vir in. Lê em bêrûmetiyê qebûl nakin. Heta azadiya Rêbertî nebe, azadî û aştî nabe. Helbet qanûn hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo pêvajoyeke aştiyê ya mayînde û bi rûmet pêk were, divê tevahî civaka Tirkiyeyê jî bikeve dewrê. Mesele hunermend, siyasetmedar îfade dikin ku destekê didin vê pêvajoyê, diaxivin û girîngiya wê vedibêjin. Lê tenê daxuyanî dayîn têrker nîne. Destpêkê tevgerên jinan, hunermendên jin, rewşenbîrên jin û tevahî civaka Tirkiyeyê eger Tirkiyeyek demokratîk dixwazin, aştiyeke mayînde dixwazin, divê hîn xurttir bên ba hev. Divê hîn zêdetir civakê têkildarî vê pêvajoyê agahdar bikin.

Mesele divê di beşên mane bin bandora medyaya şerê taybet de, zihniyeteke alîgirê aştiyê were avakirin. Ji bo vê divê tevlî civakê bibin. Yanî tenê bi daxuyanî dayîna çapemeniyê, ev pêvajo naveguhere daxwaza aştiya civakî. Ev gel bi rastî jî divê bi rêxistinkirî xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Başe, wê kî pêşengiya vê bike? Divê hin rêxistin, sazî û kesên ku bandora wan li ser civakê heye pêşengiyê bikin. Civak divê vê pêvajoyê ne weke meseleyeke navbera dewlet û civakê, divê weke meseleya xwe fêm bike û destek bide. Ji bo vê divê bikevin nava liv û tevgerê. Divê înîsiyatîfên civakî bên avakirin.

Li Tirkiyeyê niha rewşeke wiha heye: Her kes dibêje navbera tevgera Apoyî û dewletê pêvajoyek dimeşe, agahiya me ji vê nîne. Temam, rast e. Dewlet zelal nêz nabe. Min got; pir bi tirs nêz dibe, dixwaze vê pêvajoyê bi rengekî pir girtî bimeşîne. Lê ji bo pêvajo zelal bibe divê li ser dewletê zexteke civakî were avakirin. Tevgerên jinan divê pêşengiyê ji vê re bikin. Helbet înîsiyatîf û platformên cur be cur tên avakirin, daxuyanî tên dayîn. Lê evane têrker nînin. Nêzîkatiyeke pir bi tedbîr heye. Divê ji bo aştiyê û dewleta demokratîk, daxwaza ji bo zelalbûna pêvajoyê hîn bi wêrektir derkeve pêş.

Têkoşîna demokrasiyê jî ji gelê Kurd û tevgera me re dihêlin. Raste, helbet eger civakek demokratîk nebe, dewletek demokratîk nebe aştî jî pêk nayê. Eger sîstema vî welatî demokratîk nebe, jixwe mafên gelê Kurd jî nayên dayîn, mafên jinan jî nayên dayîn. Yanî ev rastî heye. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi hev re pêş de diçe. Rêbertî çima ji bo banga xwe ya 27’ê Sibatê got, banga Aştî û Civaka Demokratîk? Yanî eger civakek demokratîk nebe, dewletek demokratîk nebe jixwe aştî nabe, mafê gelan û jinan nayê dayîn. Desthilatdariyên cuda cuda xwe ferz dikin. Lewma divê komareke demokratîk, civakek demokratîk were avakirin.

Li vir ez dixwazim bangeke taybet li jinên li Tirkiyeyê bikim. Jinên Kurd ji xwe bi salane di vê têkoşînê de berdêlên mezin dide û têkoşîna xwe didomînin. Dem bi dem hatin ba hev û xebatên hevpar meşandin. Li dijî komkujiyên jinan, êrişên dewletê yên li ser jinan û tune hesibandina mafên jinan jinên Kurd û Tirkiyeyî hatin ba hev û têkoşîneke hevpar meşandin. Lê ji bo ev pêvajo bi ser bikeve û dewleteke demokratîk were avakirin jinên Tirkiyeyî û Kurd divê hîn zêdetir bên ba hev. Divê kom bên avakirin û biçin cem tevahiya gelê Tirkiyeyê. Bajar bi bajar, gund bi gund, sazî bi sazî, divê bigerin.

Rêbertî dibêje entegrasyona demokratîk. Entegrasyona demokratîk divê ewilî di nava civakê de were avakirin. Yanî divê zihniyeta nîjadperest were guhertin, civak bibin yek û civak di nava sîstemê de demokrasiyê ferz bike, aştî û wekheviyê ferz bike. Divê mafên jinan û azadiya wan, mafên gelan, azadiya çand û baweriyê jî ferz bike. Divê em li bendê nebin ku dewlet tiştekî bide me. Têkoşîna me divê li ser esasê muzakereyê dewam bike. Divê zihniyeta dewletê were guhertin, di qada hiqûqî de guhertin were çêkirin û di mewzûata Tirkiyeyê de guhertin bên çêkirin. Encex bi vî rengî welatekî demokratîk dikare were avakirin.

Bi vî rengî dewlet jî wê neçar bimîne ku zihniyeta xwe biguherîne. Divê yekitiya civak, gelan û jinan were avakirin. Divê rêbazên cuda cuda bên pêkanîn. Komxebat tên lidarxistin, komîsyon tên avakirin, konferans tên lidarxistin, nîqaş jî girîng in. Lê evane tenê bi komên diyarkirî re sînordar namînin. Evane divê li seranserî civakî bên belavkirin. Mesele, têkoşîna li dijî komkujiyên jinan jî divê di nava civakê de zemînekê ava bike. Zihniyeta desthilatdariya mêr nayê guhertin. Aqlê mêr a ku tundiyê ferz dike, tundiyê û desthilatdariyê qebûl dike; şer, rantê û dijminahiya gelan diparêze, dijmintiya demokrasiyê dike, dijmintiya mafên jinan û gelan dike.

Di rastiyê de pirsgirêkeke jinan bi aştiyê re nîne. Lê ez dixwazim vê pirsê bikim; mêr aştiyeke çawa dikarin bi jinan re ava bikin? Mêr divê çawa were perwerdekirin ku jinan weke dijminê xwe nebîne? Ji ber ku weke esas jinê dijminê xwe dibîne û diçe wê qetil dike. Weke kole dibîne. Ji vê jî wêdetir çawa dikare weke hevalek, mirovek nêzî jinê bibe?

Yanî aqlê mêr divê were guhertin. Ji bo vê divê bi rastî jî civak were ba hev, nîqaş bike ka jiyaneke azad û wekhevî wê çawa were avakirin. Mesele eger navbera jin û mêr yekîtiyeke li gorî pîvanên jiyana azad neyê avakirin, navbera gelan jî ev nayê avakirin. Ji ber ku ev aqilê ku tundiyê li jinê ferz dike; tundiya li hemberî gelan, netewan, olan û baweriyan jî ferz dike. Lewma tevgerên jinan bi salane têdikoşin. Em behsa peymana civakî û civaka azad dikin. Li ser esasê felsefeya jiyana azad em perwerde, nîqaş û têkoşînê dimeşînin. Di hemû saziyan de me ji siyasetê destpê kir û heta hemû rêveberiya civakê me li ser esasê wekheviya jin û mêr sîstema hevserokatiyê weke têkoşînek ava kir. Lê divê ev hîn zêdetir were xurtkirin.

Mesele me di bernameyên cuda de jî got, welatparêzên me ji bo Kurdistaneke azad têdikoşin lê di malên xwe de tundiyê pêk tînin. Bi rastî ev ne li gorî welatparêzên me û gelê Kurd e. Gelo ma dibe mêrên Kurd evqasê behsa azadiya Kurdistanê, jiyaneke azad û yekîtiya neteweyî bikin û piştre tundiyê pêk bînin? Ev ji bo me şermek e. Li Kurdistanê di nava civaka Kurd de qetilkirina jinan, zext li ser jinan pêk anîn, tundî li hemberî jinan pêk anîn, di nava civakê de belavbûna fûhûş û tiryakê şermek e. Ji ber ku em civakek pir polîtîk in, em civakek in ku me berdêlên mezin daye, em civakek bi zane ne. Lê divê em demokrasiyê jî di jiyana xwe, mala xwe û têkoşîna xwe de ava bikin. Ev heye; yanî komînalîte jî li ser vê esasê tê avakirin. Yek ji nirxên şoreşê ya herî esas azadiya jinê ye. Êdî divê ji bo mêrên di nava civaka Kurd de ev yek di gotinê de nemine. Divê di jiyan, felsefe û tarzê têkoşînê de jî vê bixin meriyetê.

Lê belê mixabin ku paşverûtî heye û pergal vê yekê ferz dike. Ji ber vê yekê em çawa pêvajoya aşitî û demokrasiyê bi rê ve dibin, çawa têdikoşin, divê ev pêvajoya aşitî û demokrasiyê di nava têkiliyên jiyanê de jî were birêvebirin. Di destpêkê de divê welatparêzên me vê yekê di jiyana xwe de bixin meriyetê. Divê ciwan pêşengtiya vê yekê bikin. Di heman demê de divê em têkoşîna tevgerên jinan jî zêdetir bi hêz bikin û tawîzan nedin. Yanî li dijî tundiya li ser jinan, li dijî destwerdana zîhniyeta mêran û li dijî destwerdana polîtîkayên dewletê divê em zêdetir têbikoşin. Bo nimûne a niha tevgera ciwanan pêngavek daye destpêkirin. Ev pêngav li dijî polîtîkayên şerê taybet, sîxurtî, fuhûş, tiryak û tundiya li ser jin û ciwanan e. Têkoşînekê dimeşînin. Ev yek bi rastî jî pir girîng e. Bi rastî jî ez vê hewl û têkoşîna tevgera ciwanan pîroz dikim. Lê belê divê zêdetir çalakiyên protestokirinê û çalakiyên hişyarkirinê werin lidarxistin, rast e tên lidarxistin lê belê divê ev yek veneguherin tundiyeke bêkontrol.

Dibe ku rêbazên sepana tecrîda civakî, rêbazên weke teşhîrkirin û deşîfrekirinê hebin. Ev rêbazên têkoşînê ne. Lê belê rêbaza sereke ya têkoşînê çi ye? Perwerdekirina civakê ye. Li dijî şerê taybet, li dijî hişê mêran, li dijî derdorên şerxwaz û kesên civakê dejenere dikin. Bo nimûne a niha li Ewropayê qala hin çetebûn û mafyabûnan tê kirin. Piraniya van yekan ji ciwanên Kurd pêk tên. Bo nimûne li Bakurê Kurdistanê jî heman tişt tên birêvebirin, li Başûr jî. Li Rojava jî destwerdanên bi vî rengî hene. Di rastiyê de pêşerojame di şexsê ciwanan de şikil digire. Êrîşên li ser jin û ciwanan jî li ser vê bingehê tên kirin. Ciwanên Kurd welatparêz in, hestên wan ên Kurdbûnê xurt in, dînamîk û wêrek in. Dixwazin pêşengtiya jiyaneke azad bikin û Kurdistanê azad bikin. Lê belê divê nekevin van xefikên dijminî. Bila nekevin nava van çete û qirêjiyê. Ji pêşeroja wan re dijminahiyê dikin. Divê di vê mijarê de baldar bin. Divê guh nedin tiştên bi vî rengî.

Bila jiyana azad, yekîtiya neteweyî, têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û têkoşîna gelan esas bigirin. Di vê mijarê de divê têkoşîneke birêxistîtir û zanedartir bimeşînin. Divê di nava civakê de jiyana azad, wekheviyê û demokrasiyê zêdetir pêş bixin. Ji ber vê yekê perwerdekirina mêran, civakê, jinên ciwan û ciwanan jî girîng e. Ji ber ku ger perwerde û birêxistinkirin nebin ev ciwan wê bikevin xefikên van çete û polîtîkayên şerê taybet. Ji ber vê yekê piştevaniya zêdetir, perwerdekirn û birêxistinkirin hewce ne. Em bes dikarin bi vî rengî ciwanên xwe ji nava vê qirêjiyê derxînin. Em dikarin bibin civakeke paqij û civakeke ku demokrasî, azadî û wekheviyê pêş dixe. Em dikarin civaka xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe li ser bingeha siyaseta demokratîk û birêxistinkirina civaka demokratîk bi rê ve bibin. Ciwan dikarin bes bi vî rengî di vê pêvajoyê de roleke pêşeng bilîzin. Ji aliyê birêxistinbûnê ve jixwe xebateke pir cidî heye. Lê belê divê em van derdoran jî ji nava vê qirêjê derxînin û li civaka azad û demokratîk zêde bikin.

Di gel ku em qala çandê dikin girêdayî vê yekê we bal kişand ser zimanî jî. Li Rojava gelek geşedan rû didin. Herî dawiyê di 25’ê Tebaxê de li Şamê lihevkirinek hate îmzekirin. Hûn dikarin têkildarî vê lihevkirinê û pêvajoya li Rojava tê birêvebirin çi bibêjin?

Yanî di pêvajoya berbehs de li gel hikûmeta demkî ya li Şamê ev demek e muzakere û têkoşîn tê birêvebirin. Lihevkirinên cuda û cuda hatin îmzekirin. Divê were gotin ku ev lihevkirin çênebûne. Di destpêkê de em vê yekê diyar bikin; ji aliyê mafên gelê Kurd ve; di mijara zimên de, di mijara çandê de û di mijara ku gelê Kurd weke gelekî were naskirin de di vê lihevkirinê de hin pêngav hatin avêtin. Lê belê hin pêngav jî di rastiyê de nîşan didin ku di navbera zîhniyeta rejîma Baas’ê û rejîma heyî de berdewamiyek heye. Tê dîtin ku heman feraseta siyasî bi awayên cuda tê berdewamkirin. Beriya niha di serdema rejîma Baas’ê de nasnameya Kurdan dihat înkarkirin. Bi hezaran Kurdên li Rojava dijîn, bê nasname û bêkar bûn. Zimanê Kurdî ji xwe qet nedihat qebûlkirin. Li gel vê lihevkirinê jî nasnameya Kurdan, weke ku welatiyekî Sûriyeyê yan jî gelekî wê yê eslî hatiye qebûlkirin. Kurdî jî weke yek ji zimanên Sûriyeyê yê neteweyî hatiye qebûlkirin. Ev yek dikare weke pêngaveke erênî were nirxandin.

Dîsa bo nimûne veguherîna QSD’ê, entegrekirina wê ya ji artêşa nû ya Sûriyeyê re û avakirina avaniyên weke lîwa û hwd. pêngavên erênî ne. YPJ’ê hê jî statuya xwe misoger nekiriye, nîqaş berdewam dikin. Lê belê hê tam nediyar e bê ka wê statuya YPJ’ê çawa be û ev yek nehatiye misogerkirin. Hevdîtin berdewam dikin. Ya girîng ew e ku bo nimûne YPJ‘ê weke hêza parastina jinan, weke hêza parastina gelê Kurd parastina birêxistinbûna jinên li Sûriyeyê û destkeftiyên xwe ye. Êdî meseleya ku wê statuya wê ya fermî a di nava artêşê û dewletê de çawa be, nîne. Ji niha û pê ve wê artêşa Sûriyeyê avaniyeke çawa be? A niha dixwazin li gorî îdeolojiyeke cuda artêşeke Sûriyeyê û pergalekê ava bikin. Ji bo vê yekê jî têkoşîne dijwar hewce ye. Ji aliyê YPJ’ê ve jî, ji aliyên jinên Kurd ên li Rojava ve jî, ji aliyê jinên Suryanî, Ermenî û Tirkmen ve jî û divê hemû jin ji bo Sûriyeyeke demokratîk tê bikoşin.

Ji aliyê zimên ve jî divê nasnameya gelê Kurd û zimanê Kurdî neyên înkarkirin. Bo nimûne Newroz weke cejnekê qebûl kirine. Ev, geşedaneke erênî ye. Lê belê di mijara zimên de ger hûn zimanekî weke zimanekî neteweyî qebûl bikin wê demê divê ev yek di karê fermî yê dewletê de jî û di saziyên wê de jî cih bigire. Nabe ku bibêje ez Kurdî weke zimanekî neteweyî qebûl dikim lê belê zimanê Kurdî hefteyê sê saetan weke Îngilîzî û Fransî weke derseke bijartî were xwendin. Ev yek, heman zîhniyeta ku zimanî weke zimanekî biyanî dibîne, îfade dike. Ne pêkan e ku em nêzîkatiyeke bi vî rengî qebûl bikin. Daxuyaniyên Kongra Starê hene; zanîngeh, siyasetmedar, partî û 10 partiyên li Rojava daxuyanî dan. Ev daxuyaniyên rast û girîng in. Divê ev têkoşîn zêdetir were meşandin. Di rastiyê de têkoşîna ji niha û pê ve divê li ser misogerkirina mafên zimanê Kurdî û zimanên din were pêşxistin. Divê ji dibistanan bigirin heya zanîngehan di hemû saziyên perwerdeyê de Kurdî weke zimanê fermî cih bigire. Divê di perwerde û hîndekariyê de Kurdî weke zimanê fermî were qebûlkirin. Tu kes qebûl nake ku weke derseke bijartî û zimanekî biyanî were dîtin.

Divê Kurdî di hemû saziyên perwerdeyê de weke zimanê fermî be û mifredatên Kurdî werin qebûlkirin. Divê perwerdeya pirzimanî hebe. Divê Suryanî fêrî Erebî jî bibe û Suryanî jî. Divê Ermenî Ermenkî jî fêr bibe û Erebî jî. Divê Kurd jî Kurdî fêr bibe û Erebî jî. Her wiha divê di hemû tabelayan û xizmetên dewletê de pirzimanî were esasgirtin. Gelek mînakên vê yekê hene. Swîsre bi vî rengî ye, Belçîka bi vî rengî ye û Spanya jî. Gelek mînakên vê yekê hene. Ev welat ne ew welat in ku hatine perçekirin. Berovajî wê hemû kes bi aşitiyane li gel ziman, nasname û çanda xwe dijî. Divê em li Sûriyeya nû têkoşîna vê yekê bimeşînin. Bi taybetî tevgerên jinan, ji ber ku dayîk di mijara parastin û zindîhiştina zimanî de xwedî roleke sereke ne. Ji bo ku em jî nirxên xwe yên neteweyî misoger bikin, divê tevgerên me yên jinan ji bo qebûlkirina zimanên fermî û Kurdî di warê perwerdeyê de weke zimanê fermî were qebûlkirin têbikoşin.

Divê tevgerên neteweyî yên din jî biheman awayî tê bikoşin. Ji ber wê yekê ev der zemîneke têkoşînê ye. Hê her tişt bi dawî nebûye. Zîhniyeteke cuda heye. Divê li dijî vê zîhniyetê, zîhniyeta Komara Sûriyeyê ya demokratîk jî were avakirin. Divê Sûriye jî girêdayî mafên neteweyan bi awayekî demokratîk were avakirin. Divê ev têkoşîn di pêşengtiya jin û ciwanan de bê birêvebirin. Divê hemû jiyan bi Kurdî be û perwerde bi Kurdî bê kirin. Divê hemû tabela, dikan û kolan bi Kurdî bin. Yanî divê parastina Kurdewariya di hemû qadên jiyanê de esas were girtin. Divê pêşengtiya vê yekê ji aliyê jin û ciwanan ve bê kirin. Divê ev têkoşîn jî berdewam bike. Divê em di pêşengtiya jinan de xwedî li destkeftiyên Şoreşa Rojava derkevin û van yekan zêdetir biparêzin. Ji aliyê mafên jinan û birêxistinkirina jinan ve jî divê em di Sûriyeya nû de têkoşîn û birêxistinbûnê zêdetir pêş bixin.

Mijara ku we bal kişand ser, ji aliyê çanda Kurdî ve girîng e û li Ewropayê wê 5’ê Îlonê Mîhrîcana Çanda Kurdî were lidarxistin. Bi vê wesîleyê em dixwazin peyamên we yên têkildarî vê yekê jî bistînin.

16‘ê Îlonê jî nêzîk dibe, beriya wê 1’ê Îlonê heye. 12’ê Îlonê di heman demê de Roja Aşitiyê ya Cîhanî ye. Çalakiyên cuda û cuda tên lidarxistin. Bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî ez dixwazim bendewariya xwe bînim ziman. Bila evroj bibe wesîleya bidawîbûna hemû şeran. Herêma me di nava şerekî de ye. Ev du sal in me şer daye sekinandin. Bila ev roj bibe wesîle ku şer û pevçûnên herî biçûk jî bi dawî bibe, di nava aşitiyê de jiyaneke demokratîk; girêdayî wekheviya gelan û azadiya jinan pêş bikeve. Em hemû kesên beşdarî van çalakiyan dibin, pîroz dikim û silav dikim. Têkildarî vê rojê ez hêvî dikim ku zêdetir xwedî li pêvajoya aşitî û çareseriya demokratîk derkevin.

16‘ê Îlonê jî salvegra serhildana ‘Jinî Jiyan, Azadî’’ ya li Rojhilat û Îranê ye. Serhildaneke pir mezin dest pê kir. Xwepêşandanên pir mezin hatin lidarxistin. Di rastiyê de Şoreşa Jin, Jiyan û Azadî li Îranê belav bû hemû bajaran û li seranserê cîhanê jî deng veda. Pêşengtiya wê li gel şehadeta Jîna Emînî dest pê kir. Bû wesîle ku şoreşeke bi vî rengî derkeve holê. Dîsa li gel pêşengtiya jinên Kurd hate birêvebirin û bi dehan,sedan jin hatin binçavkirin; jinên Kurd, Belûc, Fars û Azerî hatin girtin. Hê jîdi zîndanan de ne, her roj biryareke nû ya darvekirinê derdikeve. Cezayên hepsê yên dirêj li wan hate birîn. Ez dixwazim bangekê li dewleta Îranê bikim; divê polîtîkaya xwe ya darvekirinê bide sekinandin. Bi taybetî divê dawiyê li sepanên darvekirinê bîne ku dewleta Îranê van polîtîkayan li dijî tunekirina îradeya jinan bi rê ve dibe. Îran bi rewşeke xeternak re rû bi rû ye. Divê di nava civaa xwe de aşitiyê pêk bîne. Ger Îran bixwaze li ser piyan bimîne divê di rejîma xwe de guherîneke demokratîk pêk bîne û azadiya jinan misoger bike; divê azadiya gelan, mafên jin û gelan misoger bike.

Bi wesîleya salvegera Şoreşa Jin, Jiyan û Azadî ez hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînim. Em li pey şopa wan in. Ger di pêşeroje Îraneke demokratîk ava bibe jî ku ev yek wê bi saya berxwedan, ked û bedêlên wan e. Roja îroyîn bi sedan, hezaran pêşengên gel li girtîgehan tên ragirtin. Bi zulmeke mezin re rû bi rû ne. Di bin geda darvekirinê de jî berxwedana xwe didomînin. Pêşengtiya vê berxwedanê ji aliyê heval Zeynep Celaliyan, Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî ve tê kirin û bi dehan û sedan jinên ku di serhildanê de cih girtine, berxwedana xwe didomînin. Ez berxwedana wan silav dikim. Ez di wê baweriyê de me ku ev berxwedan wê mezintir bibe. Divê jinên Kurd di hemû qadên têkoşînê de xwedî li mîrateya Şoreşa Jin, Jiyan û Azadiyê derkevin. Bi taybetî divê em li dijî polîtîkayên darvekirinê yên Îranê û sekna xwe yali dijî vê pêlîtîkayê xurttir û hevpartir bikin. Ev yek bes ne berpirsiyariya jinên Kurd, Kurdên Rojhilatî yan jî jinên Îranî ye. Divê hemû jin, tevgerên jinan li hemû perçeyên Kurdistanê û derveyî welêt jî li dijî vê siyaseta darvekirinê ya Îranê têkoşîneke hevpar bidin meşandin.

34‘emîn Mîhrîcana Çanda Kurdî îsal li bajarê Dortmundê tê lidarxistin. Ev mîhrîcan her sal bi girseyên mezin tê lidarxistin. Ez hêvî dikim ku îsal wisa were lidarxistin. Divê di vê mîhrîcanê de xwedî li mîretaya 52 salan a Tevgera Apoyî derkevin û wê bigihînin asta herî jor. Divê sermuzakerevanbûna Rêbertî bi daxwaz û dirûşmeyên xurttir were rojevê. Divê xwedîlêderketina pêvajoyê zêdetir were diyarkirin û girêdayî vê yekê xwedî li keda şehîdan derkevin. Li deverên cuda yên Ewropayê mîhrîcan hatin lidarxistin û şehîdên şoreşê hatin bibîranîn. Ez di wê baweriyê de me ku wê li Dortmundê jî girêdayî xwedîlêderketina şehîdan û keda Rêber Apo tevlîbûneke mezin pêk were. Divê ev mîhrîcan di pêşengtiya jin û ciwanan de, bibe wesîle ku gelê me yanî gelê Kurdistanê yên li derveyî welêt dijîn zêdetir xwe birêxistin bike. Ez niha ve hemû kesên ku wê beşdarî mîhrîcanê bibin, dostên gelê Kurd, derdorên enternasyonal, gelê me yê Kurd, jin û ciwanên Kurd pîroz dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.