Li bazarên Sûriyeyê cilên zivistanê ji sedî 30`î biha bûne

Li Sûriyeyê cilên zivistanê ji sedî 30`î biha bûne, şênî neçar dimînin ku ji bazaran cilên hatine bikaranîn (balê) bikirin.

Li bazarên Sûriyeyê cilên zivistanê ji sedî 30`î biha bûne
Li bazarên Sûriyeyê cilên zivistanê ji sedî 30`î biha bûne
Li bazarên Sûriyeyê cilên zivistanê ji sedî 30`î biha bûne
Li bazarên Sûriyeyê cilên zivistanê ji sedî 30`î biha bûne
28 îlon, 2026   06:25
ŞAM

Nûçegîhanê ANHA`ê da zanîn ku cilên zivistanê li bazarên Sûriyeyê di serî li Şamê ji sedî 30`î biha bûye.

Di wextê ku sotemenî biha bû êdî cil jî biha bûn. Komîteya Daîmî ya Diyarkirina Bihayên Berhemên Petrolê û Çavkaniyên Madenî 13`ê îlonê sotemenî biha kir. Lîtreyek ji benzîna 95 bi 195 lîreya sûrî ye, benzîna 90 bi 185 lîre, mazot bi 175 lîre, qenînek gaz a malan bi hezar 600 lîre, gaza pîşesazî bi 2 hezar û 560 lîre.

Hesan El Xalid ê ku tev li pêşangeha cilên Sûrî "Syriatex" li Şamê, bûye got: "Li gorî par îsal cil gelekî biha bûne, ji ber elektirîk, ta, bac û hwd. gelekî biha bûne. Êdî xelk nema dikarin cilê balê jî bikirin, ji ber ew jî biha bûne."

Yek ji pîşesazên cilan Iyad Cerar jî got: "Bihabûna madeyên çêkirina cilan yek ji faktorên herî girîng e ku bandorê li lêçûnên hilberînê dike. Bihayên polîster ji sedî 5-10 û yê pembû ji sedî 5-7 li gorî berê biha bûye û vê yekê bandor li ser aboriya Sûriyeyê û tevgera bazirganiyê kiriye."

Welatiyan diyar kir ku gelekî li wan zehmet bûye pêdiviyên xwe pêk bînin.

Pisporê aborî Îmad Mihsin anî ziman ku Sûriyeyiyan ji ber bihabûna cilan berê xwe dane cilê balê û got: "Her tişt li Sûriyeyê biha dibe û welatî ji aliyê aborî de di bin zextekî mezin de ne."

(np)

ANHA